Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  587,740
Wêne
  124,712
Pirtûk PDF
  22,131
Faylên peywendîdar
  127,232
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,858
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,969
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,788
عربي - Arabic 
44,417
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,858
فارسی - Farsi 
16,057
English - English 
8,545
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,042
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
82
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
23
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
українська - Ukrainian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,599
Cih 
1,187
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,824
Kurtelêkolîn 
6,847
Şehîdan 
4,576
Enfalkirî 
5,187
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,546
PDF 
34,792
MP4 
4,051
IMG 
235,688
∑   Hemû bi hev re 
276,077
Lêgerîna naverokê
Mesûd Berzanî û Mazlûm Abdê kengê, li ser çi hevdîtin dikin?
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mesûd Berzanî û Mazlûm Abdê kengê, li ser çi hevdîtin dikin?
Kurtelêkolîn

Mesûd Berzanî û Mazlûm Abdê kengê, li ser çi hevdîtin dikin?
Kurtelêkolîn

Mesûd Berzanî û Mazlûm Abdî kengê, li ser çi hevdîtin dikin?
Nalîn Dîcle

Di 13’ê çileyê de nûnerê taybet ê Mesûd Berzanî Dr. Hemîd Derbendî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û bi Fermandarê #QSD# ’ê Mazlûm Abdî re hevdîtinek giring kir. Çavkaniyên pêbawer jî piştras kirin ku, wê Mazlûm Abdî di nêzîktirîn dem de biçe Başûrê Kurdistanê û hevdîtenekî giring bi Mesûd Berzanî re pêk bîne. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber giringî û hesasiyeta mijarê hevdîtina tenê navbera Mazlûm Abdî û Derbendî tenê de pêkhatiye. Tê zanîn ku di vê hevdîtinê de Dr. Hemîd Derbendî daxwaza Berzanî ya hevdîtina bi Mazlûm Abdî re pêşkêş kiriye û wî jî ev daxwaz pejirandiye. Tê payîn ku Mazlûm Abdî di rojên pêş de, heta di nêzîktirîn dem de biçe Başûrê Kurdistanê û bi Mesûd Berzanî re hevdîtenekî giringe pêk bîne.
Bê guman dema hevdîtinê watedar e. Bi taybetî piştî hilweşîna Rejîma Baas’ê, di demeke tirafîkek zêde ya diyarkirina siberoja Sûriya nû ya heyî de, dîsa di pêvajoyeke ku li serdaxuyaniyên Bahçelî, hevdîtina Şandeya DEM partiyê, li Tirkiyê nîqaşên dijwar ên li ser pêvajoyek navlênehatî kirin heyî de, ji Berzanî daxwaza hevdîtina bi Mazlûm Abdî re kirin, ev yek bi qasî giringiya hevdîtinê, nîşane û daneyên ji bo pêşdîtina rojeva hevdîtinê pêşkêş dike. Heta ku aliyên peywendîdar bi aweyek fermî tiştekî nebêjin, elbet hemû tiştên bêne gotin, wê ji şîrove, texmîn û dibêtiyan wêdetir neçin. Çawa ku di siyasetê de, tiştek tesaduf nîne, dem û wexta tu hevdîtinekê jî bi tesadufî, rasthatinê çênabe.
Ger em rewşê hîn şênbertir bikin; piştî 8’ê Kanûnê rûxandina Rejîma Baas’ê ji bo Sûriyê û heta ji bo herêmê bê nîqaş qonaxeke nû daya destpê kirin. Elbet gelek pêvajoyên qederê hene, lê pêvajoya herî zêde ev yek hate hîskirin, rojên rûxîna Rejîma Baas’ê û di pêvajoya ku lîstok di nava lîstokan de hatin lîstin bûn. Ji ber hêzên cihanî û herêmî yên pir bi hêz ên mîna Rusya û Îranê di van rojên qederê yên xeternak de, li Sûriyê nekarî xwe li ser lingan bigrin û têk çûn. Pêvajoyek ewqas xeter bû ku hêzên mîna Rûsya û Îranê ku ji nîv esrî zêdetire li herêmê serwerin nekarîn xwe li ber bahoza van rojan rabigrin û li Sûriyê têkçûn. Di van rojên icacok ku her tiştek nediyar kirîbû de, Rojavayê Kurdistanê bi berxwedaniya şervan û bi piştgiriya gel karî pozîsyona xwe ya diyarker biparêze. Di rojên ku evqas hevsengî serûbin bûyîn de, pozîsyona xweparastinê elbet serkeftineke mezin e.
Vêcarê jî dewleta Tirkiyê di pêvajoya kaotîk ya heyî de xwest sûd werbigre, heta bi rêbazên hîn xetertir xwest ku destpêkê Kobanê û piştre jî hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, ji bo pêkanîna viya jî hemû hêza xwe xiste tevgerê, lê berxwedana bendava Tişrîn û pira Qerekozaqê hesabên Tirkiyê serobinî hev kir. Ji 8’ê kanûnê heta niha berxwedanekî ku nimûneya wê di cîhanê de nîne tê kirin. Hêjaye em bi şanaziyeke mezin bibêjin yên ku di eniya Tişrîn û Qereqozaqê de herî zêde şer kirin û li ber xwe dan şervanên YPJ’ê ne. Ew jinên ku bi azweriya azadî, bîreweriya welatperweriyê şer kirin, çawan ku doh DAIŞ’ê têk bir, îro jî bermahiyên DAIŞ’ê çeteyên dawleta tirkiyê tar û mar kirin. Li gel berxwedana Şervanan Kerwanên Nobedariya Tişrînê bi vîneke mezin xwedî li av, axa xwe derketin û bedena xwe jêre kire çeperek ewqas mezin ku wê dijmin ti carî nikaribe derbas bike. Heta niha tevî raste rast karwanên Nobedariya Tişrîn bi caran hatiye hedefgirtin û komkujî hatin çêkirin, lê van êrişên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê nekarîye vîna gel bişkîne. Sekna Nobedarên Bendava Tişrînê ger ne nimûneya Şerê Gelê Şoreşgerî be, nimûneya şerê gelê Fedaî ye.
Ger em bêjin berxwedana gel û şervanan a bendava Tişrîn û Qereqozaqê hesabê tirkan hemû sero bin kirin û çarenûsa pêvajoyê guherî, ne tesbîtekî bi mibalaxe ye. Dîsa giringe em destnîşan bikin ku di Rojhilata Navîn de dîplomasîya herî serkeftî û encamgir hêza li ser erdê ye. Ango asta şerkerî, berxwedan û xwe parastinê ye. Eşkereye ku ger tu li ber xwe bidî, wê herkes te cidî bigre û bike hesabê xwe. Ger hêza te ya şerkeriyê hebe, wê destê nûnerên te yên dîplomasiyê bihêz be. Ji ber vê hêzê ye ne dost û ne dijminê kurdan nikarin ku pesnê şerkerî û lehengiya Kurdan nedin. Ji ber wê ye Pûtîn jî, Trup jî neçar dimînin pesnê lehengiya kurdan bidin.
Dîsa ji ber vê lehengiya keç û xortên Kurdan bû Colanî dema Cephet El Nsra bû jî hêza Kurdan tecrûbe kir, dema bû Heyet Tehrîr Elşam jî dubare ev hêza Kurdan tecrûbe kir, lewra nûnerên Rojayên Kurdistanê cidî digre. Ji ber vê rastiyê ye dema mijar dibe Kurd- QSD wê demê Colanî bi hesab û kîtap diaxive. Ji ber li Tişrîn û Qereqozaqê, ev hêz dîsa QSD’ê nîşan da Colanî neçar bû ku bi Mazlûm Abdê re hevdîtin kir, lê ji ber li ser erdê ti hêza ENKS’ê nîne, heta alîkarê Colanî bi Abdulhekim Beşar re hevdîtin nekir. Ev bi xwe jî vê piştrast dike ku ger li ser erdê hêza te nebe, ne Colanî, ne jî aqilmendê Colanê te tiştek nahesibîne keko! Ma jixwe de bab û kalên me Kurdan negotine; “çavê li deriyan xwelî li seriyan.”
Kurt û kurmancî ger tu xwe bispêrî hêza xwe, asta pileya erdhejek leşker-siyasî çiqas dijwar be jî nikare te têk bibe. Pêvajoya hilweşîna Rejîma Baas’ê tevî ku li herêmê giştî erdhejeke mezin a leşkerî-siyasî çêkiribe jî, lê di Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriyê de ev rastî dîsa pişt rast kir ku ger tu pişta xwe bispêrî hêza xwe tu dikarî biser bikevî.
Di demeke ku her hêzek dixwaze pozîsyona xwe biparêze, heta hewil dide li ser erdê serweriya xwe zêde bike da ku li ser masê destê wî xurt be, daxwaza hevdîtinê ji Kak Mesûd bi Mazlûm Abdî re bi qasî ku giringe, ewqasî jî seyre. Di pêvajoyên wiha de li ser erdê kî bihêz be, li ser masê elbet wê ew bê mixateb girtin û wê destê wî bihêz be. Ji ber Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pozîsyona xwe ya dîyarker bi berxwedan û bi piştgiriya gelê Fedaî karî biparêze, wek hêzekî sereke ger di siberoja Sûriya nû de cih negre, wê li Sûriyê tu carî îstikrarekî mayinde çênebe, wê pergalek wiha bi serkeftî jî nebe. Ji ber wê ye gelek rayedarên welat û hêzên cîhanî di her fersendê de balê dikişînin li ser giringiya cihgirtina Kurdan di Sûriya nû de.
Tam di demek wiha hesas de ger em dîsa bêne li ser giringiya hevdîtina Mesûd Berzanî û Mazlûm Abdê, helbet avakirina yekrêziya mala kurdî ji her demê bêhtir di vê demê de heyatî ye. Ji ber zanista vê hesasiyetê ye, Kurdekî di şaneyek wî tenê de bi qasî misqale zire welatperwerî mabe, wê bi yekîtiya Kurdan, yekrêza mala Kurdî şa bibe. Ji xwe di her daxuyaniyek xwe de Mazlûm Abdî balê dikişîne li ser giringiya yekrêziya Mala Kurdî. Ji ber kesayetek pêşeng e ji herkesî zêdetir di wê zanebûn û ezmûna giringiya yekîtiyê de ye. Bi taybetî di vê pevajoya ku çarenûsa Kurdan mijara gotinê de ye, yekîtiya Kurdan nebe nabe. Ji ber hesasiyeta pêvajoyê ji her demê zêdetire, lewra di vê demê de yê ku dijberê yekîtiya Kurdan tevbigre helbet wê dîrok wî efû neke û wan bi damgeyek reş bişîne li ser sêrgoya dîrokê. Ji ber vê hevdîtina Mazlûm Abdî û Mesûd Berzanî çiqasî karibe xizmeta yekîtî û yekrêziya mala Kurdî bike, ewqas wê bi wate be. Tê payîn di hevdîtina Mesûd Berzanî û Mazlûm Abdî de hem rewşa herêmê, Sûriyê û Kurdistanê bê destgirtin, hem jî ji bo Kurd di siberoja Sûriyê de xwedî maf bidin, divê ji niha û şûnde xwedî helwestek çawan bin, wê ev yek bêne nîqaş kirin. Dîsa di pêvajoyekî ku nexşe têne guhertin de, êdî li cihê paymana Lozanê, peymanên nû di rojevê de ne, ji bo Kurd sedsalên din jî winda nekin, tê payîn ku yek dengî û yek helwestiya hêzên Kurdî bê gotf û go kirin. Tenê yek bendewariya gelê Kurd heye ew jî; hêz û aliyên kurd nakokiyên xwe bidin aliyekê, di fikir de pir reng bin, di daxwaz û helwest de yek deng bin.
Ger hevdîtina Mesûd Berzanî û Mazlûm Abdî karibe îradeyek ku hemû hêz û partiyên Kurdan ên Rojava bîne gel hev, ji van hêzan şandeyek hevbeş çêbike, li ser daxwaza fedraliyê hemû aliyên Kurdî yek deng bike û bi vê hêzê bike rêwiyê Şamê wê misyona dîrokî bilîze. Ji ber Xewn û Xeyalên Kurdan yekîtî yekîtî, yekîtî û dîsa yekîtî ye. Ezmûnên Kurdan her carî nîşan daye ku ”GER KURD NEBIN YEK WÊ HERIN YEK BI YEK”. Ji ber zanebûna van Ezmûnaye, bi her dibêtiya yekîtiya netewî ewqas bi hêvî û xiroş dibe. Di van rojên xeternak ku çarenivîsa herêmê ji bo sedsalên pêşiya me têne diyarkirin de, Kurd bi hêvîne ku hevdîtina Kak Mesûd û Mazlûm Abdî bikare mîmariya yekîtiya hêzên Kurdî bike. Mîna her Kurdekî welatperwer ez jî bi hêviya ku ev hevdîtin vê xeyalê Kurdan bike rastî, nivîsa xwe bi encam dikim.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 424 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 25-01-2025
Gotarên Girêdayî: 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 16-01-2025 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 25-01-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 30-01-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-01-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 424 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.266 çirke!