Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Ferhenga Kurdipediya
Hevkarên me
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Statîstîk
Babet
  601,792
Wêne
  126,801
Pirtûk PDF
  22,413
Faylên peywendîdar
  133,340
Video
  2,210
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
322,918
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,921
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,185
عربي - Arabic 
47,033
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,996
فارسی - Farsi 
17,517
English - English 
8,663
Türkçe - Turkish 
3,902
Deutsch - German 
2,087
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
368
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
4,026
Cih 
1,264
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,849
Kurtelêkolîn 
7,110
Şehîdan 
4,649
Enfalkirî 
6,271
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
20
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
12
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
2,848
PDF 
35,286
MP4 
4,330
IMG 
241,990
∑   Hemû bi hev re 
284,454
Lêgerîna naverokê
Helbestvanê xweza û evînê Feqiyê Teyran
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her bûyereke li seranserî welêt, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr... Wê bibe çavkanî ji bo Kurdîpêdiya!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Feqiyê Teyran
Feqiyê Teyran
=KTML_Bold=Helbestvanê xweza û evînê Feqiyê Teyran=KTML_End=
Muqedes Agirî

#Melayê Cizîrê# , #Ehmedê Xanî# û #Feqiyê Teyran# sê hostayê mezin, damezrînerên edebîyata Kurdî ya Klasîk in. Rêbaz û şêwazê Feqiyê Teyran, di hûnandina helbestê de ji hemû helbestkarên Kurd ên klasîk cudatir e.
Yek ji fîlozof û helbestvanekî Kurd ê mezin Feqiyê Teyran, li gorî lêkolîneran, di sala 1590’an de, li Miksa ku berê girêdayî Colemêrgê bû ji dayîk bûye. Di sala 1660’an de di 70 saliya xwe de koça dawî kiriye. Hozanê mezin, gelek caran di helbestên xwe de, dîroka dema jiyana xwe diyar dike. Wekî ku di vê çarîna jêrê de dibêje ez 70 salî me û dîrok jî sala 1041ê ya (hicrî) ye.
Mîm û Hê heftê felek çûn
Ji hîcretê dewran gelek çûn
Sal hezar û çil û yek çûn
Ev xezel anî diyar e
Navê Feqiyê Teyran ê rastîn Mihemed e. Di vê çarînê de navê xwe yê rastîn bikar aniye.
Gul im di destê xaran
Bi ismê Mihemed nav im.
Bilbil im di gulzaran
Ji işqê lew zerbav im.
Feqiyê Teyran, ji binemala mîrê Miksê ye. Kurê Mîr Ebdal e. Navê dayîka wî Hizna Xan e û ew jî ji malbata mîrên Colemêrgê ye. Ji ber vê taybetmendiyê, Feqî ji xwe re ”Mîr Mihê” dibêje. Di helbestên xwe de çend mexlesên wek Feqiyê Gerok, Mihemed, Miksî, Xoce, Mîr Mihê, Mîm û Hê, Feqî, Feqe, Feqê Têra û Feqiyê Teyran ji xwe re bikar aniye. Lê di nava gel de, herî zêde bi navê Feqiyê Teyran tê nasîn. Feqî, ji xwendekarên medreseyê re tê gotin.
Tê bawerkirin ku wî ji zimanê çûkan fêm kiriye û bi wan re axifiye. Ji ber vê, ji wî re Feqiyê Teyran hatiye gotin. Feqî, zehf ji xwezayê hez kiriye. Helbestvanê xwezayê ye. Çawa tê gotin, helbestên xwe, li ber ahenga dengê çem û avan di nava dengê çûkan de nivîsiye.
Helbestên Feqî felsefîk in. Mirov ku helbesta wî ya “Ey Av û Av” dixwîne vê kûrahiyê dibîne. Dema ku ew bi avê re diaxive, avê û dilê xwe dişibîne hev. Dema ku mirov li ser vê şibandinê hûr dibe, mirov dibîne ku zehf watedar û kûr e. Çawa dilê Feqî evîndarê Xwedê ye û di evîna gihîştina ber bi Xwedê dilê wî lê dide, bi kelecan bendê ye ku bigihîje xwedê. Avê jî dişibîne dilê xwe ku av jî biherike bigihîje deryayê û bi deryayê re bibe yek.
Ey av û av, ey av û av
Ma tu bi `işq û muhbetê
Mewc û pêlan tavêy belav
Bê sekne û bê ra`hetê
Bê ra`het û bê sekne yî
Yan `aşiqê baxwe xwe yî
Yan şubhetê qelbê me yî
=KTML_Bold=Ji işqa kê natebitê=KTML_End=
Feqiyê Teyran, xwediyê têgihiştinaka pir kûr e. Di felsefeya xwe de, li pey lêgerîneka haqîqetê de ye. Feqî, bi nêzîkatîyeke felsefîk, li xweşik axiftinê dinere. Feqiyê Teyran, di nav civata xwe de, ew weke mirovekî ku bi aqilê xwe êdî ji xwe bihurandî tê nasîn. Di nav civakê de nêzîkatîya li şêxekî li wî tê kirin. Ew di derbarê têgihiştin, fikir û dîroka olê de, xwediyê zanebûn û têgihiştinaka pir kûr e. Ew dixwaze ku çi aqil di serê wî de heye bide mirovên li dora xwe ku wan ji nezaniyê xilas bike.
Şêwazê Feqî cûda ye
Melayê Cizîrê, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran sê hostayê mezin, damezrînerên edebîyata Kurdî ya Klasîk in. Rêbaz û şêwazê Feqiyê Teyran, di hûnandina helbestê de ji hemû helbestkarên Kurd ên klasîk cûdatir e. Fîlozofê mezin, di serdema xwe de helbestên xwe ne bi zimanê dîwanî, bi zimanê gelêrî nivîsiye. Feqî, hostayê qesîdeya Kurmanciyê ye. Di nav helbestên wî de ‘xezel, mesnevî û dîtir qalibên helbesta klasîk li ber çavan nakevin.
=KTML_Bold=Feqiyê Teyran helbestvanê gel e=KTML_End=
Feqî, li dijî zilm û zextên mîran bûye. Digel ku ew ji malbata mîran e xwe ji xelkê dîtiye. Zilma mîr, axa û began ti caran nepejirandiye û xwestiye gel jî nepejirîne û li hemberî zilm û zordariyê têbikoş e. Her tim di nav gel de bûye. Gava em li helbestên wî binêrin em ê bibînin ku gel ji derdên wî yên sereke ye. Êşên gel guhdar kiriye bi êşên wan re xemgîn bûye dilşadiya wan re şad bûye û ev yek bûye mijarên helbestên xwe.
Nesaxê êşan ez im
Bi kul û derdan ez im
Mecrûh ji qehran ez im
Tazî û ûryan ez im
Ê dûr ji şehran ez im
Feqiyê Teyran ez im
Tê gotin ku rojekî ew li Çiyayê Reş, rastî keçikekê bi navê Dîlber tê. Feqiyê Teyran, xwe dide nasîn û serpêhatiya Dîlberê guhdar dike. Dîlber, keça mîrekî ye û dilketiyê wê kurmamê wê ye û navê wî jî Dilşad e. Ew ji hevûdû hez dikin û bi hev re direvin tên xwe begê bi navê Reşîd digirin. Lê Reşîd Beg, çav berdide Dîlberê ji ber vê yekê jî, dildarê wê Dilşad dikuje û hewl dide ku dest bavêje Dilberê. Lê Dîlber ji destê wî direve û diçe xwe li Çiyayê Reş digire. Êdî çiyayê Reş dibe yekane stargeha Dîlberê. Êdî keçik, derdê xwe bi girî û hêstiran bi hawar û dilşewitî ji Feqiyê Teyran re dibêje û dibêje…
Dîlbera dilbirîn, ji Feqiyê Teyran dixwaze ku, ew here mala bavê wê derdê wê û serpêhatiya wê ji bira û bavê wê re bêje ku werin bi hewara wê de. Feqiyê Teyran jî bi gotina Dîlberê dike û alîkariya wê dike. Bûyera ku di serê Dîlberê re derbas bûye, evîna wê ya nîvco mayî ya bi keser, bandorekê mezin li ser hostayê mezin dike û li ser vê bûyerê qasîdeya Ey Dilberê dinivîse.
ey dîlbera qamet misal,
way nazika dilî hejar,
te ji xandinê kirim betal,
wêran ezim, malim xirab.
ey dîlberê, way dîlberê,
firyad ji destê keserê,
avik ji ava kewserê,
wêran ezim, malim xirab.
ey dîlbera gerden zirav,
dêm şûşeye, tijî gulav,
ey duxtera bejna zirav,
wêran ezim, malim xirab.
=KTML_Bold=Mijarên helbestên Feqiyê Teyran=KTML_End=
Feqîyê Teyran di helbestên xwe de behsa felsefe, dîrok wêje, hedîs û tesewifê dike. Ev jî dide nîşandan ku wî xwendineke baş kiriye. Helbestvanê me li gelek cihên mîna Misk, Hîzan, Cizîr û Finikê xwendîye. Hostayê mezin ê Kurd, ne tenê helbestvan bûye. Ew di heman demê de fîlozof e jî. Li gorî wî eşqa mecazî û eşqa rastî di nav hev de ne. Di mijarên helbestên wî de baweriya ol, Xwedê, Pêxember cih digre.
Miksî dibê avê we bû
Pêxemberan aqil hebû
Qet hewceyî pirsan nebû
Wan dest gihabû suhbetê
Zimanê xwerû bikar aniye
Feqîyê Teyran yek ji helbestvanên herî bi nav û deng ê Kurd e ku, helbestên wî ji helbestên helbestkarên Kurd ên din bêhtir belayî nav gel bûye. Sedema vê yekê jî ev e ku Feqî, helbestên xwe bi zimanekî sade û nêzîkî zimanê axaftina rojane ya serdema xwe nivîsiye. Ji ber vê yekê gelek kesan helbestên wî xwendiye. Fîlozofê mezin, Erebî û Farisî gelek baş zanibûye, lê helbest û berhemên xwe bi zimanê Kurmancî nivîsiye.
Hêstirim barîn ji xwînê, sotim ez derdê evînê
Kes ji min naket yeqînê, ay dilê min ay dilo
Da’x û kovan bê hisab in, mi‘hnet û êș û ‘ezab in
Xem ji qelbê min ve nabin, ay dilê min ay dilo
Hevaltiya Mela û Feqî
Tê gotin ku Feqî şagirtê Melayê Cizîrê bûye di heman demê de hevalên hevûdû yên qedîm bûne. Feqî ji bajarê Wanê diçe Cizîra Botan û serdana hevalê xwe Melayê Cizîrî dike. Gava Mela û Feqî digihîjin hev, bi gotinên xweş û helbestî dilê hev xweş û geş dikin. Her du fîlozof û hostayên mezin di gotûbêjekî de bi aweyekî edebî pesnê hevûdu dane. Ev gotûbêj hem di Dîwana Mela de û hem jî di Dîwana Feqî de cîh girtiye. Di vê gotûbêjê de Mela 25 malikan, Feqî jî 25 malikan dibêjin.
Feqî
Sela ma min heqîrî
Sedefek divê têkin
Îro li Cizîrê
Heqe li Melê kin
Mela
Selamên Milyaketan
Bê Hed û bê Hesab in
Şibhetê ava şetan
Li Mela li Mîm û Hê bin
Feqî
Birîndarê işqê me
Dûrim ji siha bihan
Dizanim meddahê kê me
D’hezar û yek û sehan
Senaxwanê Melê me
Li hemû erd û cihan
Mela
Hindî ku digazehim
Dikêşim sebr û xîrê
Şubhetê çeng û zeh im
Hîlak in j’derba tîrê
Senaxwanê Feqeh im
Îroke di Cizîrê
Meriv ji pesindayîn û gotinan, wan baş fam dike ku hevaltiyeke zexm di navbera wan de heye. Feqiye Teyran piştî mirina Melayê Cizîrî, li ser wî helbesta bi navê “Qewî Îro Girya Me Tê” dinivîse.
Qewî îro ze’îf im ez
Dinalim ez li wî tayê
Di burhanan dihat fal im
Tilisma wesletan nayê
Hostayên mezin ên Kurd Elî Herîrî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran beriya Fîlozofê mezin Ehmedê Xanî jiyane. Ehmedê Xanî di berhema xwe ya Mem û Zînê de wiha behsa her sê hostayên Kurd dike.
Bi navê rûhê Melayê Cizîrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Dê keyfek bida Feqiyê Teyran
Heta ebed bimaye Heyran
=KTML_Bold=Berhemên Feqiyê Teyran=KTML_End=
Berhemên Feqiyê Teyran bi teqez nayên zanîn lê Feqî bi xwe du helbestên xwe yên cuda de dibêje ku “du cild” helbest nivîsiye. Berhemên wî yên heta niha tên zanîn ev in:
Qewlê Hespê Reş
Sîseban
Xan Dimdim
Qiseya Bersiyayî
Ey Dîlberê
Zembîlfiroş
Ey Av û Av: Ji 277 malikan pêk hatiye. Di sala 1989an de bi xebata Abdulreqîb Yûsiv li çapxaneya “El Hewadîs” li Bexdayê hatiye çapkirin.
Şêxê Sen’an: Ji aliyê xanim Margirit Rodînko ve hatiye berhev kirin û di sala 1965'an de, li Moskow çap bûye. Berhem ji 313 çarînan pêk hatiye.
Bersîsê ‘A’bid: Li gorî Abdulreqîb Yûsiv ev helbest ji 422 malikan pêk hatiye.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,411 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 18
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 26-04-2021 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Helbest
Kategorîya Naverokê: Jînenîgarî, (biyografî)
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras HisoA.H.) li: 17-08-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara KamelaS.K.) ve li ser 19-08-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara KamelaS.K.) ve li ser 19-08-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,411 car hatiye dîtin
QR Code
Zêdetir
  

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.5
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 2.922 çirke!
Hêvîye pîçekê xu lê bigire