Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,627
Wêne
  123,367
Pirtûk PDF
  22,047
Faylên peywendîdar
  124,699
Video
  2,191
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,798
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,258
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,641
عربي - Arabic 
43,528
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,394
فارسی - Farsi 
15,543
English - English 
8,501
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,021
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,530
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,816
Kurtelêkolîn 
6,778
Şehîdan 
4,481
Enfalkirî 
4,732
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,217
PDF 
34,611
MP4 
3,812
IMG 
232,482
∑   Hemû bi hev re 
272,122
Lêgerîna naverokê
Zayenda mirov
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Mebesta me ew e ku em wek her gelî bibin xwedî bingeheke niştimanî û netewî.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Zayenda
Zayenda
Kurê Reşîd
#Zanyar# di sala 1920 de kifş kirin ko çêbûna zayenda mirov ji aliyê bavê ve tê rêkxistin. #Mirovahî# ji zêdetirê sed salê, ji rêbaza diyarbûna zayenda mirov û zîndewerên din agahdar e. Lê mixabîn îro jî li hin beşên #Kurdistan#ê û dinyayê de hinek zilam ji vê zanyariyê bêpar in.
Zilam ji bo peydabûna zayenda zarokên xwe hevjînên xwe tawanbar dikin. Ango ji zilaman wetrê heke dayik kurêk neanibe dinyayê ev ji ber kêmasiya dayikê ye. Ji ber vê fikra şaş, jin hertim rastê tundiyê û zilmê hatine. Hin caran zilam hewî anîne ser jina xwe, hin caran jin hatine berdan û hin caran jî hatine kujtin. Ez hêvî dikim vê gotar ji aliyê zilaman ve baş were xwendin.
–Sîstema XY ya diyarbûna zayendê–
Di peresîna embriyoyê de rêbaza peydabûna zayenda weçeyê wekî sîstema diyarbûna zayendê (bi inglîzî: sex-determination system) tê navkirin.
Zayenda hin zîndeweran li gor şert û mercên hawirdorê diyar dibe. Wekî mînak zayenda corek kûsî yên bi navê Emys obicularis li gor germahiya hawirdorê diyar dibe. Heke germahiya hawirdorê ji 30°C yê zêdetir be, ji hemû hêkan çêjikên mê der dikevin. Lê heke germahiya hawirdorê ji 25°C yê kêmtir be, vê gavê ji hemû hêkan çêjikên nêr der dikevin. Gava germahiya hawirdorê 28.5°C be, îcar nîvê çêjik nêr, nîvê çêjik jî wekî mê ji hêkan derdikevin.
Lê agahiyên bo diyarkirina zayenda mirov, memikdar, û pirraniya ajalan ne li gor hawirdorê, lê wekî zanyariyên bomaweyî li ser kromozomên dayik û bavê de derbasî weçeyê dibe.
Bi kromozoman diyarbûna zayenda zîndeweran bi 5 şeweyî rû dide(–12).

1.Sîstema XY ya diyarbûna zayendê (bi înglîzî: XY sex-determination system)
2.Sîstema ZW ya diyarbûna zayendê (bi înglîzî: ZW sex-determination system)

Sîstema X0 ya diyarbûna zayendê(bi înglîzî: X0 sex-determination system)
Sîstema haplodîploîdî ya diyarbûna zayendê (bi înglîzî: Haplodiploidy)
Sîstema hevbenda kromozoman a diyarbûna zayendê( bi înglîzî: compound chromosomal mechanisms)
Li gel mirov, zayenda pirraniya memikdaran, hin masî, xişok û kêzikan li gor sîstema XY tê diyarkirin. Di sîstema XY-yê de nêr kromozomên zayendê yên XY, mê kromozomên XX lixwe digirin û zayenda weçeyê ji aliyê kromozoma Y-yê ve tê diyarkirin.
Her xaneyên laşê mirov 46 kromozom (23 cot) lixwe digire. Ji vana 22 cot kromozom wekî “kromozomên laş” (bi înglîzî: somatic chromosomes / autosome) tên navkirin. Erk û pêkhateyên 22 cotên kromozomên laş di xaneyên nêran û mêyan de heman e. Cota din a kromozoman jî wekî “kromozomên zayendê” (bi înglîzî: gonosome / sex chromosomes) tê navkirin. Zayenda mirov ji aliyê kromozomên zayendê ve tê diyarkirin.
Li gor vê esasê hejmara kromozomên xaneyên mêyan (44+ XX) e, û ya nêran (44+ XY) e. Ango di xaneyên mirovê nêr û mêyan de kromozomên zayendê ji hev cuda ne.
Sperm û hêk bi dabeşbûna mîyozî ji xaneyên gametçêker (bi înglîzî: germ cells) tên bi destxistin. Xaneyên gametçêker bi dabeşbûna miyozî hejmara kromozomên xwe dadixînin nîve. Ji xaneya çêkerê hêkê, bi miyozê hêkexaneya (22 + X) kromozomî peyda dibe. Ji xaneya çêkerê spermê du cor sperm peyda dibin, spermên bi kromozomên (22 + X) û spermên bi kromozomên (22 + Y)(–12a). Ango li gor cora kromozoma zayendê, hêkexaneyên mê yê yek cor e, lê di nêran de xaneyên sperm du cor in.
Dema pîtînê de, 23 kromozomên hekexaneyê bi 23 kromozomên spermê ve yek dibin û zîgota 46 kromozomî peyda dibe. Heke xaneya hêkê (22 + X) bi sperma (22 + Y) ve yek bibe, embriyo ya bi (44+ XY) kromozomî dirist dibe, vê gavê zayenda embriyoyê nêr e.
Lê heke hekêxane bi sperma (22 + X) kromozomî ve yek bibe, îcar embriyoya bi (44+ XX) kromozomî çê dibe û zayenda embriyoyê mê ye. Ango diyarbûna zayende di dema pîtînê de rû dide.
Hebûna kromozoma Y-yê dibe sedema çêbûna zayenda nêrtiyê. Kromozoma Y ji kromozoma X-ê piçûktir û kintir e. Li ser kromozoma X-ê de bi qasî 1090 gen cih digire, lê tenê bi qasî 80 genên kromozoma Y-yê heye.
Zanyarê emerîkî Theophilus Painter, di salên 1920 dan de da nîşankirin ko zayenda mirov û memikdaran ji aliyê kromozomên X û Y ve tê diyarkirin û kromozomên diyarkerê zayendê, di sperman de cih digirin.
Di sala 1990î komek lêkonlînê ya ji Britanyayê li ser kromozoma Y-yê de genek kifş kir. Ev gen ji bo peresîna gunan kar dikir. Wê genê wekî SRY( sex-determining region of Y) ango “beşa Y-yê ya diyarkirina zayendê” nav kirin. Heke di embriyoyê de ev gen tune be, li dewsa gunan, hêkdank diperisin, ango embriyo bi zayenda mê diperise. SRY, ji bo rêkxistina genên din, proteînên taybet dide diristkirin. Bi vî awayî ji bo diyarbûna zayenda nêrtiyê gellek gen kar dikin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,494 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | krd.riataza.com
Gotarên Girêdayî: 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 15-10-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 30-10-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 31-10-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 30-10-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,494 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.152 KB 30-10-2022 Sara KamelaS.K.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.891 çirke!