Zehra Mihemedî li bajarê Sine ji dayik bûye û mezin bûye û pênc xuşk û du birayên wê hene.
Lîsans û mastera xwe li zanîngeha Bîrcendê, li rojhilatê Îranê, zanîngeha Erdnîgariya Siyasî wergirtiye.
Zehrayê bi du hevalên xwe re bi armanca fêrkirina ziman û wêjeya kurdî navenda çandî û civakî ya “Nûjîn” ava kir, ji bo hînkirina zarokên kurd li bajarê Sine û gundên wê.
Zehra 10 sal ji jiyana xwe terxan kir ku bi dilxwazî, bê westan zimanê dayikê fêrî zarokan bike. Sine jî wek bajarên din ên rojhilatê Kurdistanê û Îranê, di dibistanên wê de tenê zimanê farisî heye, tevî ku piraniya nifûsa wê Kurd in.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 584 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!