پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
ناسر سادقی
29-02-2024
سەریاس ئەحمەد
پەرتووکخانە
بەڵگەنامەی کۆنگرەکانی حیزبی دێموکرات (کۆنگرەی 10 تا کۆنگرەی 17) بەرگی 2
29-02-2024
سەریاس ئەحمەد
پەرتووکخانە
بەڵگەنامەی کۆنگرەکانی حیزبی دێموکرات (کۆنگرەی 1 تا کۆنگرەی 9) بەرگی 1
29-02-2024
سەریاس ئەحمەد
ژیاننامە
ڕزگار حاجی حەمید
29-02-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
دزینی سروودێکی نیشتمانی کوردیی و گۆڕینی بۆ سروودی نیشتمانیی ئێران
28-02-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
ساتی دەرهێنانی شەهیدانی ئەشکەوتی داری خلە لە ساڵی 1991
27-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
(سەعدى) شاعير فارسێکى شيرازيى، يان کوردێکى هەورامى؟
27-02-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
شیلان گەیلانی
27-02-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
موسعەب ئەدهەم
27-02-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
کەریم حیکمەتی
27-02-2024
زریان سەرچناری
ئامار
بابەت 510,745
وێنە 103,095
پەرتووک PDF 18,736
فایلی پەیوەندیدار 92,924
ڤیدیۆ 1,194
شەهیدان
ئیسماعیل ئاغای شکاک
ژیاننامە
کەریم خانی زەند
ژیاننامە
سیامەند ڕەحمانی
شوێنەکان
ئەبوغرێب
مۆزەخانە
یادگەی نیشتمانیی بارزانی
Koka zimanê kurdî
هەر کونج و ڕووداوێکی وڵات، لە ڕۆژهەڵاتەوە تا ڕۆژاوا، لە باکوورەوە تا باشوور... دەبێتە سەرچاوەی کوردیپێدیا!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zimanê Kurdî

Zimanê Kurdî
D. N. MacKenzie
ji inglîzî: Newzad Hirorî

Profesor V. Minorskyî di nivîsareka xwe de ya ko wî di sala 1938-ê de li Brukselê pêşkêşî kongreya cîhanî ya 20-ê ya rojhilatnasan kiribû hemî belgeyên dîrokî, û hinek yên zimannasî, yên berdest li dor koka gelê #kurd# berçav kiribûn. Wî babetî pêwendiyeka rastûrast bi vê lêkolînê ve heye, çunkî heger koka kurdan misoger bihata zanîn, vekolîna dîroka zimanê wan dê hêsantir bûya.
Di destpêkê de, pêngava herî baş ew e ko mirov hinek ji wan teoriyên ko di vî warî de ji rastiyê dûr in ji holê rake. Hinek ji wan, tevî belavbûna nivîsara profesor Minorskyî, hêj dijîn. Rehmetî Basile Nikitineyî hejmarek ji wan di beşê yekê yê lêkolîna xwe ya berfireh li ser kurdan de rêz kiribûn. Kardoxoy (Kardoûcoi bi yûnanî) ya Xenophonî hemî wextan ji bo kesên ko li babûkalên kurdan digerin bijartina herî rehet bûye. Lê em dibînin ko hinek kesan hewil daye kurdan bi xaldiya urartuyan, sagartiyan, yan zikirtuyan, û herweha gutiyan ve girê bidin li ser bingehê ko wan peyvan wekheviyeka dengî, çi zêde çi kêm, li gel navê îro yê vî gelî heye. Xaldî, xweşbextane, ji meydanê hatiye derxistin çunkî ew, wek têt zanîn, navê xudêyekî ne yê miletekî ye . Hemî girêdanên dî ji aliyê naveroka xwe ve ne mimkin in.

Diyar e ko derbasbûna navên Kmrtioi (kurtyoy) yan Cyrtii (kurtî) di nivîsên Polybios, Livius û Strabonî de bi rastî amajeya eşkere ya yekane ye bo kurdan di berhemên #nivîskar#ên kevin yên berî me de. Herdu nivîskarên yekê behsa wan wek qolên rimhavêj di leşkerên Med û Asyaya Biçûkê de dikin. Lê Strabon wan eşkere bi çiyayiyên kûvî yên ko li Med û Ermenistanê, lê herweha li Parsê, dijîn, bi nav dike. Ji bilî vê îdîaya daawiyê, hemî belgeyên pozitîv nîşan didin ko kurd gelekê medî ye. Profesor Minorsky vê dîtinê bi germî hembêz dike.

Heger em bihên serdema ereban, em dê bibînin ko navê kurd ramaneka nû ya heqaretbûnê wergirtiye û di pratîkê de bûye hevmaneya “koçer”-ê. Bo nimûne, profesor Minorsky gotinên erdnasê sedsala nehê Ibn Rustayî vediguhêze dema ew wesfa lombardan dike û dibêje ko ew “wek kurdan, li deştê di kûnan de dijîn” . Ev nav îro bi geşbûna hesta neteweyî ya kurdî ji bo hema bigire hemî gel û eşîrên ko di navbera tirk û ereban li rojavayî û farisên xwerû li rojhilatî de hene têt bi kar anîn. Ev, di nav gelên îranî de, ji bo lor û eşîrên goranî yên cida jî derbaz dibe. Dîtina kurdên vê serdemê jî li ser dîrokê ji xwe sade ye. Çunkî ew hest dikin ko pêwîstiya wan bi babûkalên lehengî heye û dibînin, wek bibêjî, kes li mediyên desthilatdar xwedî derneketiye, vêca bê dudilî xwe bi wan ve girê didin. Bi cidî, niho li nik wan bûye adet ko hejmara 612-ê, sala ko mediyan Nînewa dagîr kirî, li ser tarîxa me zêde bikin û bi navê tarîxa medî bi kar bînin.
Di vê tevlîhevbûna faktayên kêm û texmînên pir de, belgeyên zimannasî roleka giring dilîzin. Lê, ev war jî qet ne zelal e, çunkî profesorê navdar N. J. Marrî carekê ji caran hêvî dikir şopepeyvên “kurdiyeka kevnar” di kurdiya nûjen de bibîne da bibe beşek ji grûpa kertî yan gorcî ya tayê zimanên yafitî. Gotina pêdvî di heqê teoriyên weha de ew e ko ew ji bo piştgiriya xwe hêj li benda wan faktayan in yên ko dê bi borîna wextî eşkere bibûna. Halê hazir, em dikarin bi rehetî bibêjin ko kurdî zimanekê îranî yê normal e. Erkê min yê pêşîn ew e ko divêt ez kurdiyê bi rêya destnîşankirina sîmanyên ko wê ji devokên dî yên îranî cida dike bidim nas kirin. Mixabin! Divêt ez her ji destpêkê li xwe mukir bihêm ko encamên min bi giştî negatîv in, çunkî hema bibêje her sîmayeka kurdiyê hembereka xwe di devokekê yan pirtir yên îranî de heye.

Berbiçavtirîn sîma guhorîna [m]-ya pêşvokal bo [v]-yê, paşî di hinek devokan de bo [w]-yê ye; b.n.:
kurdî [8] nav/w avestayî namen-
hav/wîn hamine
dû(v) dume
kev/wan : farisî keman
Hinek nimûneyên vê guhorînê, wek ko Paul Tedescoyî di nivîsara xwe de “Dialektologie der Westiranischen Turfantexte” de diyar kiribû, di parsiya manî de jî hene. Guhorîneka wek vê carcarkî di belocî û loriyê de û sîstematîk di vefsiyê de jî xuya dibe. Lê ev nabe belge ko ew sîma sîmayeka hevbeş ya malbatî ye di van hemî devokan de. Ev di hejmareka berbiçav ya peyvên ji erebiyê nûdeynkirî de di kurdî û vefsiyê de têt dîtin, b.n.
kurdî hev/wîr, vefsî hewîr erebî xemîr
civat cema’et
tewaw temam
(şem) şewe şeme’

Ev sîma bi tenê di devoka belociya jorî de , ya ko ji hemî devokên dî yên belociyê pêşveçûyîtir e, heye û bi [m]-ya navvokal ve girêdayî ye. Zêdebarî vê jî, vokala berî wê ginginî ye.
belociya jorî haveg : belociya jêrî bameg “zevî”, farisî zam
nyava : nyama “nîva” miyane
nevaş : nemaş “nivêj” nemaz

Kurdî di guhorîna grûpên dengan [şm] û [zm]-an bo [v] yan [w], li gor devokan, bêhempa ye. Tesaduf, ev diyar dike ko guhorîna [m] bo [v/w]-yê paştir çê bûye, çunkî ketina konsonanta yekê ya van grûpan gelek belav e, b.n.
çeşma farisî, ya ko bi kurdî çav/w e, di belocî, goranî û vefsiyê de çem e, di gîlekiyê de çum e û di ormurriyê de cimî ye.
tuzma farisî, ko bi kurdî tov/w e, di belocî û goraniyê de tom e û di peştoyê de toma (di maneya “hevîr” de) ye.
şuzma farisî, ko bi kurdî şov, şow, şêf e, di belocî û goraniyê de şom e û di vefsiyê de şûm e.
Hebûna [k]-ya destpêkê hember [x]-ya îranî, [kh]-ya sanskrîtî, bi dîtina serpê, wek sîmayeka xwerû kurdî xuya dike, b.n.
kurdî ker (guhdirêj) : farisî xer, avestayî xere-
kenîn : xendîden, îranî Ö xend
kanî : vefsî xanya avestayî xen-
Rast e ko formên weha di devokên rojhilatî jî de tên dîtin, b.n.
belociya jêrî ker, paraçî khör “ker (guhdirêj)”
kendeg khen-, wexî kand- “kenîn”,
lê ev guhorîn di van devokan de li gel guhorîneka wek vê ya frikatîvên destpêkê yên dî, [f], [q], ya ko şopên wan di kurdiyê de nînin pêk tên. Lêkera kurdî, kirrîn (farisî xerîden), ya ko bi temamî ji *xrî– ya îranî, krî– ya sanskrîtî û *qurei ya hindo-ewropî hatiye, hemî hîviyên ko kurdiyê bi awayekî *kh-ya pêşîranî parastiye pûç dike. Ev xuya dike ko [k]-ya destpêkê di hemî nimûneyên kurdî de ji frikatîva îranî hatiye.

Parastina şêweyekê kevnar yê riha çyu- “ç-” (ji lêkera –çûn-ê) sîmayek e ko kurdiyê ji gişt cîranên wê yên nêzîk cida dike. Mirov dikare piştrast bibêje ko [ç] di qurmên ko ji vê rihê ava bûne de di hemî devokên kurdî de heye, lê ew di devokên îranî yên rojavayî yên dî de ji mêj e bûye [ş]. Şêweyê kevintir di devokên îranî yên rojhilatî de zindî ye wek ko formên li jêrê diyar dikin.
peşto j-, wexî ç’aw-, paraçî çh-, ormurrî caw-, osetî caaw-.

Bi kurtî, ez ji bilî vê [ç]-yê û guhorîna [şm] û zman hîç sîmayeka dî ko di nav hemî devokên kurdî de belav e û li derveyî wan nahêt dîtin nabînim. Diyar e ji bo veqetandina bêdudilî ya kurdiyê ji devokên dî yên îranî, pêwîst e ko ew hema hîç nebe li gel her devokeka îranî ya rojavayî bihêt hember kirin û sîmayên wan yên wekhev û jêkcida bihên rêz kirin. Divê, ji bona hoyên pratîkî, kurdî, ya ko ji aliyê îranînasan ve bi giştî bi “kurdî” hatiye nav kirin, li gel cîranên wê yên kevin û nû yên herî nêzîk bihêt hember kirin.
Ev cidakirina dawiyê hat kirin da amaje bi wê nivîsara Tedescoyî bêt kirin ya ko wî tê de diyar kiriye ko belocî, herçend ko îro serekî li xilasiya başûr- rojhilatê devera îranî têt peyvîn, di esl de zimanekê îranî yê bakur-rojavayî bû û cîraneka nêzîk ya kurdiyê bû. Tedescoyî gelek sîmayên hevbeş di nava wan de rêz kirine. Lê, yek sîmaya serekî ko têra veqetandina belociyê ji hemî zimanên dî yên îranî yên rojavayî û kurdiyê dike parastina temam ya konsonantên navvokalî di belociyê de hemberî dereceyên cida yên guhorînê li cihên dî ye. Hember bike!

-p- belociya jêrî ap :kurdî av/aw :goranî awî
-t- dîte : dî : dî
-ç- roç : roj : ro
-k- zemîk “deramet” : zev/wî
-d- wad : xwê
-c- drêc : dirêj
-g- rogen : ron : rûen
Devokên lorî, û ji wan bextiyarî , di warê zimannasiyê de îro cîranên kurdiyê yên herî nêzîk in ji aliyê başûrî ve. Ev zêde wek farisiya nû ne û lewre divê bi hev re bihên mamele kirin. Ew bi hejmareka guhorînên dengsazî, ko farisîbûna wan baş têt zanîn, ji kurdî, belocî û devokên dî yên îranî yên bakurî tên cida kirin. Mirov dikare [d]-ya farisî hember [z]-ya îranî dane, b.n.
farisî danisten : kurdî zanîn bextiyarî danisten belocî zaneg
damad : zav/wa dûma, dowa goranî zema
Paşî [h]-ya farisî heye ya ko ji [q] (yan [s]) û [d]-ên kevin hatiye û li hember wê di kurdî û yên dî dibe [s] yan [z] ye; b.n.
farisî, bextiyarî ahen : kurdî, belocî asin
farisî ahû, bextiyarî ahî : kurdî, belocî as(i)k
farisî, bextiyarî mahî : kurdî masî, goranî mas[awî
farisî xwah-, bextiyarî xo- : kurdî xwaz-, goranî waz-
Li dawiyê, [z]-yê farisî ji [c]-ya kevin, ya ko di belociyê de hatiye parastin û di kurdiyê de bûye [j], hatiye; b.n.
farisî zen, bextiyarî zêne : kurdî jin, belocî cen
farisî zîsten : kurdî jîn
farisî zih : kurdî jê, belocî cig

Cîranên kurdiyê yên dawîn yên ko divêt bihên behs kirin devokên herî nêzî wê ne. Bi rastî, gotina “cîran” ne gotina herî di cih de ye çunkî devokên goranî yên ko em dê behsa wan bikin niho kin bûne û bûne giravên axiftinê yên biçûk di nav deryayeka kurdiyê de. Di cihên ko goranî tê de taybetmendiyên bakurî nîşan dide, kurdî piranî caran bi devokên farisî re ye. Yek ji van haletan, guhorîna [y]-ya destpêkê bo [c]-yê di farisî, kurdî, û belociyê de ye ya ko di goraniyê de hatiye parastin nimûneyek e ji wan haletan; b.n.

goranî yeve : farisî ceu : kurdî co avestayî yeve-
yeker : farisî ciger : kurdî cerg avestayî yaker-

Dibe ko ev herdu peyvên kurdî ji farisiyê hatibin deyn kirin, lê ev yek ji bo peyva kurdî car-ê, ya ko dikeve hember car-a farisiya navîn û yavena ya parsî, qet derbaz nabe.
Goranî di guhorîna [hw]-ya destpêkê ya eslî bo [w]-yê de wek belociyê ye, lê encam di kurdî û farisiyê de [xw] ye; b.n.
goranî, belocî wan- : farisî xwan-, kurdî xwên- Öhwan
goranî, belocî wer- : farisî xwur-, kurdî xo- Öhwer
goranî wê, belocî wet- : farisî xwud-, kurdî xo- Ö avestayî xweto

Di vê navê de, hêja ye bêt gotin ko di vî halî de kurdî taybetmendiyekê, ew jî guhorîna [hw] bo ­[f]-yê ye , ya ko ji bo mediyê têt hesab kirin nîşan nade.
Ev hevalbendiya netemam ya kurdiyê li gel herdu terefan hizrekê li ser wargehê eslî yê devokên kurdî – yan jî yê eslê wan yê hevbeş – li gel devokên îranî yên rojavayî yên dî peyda dike, lê ev babet pêdvî lêkonlînên zêdetir e. Tedescoyî behsa wan kiriye tevî ko ew mijûlî devokên bakur-rojavayî yên tekstên tofanî, anku parsiya manî, bû û wî ew wek devokeka yekgirtî lê ji parçeyên hevgirtî diyar kiribû . Niho mimkin e mirov dîtinên Tedescoyî piçek serast bike bêyî ko encamên wî bihên guhortin. Wî cedwelek ji bo Hauptbeispielea xwe [nûnerên serekî] ko pîvanên wî bûn ji bo grûpkirina devokan çê kiribû. Min ew cedwel kiriye diyagram. Bêguman, aliyê wê yê rastê, bi taybetî yê girêdayî navên “Caspian” (xezerî) û “Central” (navendî), gelek hatiye hêsan kirin; lê, bi dîtina min, aliyê çepê, ko kurdî tê de ciyê xwe di navbera proto-belocî û farisiyê de dike, rewşê qenc dinimîne.
Xêzên cidaker yên eleqedar ev in:

(1) ya ko devokên ko qurmê dema niho ya bi dengê difinî ji lêkera “kirin”-ê, kun- hwd. parastiye ji devokên ko qurmê ji riha ker- heye cida dike,
(2) ya ko devokên xwedî formên partisîp yên ko ji *a-gete ne ji wan yên ko ji *a-gmete yê çê bûne cida dike, (Heger em bikarin ji navê paytextê mediyan biryar bidin, kurdî li vê derê jî ji mediyê vediqete. Eynî ev –gmete di navê paytextê mediyan de bi yûnanî Agbatana (açbetana) û Ekbatana (ekbatana) û bi farisiya kevin He(n)gmetane- ê de heye, bes di kurdiyê de nahêt dîtin.)
(3) ya ko devokên xwedî terkîba îzafeyê, ya ko ji cînavê girêkî yê kevin çê bûye, ji devokên bêyî terkîba îzafeyê cida dike; û li dawiyê
(4) ya ko devokên ko [dw]-ya eslî ya destpêkê kiriye [d] ji wan yên ko ew deng kiriye [b] cida dike û devokên ko [y-]-ya kevnar kiriye [c-] ji wan yên ko ew deng parastiye cida dike. Bi tenê peyvek heye ko van dengguhortinan diyar dike, ew jî şîr yan şift e.

Zimaê kurdî
Bi awayekê siruştî, diyagrama han bi tenê îmkanekê nîşan dide û wê hîç giringiya cografîk nîne. Tertîbkirina devokên behskirî bi her awayekê dî, li gel parastina heman xêzan, dê rewşê aloztir bike.
Kêm ji wan sîmayên mayî yên ko Tedescoyî behsa wan kiriye alîkariya me dikin ko em cihên kurdî, belocî û farisiyê diyar bikin. Bo nimûne, guhorîna [w]-ya destpêkê bo [b]-yê, ya ko di farisî û hindek devokên kurdî de rû daye, guhorîneka nû ye çunkî ew bi taybetî di wan devokên kurdî yên jêrî de yên ko gelek nêzîkî farisiyê ne xuya nabe. Profesor K. Barr bi hizra min rast dibêje ko ev cidahî di devokên kurdî de vedigere tesîra goraniyê li ser devokên jêrî. Ev [w] di piraniya devokên dî yên îranî yên rojavayî de hindik hatiye guhortin, lê ew di belociyê de bûye [g(w)]; b.n.
farisî, bextiyarî bad : goranî, kurdiya jêrî wa : belocî gwat
kurdiya jorî/navendî ba semnanî [28], zehrayî va
farisî, kurdiya jorî/ baran : goranî, kurdiya jêrî waran : belocî gwariş
navendî zehrayî varan
semnanî variş
kurdiya jorî/navendî bîr : goranî, kurdiya jêrî wîr : belocî gîr
(farisî), bextiyarî bêz- : goranî wêç- : belocî gêç-
kurdiya jorî/navendî bêj- kurdiya jêrî *wîj-

Dîsan xuya dibe ko kurdî û farisî di guhorîna [qr]-ya îranî ya kevin bo [s]-yê de wekhev in. Tedescoyî bi tenê yek nimûne [30], ko hejmara “3” yê ye, bi kurdî sê, bi dudiliyeka qebûlbar dabû. Lê mirov dikare peyveka dî jî, ya ko bi îhtîmaleka mezin ne deynkirî ye ji ber ko nasa wê ya şopbar ya herî nêzîk bi tenê di devoka başkerdî ya Makranê de heye, lê zêde bike. Ew peyva kurdî pê-xwas, yan -xawus, e ko di başkerdiyê de pa-xwewes e. Li milê dî, peyva pa-wirwa di goraniyê de heye û mirov di zehrayiyê de pa-xarowa û –xaropa-yan dibîne. Ev hemî form, wek ko Dr. I. Gershevitchî, yê ko peyva başkerdî dîtibû, bi camêrî ji min re diyar kirî, vedigerin peyva avestayî xwa.aoqra- ko wateya wê “kewşa xwe li pê xwe kirin” e. Vêca,
avestayî xwa.aoqra- *xwausse- xwas [di kurdiyê de]
*(x)wau(h)re- *wawir wirwa [di goraniyê de]
(hb. goranî yerê “3” *hrê *qreyeh-,
û dengguhorkanê di kurdiya navendî de
birrwa bawir)
*x(w)au(h)re- *xaru- (+pa) [di zehrayiyê de]
(hb. zehrayî xos- “xew” xwefse-)
Ji bîr neke ko [s]-ya ko ji [qr]-yê çê bûye di belociyê de jî heye; b.n.
puseg “kur” *puqre-ke-, as “agir” *aqr-

Bi kurtî, em dikarin sîmayeka dî li xêza cidaker ya çarê zêde bikin.
Encamên guhorîna [rd] û [rz] di devokên nefarisî yên cida de yekcar nezelal in çunkî peyv ji hemî aliyan ve hatine deyn kirin. Şik tê de nîne ko guhorîna [rd] bo [l] yan [r] di gelek devokan de rû daye; b.n.
semnanî vel(e), goranî wilî “gul” *werde-
goranî (kendulayî) zil “dil” *zrd-
Lê pêşpirtika lêkerî hur jî, ya ji iridue-ya avestayî hatiye û hember ul-a farisiya navîn e, di goraniyê de heye. Hembera wê di kurdiya jorî de hil û di ya navendî de hel e û bi eynî wê fonema [l]-yê e ya ko em di lêkera palawtin, palêw- de dibînin. Heger em wê ji vê formê *pere-daveye-, ya ko palay- ya farisî jî dide , darêjin, em dê bibînin ko formeka me ya xwerû kurdî bi [w] li şûna [y]-yê, wek parsiyê , heye. Lêkereka kurdiya jorî bi heman wateyê heye, ew jî parzinîn e ya ko di goraniyê wek çay-parzên “sefînka çayê” têt dîtin û paşî wek perzel “fîlter, sefandin” ketiye di nav zimanê ermenî de. Bêşik, herdu lêker dikarin di kurdiyê de bijîn, lê parastina [rz]-yê tiştekê balkêş e. Tedescoyî diyar kiriye ko ev grûp di hindek devokan de bûye [l] bêyî ko di qonaxa [rd]-yê de derbaz bibe. Herçend ev dîtin bo cara yekê biguman têt ber çavan, lê dibe ko ev rewşa kurdiyê be, çunkî di dema ko [z] di peyvên wek zanîn û zava de hatiye parastin, hejmareka pirtir ji peyvên bi [l]-yê (kurdiya jorî) yan [ll]-yê (kurdiya jêrî) ko hemberî [rz]-ya kevnar lê ne parastina wê grûpê ne di kurdiyê de heye. B.n.,

kurdî bil/lind : avestayî birizent-
hêştin, hêl/l- : Öhrz
mil : mirizu-
mal/lîn , mal/l- : Ömrz
kurdiya navendî sipil : spirizen-
kurdiya jorî balgî, balîf : beriziş-, farisî baliş
gilî : Ögrz, farisî gile
lê,
kurdî berz avestayî beriz-
herzin *h(e)rzene-, farisî erzen
û belkî
kurdiya jorî gazin(de) Ögrz

Goraniyê bi tenê berz di maneya “bilind” de heye, lê wê (kendulayiyê) herweha bala “jor” jî heye. Wê mil û mal- “malîn” wek kurdiyê hene, lê herweha mazî “stûna piştê” jî ko ji *merz- hatiye heye. Ez bawer nakim mimkin be ko mirov piştrast bibêje ka bi rastî kîjan guhorîn ya kurdiyê ye, lê mişeyiya peyvên bi [l] yan [ll]-yê, çi resen bin çi deynkirî bin, giring e.
Wisa diyar e ko belociyê [rd] û [rz] jî parastine, lê delîl kêm in. Yek gotina şi’rî, zirdê di wateya “dil” de, ko tê de [rd] peyda dibe heye. [rz] di peyva berz “bilind” û herweha berzî “barzîn” de têt dîtin. Ji van peyvan û ji peyvên dil “dil”, gul “gul” û palay- “sefîn-” ko ji farisiyê hatine deyn kirin derkeve, bi tenê peyvên aloz balad “bilindî”, ko ji *berzad- ya îranî ye, û lêkera ileg, işte “hiştin”, ko ji Öhrz hatiye, tên dîtin. Cidahiya di navbera kurdî û belociyê de di vî warî de têt wê maneyê ko proto-kurdiyê têkiliyên nêzîktir li gel farisiya li başûrî hebûn.

Em ji Tedescoyî dûr dikevin û dibêjin ko eynî boçûna li jorê ji bo hejmareka peyvên ko di esil de xwedî [nd] ne derbaz dibe. Me berê jî peyva kenîn Ö xend dîtibû û em dikarin genîn “genî bûn” Ö gend ya kurdiya navendî, benî Ö bendeke- ya kurdiya jorî û belkî hinartin, hinêr- a kurdiya jorî, ko di kurdiya navendî de (he)nardin, nêr- e û ez li hember ya farisiya manî ya navîn hen(n)ar- di maneya “çav zil kirin” ê de han + Ö der dadinim, lê zêde bikin. Weha, kurdî, wek farisiya manî ya navîn, [nd] kurt dike û dike [n] .

Wekheviya dawiyê di navbera kurdî û farisiyê de di parastina [fr]-ya detpêkê de ye ya ko di gelek devokên îranî yên bakur-rojavayî de bûye [hr] û dengên wek wan û di belociyê de bûye [ş]; b.n.
farisî furûş- : goranî wureş- : belocî şeweşk- *fre-vexş-
kurdî firoş- vefsî rûş-
kurdî firman : goranî hermane “kar” (hb. kurdî ferman)
Li ber rohniya nêzîkbûna kurdiyê ber bi farisiyê ve, bi min giring e ko qet ne be mirov gotinên profesor Minorskyî binirxîne dema ew dibêje ko “kurdî, bi naveroka xwe, … bê şik zimanek e ji grûpa bakur-rojavayî ya zimanên îranî” û herweha tekeza wî ko “divê kurdî li ser bingehê mediyê bihêt zelal kirin”.
* * *
Mijara me heta niho serekî li ser dengsaziya kurdiyê, wek zimanekê yekgirtî, bû. Ev yekgirtin di warê peyvsaziyê de ne mimkin e. Min newekheviyên di navbera devokên kurdiya jorî û navendî yên cida de li cihên dî şirove kirine. Zanyariyên me di heqê devokên kurdiya jêrî de hêj ne temam in, lê ew zanyarî dikarin nîşan bidin ko ew devok bi qeder cidahiya wan ji kurdiya jorî ji hev cida ne. Lewra, ez dê di lêkolîna li pey egerên jêkcidabûna devokên kurdî de xwe piraniya caran bispêrim devokên jorî û yên navendî.
Devoka jorî xuya dike ko ew bi çend awayan ji ya dî kevintir e. Ew di warê dengsaziyê de tenê bi parastina fonemên [v] û [w]-yan, ko hember [w]-ya devokên dî ne, kevnatiya xwe nîşan dide. Bo nimûne,
kurdiya jorî civîn : kurdiya navendî cinêw, cön duşnam
nivistin : nûstin ni + Ö ped
şev : şew xşep-
lê,
kurdiya jorî bawer(î) : kurdiya navendî bawir, birrwa waver
kurdiya jorî û navendî mewîj, mêwîj *medwîçe-
Di heman wextî de, kurdiya jorî di wergirtina fonemên biyanî de, ji wan dengên qelew [s], [t] û [z] yên zimanên samî, dengên nehewadar [p], [t], [k] (yên ermenî !) û herweha [ç]-yeka dakişandî yên ko di zarên dî de peyda nabin, ji devokên dî merdtir bûye.

Li milê dî, kurdiya jorî di warê peyvsaziyê de xwe gelek li ber guhortinan ragirtiye, lê herweha hinek terkîbên xweyî, ko mirov texmîn dike alternatîvên wan yên eslî hene, avêtine. Bo nimûne, wê li dema ko sîstemeka temam ya tewanga navdar û cînavan parastiye, dev bi yekcarî ji paşpirtikên cînavî berdaye. Di devokên dî de, tewang têk çûye, lê paşpirtikên cînavî hêj gelek karan ji karên xwe dikin. Binêre,
kurdiya jorî wê jinê nan pat : kurdiya navendî ew jine nan-î kird
nanî bide min : nan-im biderê
Dîsa, demên borî yên lêkerên têper di kurdiya jorî de ramana xwe ya pasîviyê di sadetirîn formê de diparêzin; b.n.
kurdiya jorî ez derman kirim
Terkîba han kêm caran ji wê ya ko di farisiya kevin de têt dîtin dûr dikeve
ime tye mene krtem
kurdiya jorî eve-ye yê min kir
(Devokên navendî çi qas ji vê formê dûr ketine dê li jêrê bihêt dîtin).
Hîç forma lêkerî ya dî ji bo derbirîna pasîviyê di demên niho de di kurdiya jorî de, wek ya ko di devokên dî yên kurdî de peyda bûne, diyar nebûye. Terkîbeka sade li şûna wê têt bi kar anîn; b.n.
kurdiya jorî dê hête kuştin

Heger em bala xwe bidin kurdiya navendî, em dê hejmareka guhortinên peyvsazî bibînin. Hinek ji wan teqrîben nû çê bûne. Yek ji wan, berfirehkirina terkîba “boriya têper” bi zêdekirina paşpirtika kesî, ko wezîfeya objektê nedîrek dike, bi ser lêkerê ve ye, b.n.
kurdiya navendî xew-im dîw-e “min xewnek dîtiye”
lê xew-im pêwe dîw-ît “min xewnek bi te ve dîtiye”
Heman guhorîn di devoka hewramî ya goraniyê de, ya ko min qeyd kiriye, têt dîtin.
hewramî kitêbeke-m da-nî pene “min pirtûk daye te”
lê ji ber ko hîç nimûne di materyalê hewramî yê Benedictsenî de nahên dîtin, ev sîma nabe sîmayeka hevbeş ne di devokên hewramî ne jî di goraniyê de. Divêt mirov ji bo ravekirina gelek sîmanyên dî yên kurdiya navendî ji goraniyê pê ve dûrtir neçe.
Li pêşiyê, veqetandeka binavkirinê –eke di hewramî, devokên dî yên goranî yên serekî û herweha di zazakiyê de jî heye. Bikaranîna vê paşpirtikê bi tenê di devokên kurdî yên navendî û jêrî de heye. Di kurdiya jorî de, rêya binavkirina navdêrê bi tenê bi bikaranîna rengdêrên îşarkî têt kirin. Zanyariyên li ser veqetandeka dî, -a yê, ya ko di hejmareka berbiçav ya devokên îranî yên rojavayî de belav e ne gelek balkêş in. Ya balkêştir ew e ko ev veqetandek bi yekcarî di kurdiya jorî de nîne.

Me berê jî dît ko terkîba îzafeyê hem di kurdî û devokên ko me jê re “devokên îranî yên navendî”, ji wan goranî, gotiye de û hem di farisiyê de heye. Wekhevî ji wê derê pê ve xelas dibe. Awayekê îzafeyê yê devokên kurdiya jorî yên kevin heye ko heta niho maye û wek cînavê girêkî têt bi kar anîn. Îzafe, wek hemî cînavên dî di van devokan de, zayenda xwe ji navdêra pêşî xwe werdigire; b.n.
kurdiya jorî bab-ê min
dî-a min/dayk-a min
ew kes-ê ewwilî bêt
ew mesela ko ez bo hatîm (mesele-a)
Nîşanên pêşiyê yên têkçûna vê sîstemê di wan devokên navendî de yên ko zayend tê de parastî ye tên dîtin.[47] Di van devokan de, formên nêr –î û mê –ê hatine guhartin. Ev formên nû eynî morfemên tewangê ne. Ne dûr e ko ew ji wê raweyê hatibin. Di hemî devokên kurdî yên mayî de şêweyekê sade û giştî, ko -î ye, ji bo îzafeyê heye.
Dîsa em du formên îzafeyê ko ne li gorî zayendê lê li gorî wezîfeyên wan ji hev tên cida kirin di goraniyê de – di devoka hewramî de – dibînin. Ev herdu form, ko ez ji yekê re dibêjim îzafeya rengdêrî –î û ji ya dî re îzafeya genetîv –û, ji bo herdu zayendan tên bi kar anîn; b.n.
hewramî kurr-êw-î cwan “kurekê xort”
kurr-û min “kurê min”
kinaçêwe-y cwane “keçeka xort”
kinaçêwe-w xanî “keçeka Xanî”

Bi baweriya min, kurtbûna îzafeya kurdiya navendî û ya jêrî bo –î-yê mimkin e ji ber tevlihevbûna herdu sîsteman be. Helbet, mirov dikare hizra tesîra farisiyê jî bike, lê divêt tesîreka wesa li ser zimanê nivîskî ne yê devkî be. Hîç tesîreka wê li ser peyvsaziya kurdiyê nahêt dîtin.
Îzafe ne rêya bi tenê ye ji bo girêdana navdêran bi wesifkarên wan ve. Hemî devokên goranî, li gel kurdiya navendî û ya jêrî, xwedî terkîbekê ne ko ez navê “hevdudaniya vekirî” lê dikim. Ev terkîb hîngê têt bi kar anîn gava frasa navdêrî binavkirî be û nîşana wê jî vokaleka pevgirêdanê ye; b.n.
hewramî kurr-e cwan-eke “kurê xort”
a kurr-e cwan-e “ew kurê xort”
kinaçe cwan-ekê “keça xort (kinaçê)”
î kinaçe cwanê “ev keça xort”

Hember bike
kurdiya navendî kurr-e cwane-eke “kurê ciwan”
ew kurr-e cwan-e “ew kurê ciwan”
kiç-e cwan-eke “keça ciwan”
em kiç-e cwan-e “ev keça ciwan”

Hîç şopên vê “hevdudaniya vekirî” di kurdiya jorî de nînin.
Kurdiya navendî di warê paşpirtikên cîanvî yên kesîn de ji goraniyê cida ye, lê ne bi qasî cidabûna wê ji kurdiya jorî. Ev paşpirtik heman rola giring di hevoksaziya goranî û kurdiya navendî de dilîzin. Cidahiya serekî di navbera herduyan de formên wan in. Goraniyê ji bo kesê sêyê eynî formên farisiyê, –ş, -şa(n), hene, lê kurdiyê –î û –yan hene. Ji bo kesên dî, form di herdu grûpan de wekhev in; anku, kesê yekê –m, -ma(n), kesê duyê –t, ta(n). Di devokên kurdiya navendî yên xweparêz de, formên eslî yên kurdî yên paşpirtikên kesê yekê û kesê duyê yên pirhejmar, -in û –û (hb. avestayî –no, -wo), hatine parastin.[48] Ev rewş divêt li gel rewşa kurdiya jorî, ko tê de paşpirtikên cînavî yên ji vî rengî wenda bûne, bihêt hember kirin. Kurdiya jorî û zazakî di vê guhorînê de şirîk in. Forma kesê sêyê –î (hb. avestayî –hê) di belociyê de jî xuya dibe û mirov dikare ji şopên ko di daçekên xweser yên kurdiya jorî û ya navendî de mane[49] texmîn bike ko ev form berê di hemî devokên kurdî de hebûn. Mirov dikare bigehe vê encamê ko parastina paşpirtikên cîanvî di kurdiya navendî de ji ber tesîra dîrek ya goraniyê ye. Hêza goraniyê di asîmîlebûn û guhorîna formên kurdî de jî diyar dibe.
Berî niho behsa forma pasîva neserekî ya lêkerên kurdiya navendî û jêrî hat kirin. Ew di kurdiya jêrî de, wek qaîde, bi alîkariya morfemên –yê ji bo dema niho û –ya ji bo dema borî pêk têt. Ev awayê “pasîva y-“-yê di goranî û zazakiyê de jî heye û dibe ko forma kurdiya jêrî dîrek ji goraniyê hatibe deyn kirin. Lê ev qet ji bo kurdiya navendî nahêt gotin çunkî herçend ew awa bi karê xwe wek wê ye lê bi forma xwe ji wê cida ye. Morfemên pasîviyê di kurdiya navendî de ­–rê ji bo dema niho û –ra ji bo dema borî ne. Tifaq li ser vê yekê heye ko ew li ber formên kevnar yên lêkera “kirin”-ê hatine çê kirin; weha,

Têper Pasîv
ke- ( ker- ) : kirê- ( krye- + -îh-) : : X- : X-rê-
ku X- qurmê lêkereka têper ya dema niho ye. Heger îdîaya ko forma pasîva neserekî ya han di kurdiya berê de nebû qebûlbar be, peydabûna wê di kurdiya navendî de dikare ji goraniyê be.
Nimûneyeka dî ya biçûk ji tesîra goraniyê di lêkguhartina pêşpirtika lêkerî ya kurdiya jorî, ve-yê (bn. farisî bez, ve) bi “paşpirtika lêkerî” –ewe-yê di kurdiya navendî de têt dîtin. b.n.
kurdiya jorî ve kir : kurdiya navendî kird-ewe, goranî kerd-ewe
ve girt : girt-ewe
ve şart : şard-ewe şara-we
Goraniyê ne bi tenê eynî paşpirtika –ewe-yê di vî wezîfeyî de heye, lê wê du paşpirtikên “paşlêkerî” yên dî jî hene.
kurdiya jorî rû nişt : kurdiya navendî da nîşt : goranî nîşt-ere
kurdiya jorî û navendî da xist : wist-ere
ku di kurdiyê de nînin.

Bona ko terazû biedile, sîmayeka kurdiya jorî heye ko ji devokên kurdî yên dî pirtir nêzî hewramiyê ye. Di devokên dî de, morfema pirhejmariyê ya gelemperî, wek farisiya kevin, –an e; lê kurdiya jorî û hewramiyê sîstemeka durawe di pirhejmarî û herweha di yekhejmariyê de parastiye. Vêca, -a(n) di kurdiya jorî de bi taybetî morfema tewangê ya pirhejmariyê ye, lê pirhejmara xweser bê pirtik e; b.n.
kurdiya jorî mişk der keftin
ez dê va mişka der êxim
Du morfemên pirhejmariyê di hewramiyê de hene: -ê xweser û –a tewang; b.n.
hewramî a kitêbê “ew (gelek) pirtûk”
a kitêba bare “wan pirtûkan bîne”

Diyar e ko guhorîn di van herdu devokan de hemdem lê serbixwe bûye. Devokên dî yên goranî, yên ko O. Mannî qeyd kirine, eynî prosesa giştîkirina morfema pirhejmariyê –a, wek kurdiya navendî, derbaz kiriye; b.n.
kendulayî dizekan ramay “diz revîn”
kerekan-iş besyanawe “kerên wî hatin girê dan”
gelwerayî a tûtane kuşîsin “ew kûçik kuştî bûn”
Di hinek devokên kurdiya jêrî û devokên goraniyê de, vê prosesa nûjen ya peydabûna morfemeka giştî ji bo pirhejmariyê pêngavek pêştir avêtiye. Di wan devokan de, morfema “kolektîv” –gel yan jî jêderên wê li şûna –an-ê têt bi kar anîn.
Bi kurtî, çar diyarde hene, derveyî nûtirîn guhortinan jî, ko diyar e kurdiya navendî û ya jêrî ew ji goraniyê deyn kirine.
paşpirtika binavkirinê –eke
“hevdudaniya vekirî” li şûna îzafeyê
forma pasîviya neserekî ya lêkeran
paşlêkera –ewe
Du diyardeyên dî jî ko wan ji kurdiya jorî cida dike vedigerin tesîra goraniyê. Ew jî
sivikkirina sîstema îzafeyê, û
parastina paşpirtikên cînavî yên kesîn
Heger em bala xwe bidin belavbûna niho ya kurdiya navendî û jêrî û li gel giravên goraniyê yên mayî hember bikin, ez bawer dikim ko encama mirov nikare jê bireve ew e ko substratumeka (zemîneka) goranî di van devokên kurdî de heye, lê devokên kurdî yên jorî reseniya xwe heta radeyeka mezin parastiye.
Berî niho tekezkirina wê rastiyê ko elementên, bi awayekê serekî, îraniya başûr-rojavayî di kurdiyê de hene ji min re zehemet bû. Bervajî wê, sîmayên bakur-rojavayî di goranî û zazakiyê de baş berçav in. Nêrîneka serpê jî li rewşa îro ya herdu grûpan diyar dike ko ew grûp di qonaxên cîguhorînê yên berbiçav re derbaz bûne. Ne zehmet e ko mirov van encamên zimannasî, heger mirov bikare wan wesa bi nav bike, wegerîne ser termên cografîk û dîrokî. Xweragirtina gelê zaza, yê ko wek têt zanîn di esil de ji Deylemê li ser qeraxê başûr yê Xezerê hatiye, di yekîneyeka biçûk û veder de faktoreka giring e ko mirov bala xwe bideyê. Bêyî delîlên dîrokî yên zêdetir, ne beraqil e ko mirov biryarê bide ka ew ji ber pêlên kurdan ji ciyê wan ber bi rojavayî ve hatine guhastin yan jî wan xwe di nava devereka saxlem ya li bin desthilata kurdan de xistiye. Kêm zêde, ravekirina pêşiyê dikare mimkintir be.
Vêca, texmîneka giştî dê hosa be. Li pêşiyê, piraniya kurdan ber bi bakurî ve bo nav Ermenistanê çûne, û bi îhtimal zaza derxistine. Paşî, goranan Zagrosê başûr û derdorên wî dagîr kirine û li dawiyê, di demên paştir de, pêleka dî ya kurdan ji bakurî hatiye û xwe bi ser goranan de girtiye û hêdî hêdî ew tev, ji bilî yên ko mane, di nav xwe de helandine. Dijwarî di tarîxkirina van bûyerên texmînî de derdikeve. Lê, pêwîst e mirov ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li delîlên ne bi zimanî ve girêdayî bigere.

Wergêr:
Newzad Hirorî

* Sernivîsa orijînal ya vê nivîsarê “The origions of Kurdish” e. Ew di sala 1961-ê de di Transactions of the Philological Society de belav bûye. [Wergêr]
Kurtkirinên ko di wergera vê nivîsarê de hatine bi kar anîn: b.n. “bo nimûne”, bnr. “binêre”, hb. “hember bike”, hs. “heman serkanî (çavkanî)”, n. “not”, rûp. ”rûpel”. [Wergêr]
Wergêr spasiya Arif Zêrevanî ji bo rastkirin û têbîniyên wî li ser reşnivîsa vê wergerê dike.
“Les origines des Kurdes”, Actes du XX* Congris International des Orientalistes, Louvain, 1940, 143
Les Kurdes, étude sociologiqure et historique, Paris, 1956, 2-16.
Bnr. bo nimûne, li G. R. Driver, “The Name Kurd and its Philological connexions”, JRAS, 1923, 393, û berhemê vê dawiyê I. M. Oranskij, Vredanie v iranskuju filologiju, Moskva, 1960, 316.
Bnr. A. Goetze, Kleinarien, Munich, 1957, 191, n. 6.
Bnr. Driver, “The Name Kurd”, 397.
Bibliotheca geographorum Arabicorum, Tome, VII, 128.
Veguhastina Nikitineyî ye, Kurdes, 4.
Hemî nimûneyên kurdiyê ji notên min in.
Monde Orientale, XV, 208.
Devokek e ji rojhilatê Hemedanê; bnr. M. Mughaddam, “Gûyûşhayî vefs ve aştiyan ve tefrîş”, Îran Kûda 11, Tehran, 1949.
Nimûne ji W. Geiger , Etymologie des Balūčī, Munich, 1890.
Nimûneyên goranî bi piranî ji notên min in li ser devoka hewramanî (ya Hewramanî Lahon) ya ko gelek kevnar e. Nimûneyên dî ji materyalê O. Mannî ne, Mundarten der Gûrân, … bearbeitet von Karl Hadank, Berlin, 1930.
A. Christensen, Contributions á la dialectologie iranienne, Copenhagen, 1930, 288.
G. Morgenstierne, IIFL, I, 390.
Bnr. nivîsara min “Bâjalânî”, BSOAS, XVIII, 435.
IIFL, I, 37; II, 457.
Morgenstierne, EVP, 77; AO, I, 268.
IIFL, II, 519.
IIFL, I, 244.
hs., 391.
“Dialektologie, ” 252-3.
Nimûneyên bextiyarî ji D. R. Lorinser, Phonology of the Bakhtiari … Dialect … , London, 1922, 102-106 hatine wergitin..
Tedesco, “Dialectogie,”, 193.
E. Benveniste, “Persica II”, BSL, 31, 73.
“Dialectolgie,” 253-4.
hs, 246.
Iranische Dialektaufzeichnungen, aus dem Nachlass von F.C. Andereas, Berlin, 1939, 144.
Christensen, Contributions II, Copenhagen, 179-87.
Zehra deverka başûrê Qezwînê, nêzîkî Takistanê, ye. (v. Henning, TPS, 1954, 159). Devokên zehrayî yên du navendan, Bermowa (Îbrahîmabad) û Sezciwa (Segzabad) ji aliyê Celal Al Ehmedî ve di Tat-niþînha-yi bulûk-i Zehra, Tehran, 1958 de hatine şirove kirin.
“Dialektologie,” 199, n. 1.
W. B. Henning, “Das Verbum des Mittelperischen der Turfanfragmente”, ZII, 9, 209.
Tedesco, “Dialektologie,” 197
hs., 206.
Bnr. rûp. 4 li jorê
Kurdiya navendî herweha bala “bejin” jî heye lê bi tenê di bejn-û-bala û bala-berz “bejinbilind”-an de.
Radera maltin yan maştin di hinek devokan de
Morgenstiene, “Notes on Balochi Etymology”, NTS, V, 41.
Di frasa ”ez benî”-yê de
Henning, “Verbum,” 193.
“Origins des Kurdes,” 145.
hs., 152.
Kurdish Dialect Studies I, London, Oriental Series, 1961.
h û ‘ di kurdiya jorî û navendî de hene.
Les dialectes d’Awraman et de Pāwä, textes recueillis par … B. revus et publés…par arthur Christensen, Cpenhagen, 1921.
Devokên vê grûpê li ciyê herî bakur-rojavayî yê devera kurdiyê niho tên, û heta berî midetekê jî dihatin, bi kar anîn, lê ew gelek nêzîkî goraniyê ne; bn. berhemê O. Mannî Mundarten der Zâzâ,…bearbeitet von Karl Hadank, Berlîn, 1932.
Di diyagrama rûp. 7-ê de li jorê
Bi taybetî pişderî û mukrî, bnr. Kurdish Dialect Studies) I, 179.h, 183.a.
Bnr. KDS I, 197.a
hs., 237, 302.
Mundarten der Gûrân, 311 û 322[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,442 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | http://kovarabir.com
فایلی پەیوەندیدار: 1
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 80
پەرتووکخانە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
کورتەباس
22. FERHENG
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 29-12-2016 (8 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: لێکۆڵینەوە
پۆلێنی ناوەڕۆک: زمانەوانی و ڕێزمان
جۆری دۆکومێنت: وەرگێڕدراو
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
وەرگێڕدراو لە زمانی: ئینگلیزی
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 28-10-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 29-10-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 06-01-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,442 جار بینراوە

ڕۆژەڤ
شەهیدان
ئیسماعیل ئاغای شکاک
08-11-2008
هاوڕێ باخەوان
ئیسماعیل ئاغای شکاک
ژیاننامە
کەریم خانی زەند
15-12-2008
هاوڕێ باخەوان
کەریم خانی زەند
ژیاننامە
سیامەند ڕەحمانی
05-09-2012
هاوڕێ باخەوان
سیامەند ڕەحمانی
شوێنەکان
ئەبوغرێب
16-04-2014
هاوڕێ باخەوان
ئەبوغرێب
مۆزەخانە
یادگەی نیشتمانیی بارزانی
15-05-2023
سارا سەردار
یادگەی نیشتمانیی بارزانی
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
ناسر سادقی
29-02-2024
سەریاس ئەحمەد
پەرتووکخانە
بەڵگەنامەی کۆنگرەکانی حیزبی دێموکرات (کۆنگرەی 10 تا کۆنگرەی 17) بەرگی 2
29-02-2024
سەریاس ئەحمەد
پەرتووکخانە
بەڵگەنامەی کۆنگرەکانی حیزبی دێموکرات (کۆنگرەی 1 تا کۆنگرەی 9) بەرگی 1
29-02-2024
سەریاس ئەحمەد
ژیاننامە
ڕزگار حاجی حەمید
29-02-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
دزینی سروودێکی نیشتمانی کوردیی و گۆڕینی بۆ سروودی نیشتمانیی ئێران
28-02-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
ساتی دەرهێنانی شەهیدانی ئەشکەوتی داری خلە لە ساڵی 1991
27-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
(سەعدى) شاعير فارسێکى شيرازيى، يان کوردێکى هەورامى؟
27-02-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
شیلان گەیلانی
27-02-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
موسعەب ئەدهەم
27-02-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
کەریم حیکمەتی
27-02-2024
زریان سەرچناری
ئامار
بابەت 510,745
وێنە 103,095
پەرتووک PDF 18,736
فایلی پەیوەندیدار 92,924
ڤیدیۆ 1,194

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.141 چرکە!