Derhêner Sehîm Omer Xelîfe dest bi fîlmeke nû ya bi navê '#Mezopotamya# Cafe' kiriye.
Senaryoya fîlma 'Mezopotamya Cafe' ji aliyê Sehîm Omer Xelîfe ve hatiye nivîsandin, ji aliyê Dezgeha Fîlman a Belçîkayê ve hatiye fînansekirin.
Derhêner Sehîm Omer Xelîfe niha li ser lîstikvan û tîma fîlmê dixebite ku biryar e di 2024an de dest bi girtina fîlmê bike.
Fîlm behsa cafeyeke li bajarê Bruksel a Belçîkayê dike ku xortekî ji Başûrê Kurdistanê yê bi navê Aram serdana wir dike û ji bo bi dotmama xwe re bizewice hatiye wî welatî lê pişt re planên xwe diguherîne û bi wê re nazewice.
Sehîm Omer Xelîfe ji aliyê Dezgeha Sînemayê ya Hikûmeta Belçîkayê ve tê piştevanîkirin ku her sal tenê piştgiriya projeyên çend fîlmçêkeran dike.
Li aliyê din fîlma Xelîfe ya bi navê “Mesiyê Bexdayî” ji bo çend festîvalên girîng ên fîlman hatiye şandin.
“Mesiyê Bexdayî” berê wek kurtefîlm hatibû çêkirin û di festîvalên fîlman de zêdetirî 60 xelat wergirtibû lê paşê biryar hatibû dayîn ku wek fîlma dirêj jî were girtin.
Sehîm Omer Xelîfe li navçeya Zaxo ya Duhokê ya Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye û li Belçîkayê dijî, li Belçîkayê mastera xwe kiriye, 4 kurtefîlm, 2 fîlmê dirêj û belgefîlmekî dirêj girtiye. Wî ji bo fîlmên xwe 110 xelat bi dest xistine û kurtefîlmên wî du salan di lîsteya Oscarê de ma.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,986 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!