Nivîskar: #Abdusamet Yigit#
Şêwe: Dîrok û Lêkolîn
Ziman: Kurdî
Dîrok: 2014
Weşanxane: Weşanên Soran
Rûpel: 372
Li ser rastî û pêvajoya çareseriyê li Kurdistanê, pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit ya ku di sala 2014an de hatiye weşandin.
Pirtûk, li ser pêvajoya çareserîyê ku li bakûrê kurdistanê ji newroza 2013´an û pê de ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatîya destpêkirin a. Pirtûk, di destpêka pirtûkê de, bi şîroveyek dîrokî û pirr dirêj li ser rewşenbîrîya civatî a kurdistanî û dîroka wê disekinê. Dîroka civate kurd, ji vê aliyê ve jî, bi awayekî pirr balkêşî di pirtûkê tê ser ziman. Di beşa duyemin de, li ser kurdistanê, rewşa kurdistanê ya ardnîgarî û çandîya wê disekinê. Di vê beşa duyem a pirtûkê de, serborîyên kurdistanî ên bi hewldanên çareserkirina pirsgirêka kurd ên kurdistanîyan ku dane nîşandin bi dîrokê re tînê ser ziman. Di dema ku berî komkujiya dersimê de, hewldanên Sêd Riza ku bi bo çareserkirina pirsgirêka kurd ên ku bûbûn û ku rayadarên dewleta tirk pêşî bi sêd Riza re hevdîtinê dikin û pêşî dibêjinê de ku ´emê di cih de ji meclisê biryarê derxin û gavan biavêjin bo çareserkirina pirsgirêka kurd´ û piştre ku seferên artişa tirk li dersimê destpê dikin, di vê beşa pirtûkê de hûr û kûr tên ser ziman. Di beşa sêyemin a pirtûkê de ji nameya Abdullah Ocalan a newrozê ku hatî xwandin şîrove dike. Li ser navarok û têgihiştina navaroka nameyê, disekinê. Wê jî, bi perspektifeka dîrokî re tînê ser ziman. Di vê beşê de di berdewama beşa duyemin de hewldanên civate kurd û keseyetîyên ji nava wê ên bo çareserkirina pirsgirêka bi dewamî tên ser ziman. Di beşa çarem de jî, zagona ´şarq îslahatê´ û plana dewleta tirk ya guharandina demografîya civatî a kurdistanê têne ser ziman. Bi wê re jî, komkujiyên di dema agirî, komekujiya zilanê, komkujiyên di dema şêx Seîd bi gelek komkujiyên din re de têne ser ziman. Di vê beşa çarem de li ser komkujiya ermeniyan jî, tê sekinin û bi wê re ku di salên ku komkujiyên ermeniyan dihata kirin de ew komkujiya mazin a ku dihat hanîn serê civate kurd ya ´komkujiya koçgirî´ bi berfirehî li ser wê tê sekin in. Beşa pêncem ya pirtûkê jî, li ser bikarhanîna olê li dijî kurdan û dîroka wê bikarhanîna olê bi rewşa tarîqatên kurd ên weke ´naqşîbendîyan´ re tê ser ziman. Di dewama vê beşê de, birêxistinkirina rêxistinên weke ên DAÎŞê li ser olê re û ku bi kurdan re bidina şerkirin jî disekinê. Bi vir ve girêdayî nivîskar di pirtûkê de li ser hêrîşên DAÎŞê û armanca wan ya rejimên herêmê ên weke rejima tirk jî disekinê. Nivîskar, di vê beşê de dibêje ku DAÎŞ, bi armanca şikandina vîna kurdan dan hêrîşkirin li ser kurdan. Bi wê armancê xwestibûn ku DAÎŞ, derbeyekê li civate kurd giştî bixe û bi wê re jî rejima tirk û rejimên din ên herêmê ji çareserkirina pirsgirêka kurd xwe xilas bikin. Lê piştî ku DAÎŞê hêrîş kir û bi hêrîşên xwe biserneket û pê de, êdî rayadarên tirk, dawî li hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hanî û zimanê hêrîşkarî bikarhanîn. Di dewamê de nivîskar, weha dibêje di pirtûkê de, Piştî di newroza 2013´an birêz Ocalan pêvajoya çareserîyê dane destpêkirin û pê de, rayadarên tirk jî, li bakûrê kurdistanê bidest çêkirina karakol û bendavên bi armanca leşkerî kir. Herêma bakûrê kurdistanê, weke ku ji cardin weke dagirkirin bi leşkerî rewşek afirandin. Piştre jî, bi planên weke bi derxistina li holê a DAÎŞ´ê re planek amede kirin ku bi wê derbeyekê bigştî li civate kurd bixin. Wê bi DAÎŞ´ê derbeya sedsalê li civate kurd biheta xistin. DAÎŞ´ê weke plana rejimên herêmê a ku wê ev bikira bû. Bo vê yekê, DAÎŞ, weke rêxistineka ku di temenê wê de koalîsyonek heya ya. Hemû rejimên ku Kurdistan di nava wan de hatîya parvekirin û hêzên ku politikayê li ser pirsgirêka kurd û kurdan dimeşênin, li pişt DAÎŞ´ê destê wan heya.[1]