ÇIMA ÎRO YEKÎTIYA KURDÎ BÛYE MÎNA GIRÊKA KORAN?
Pênasiyek li ser komara Mehabadê
Biradostê Mîtanî
Ji xwe em zanin ku ji berê ve tevgera me ya Kurdî bi taybet a siyasî xwedî nakûkiya ye û yekîtî biwe aloziya herî zehmet ,lê mixabin weke îro di vê rewşa giring û pir hestiyar de ew yekîtî zehmetir biwe. Ji sedemên wê diyardeyê, ew ku beşek ji tevgera Kurd li Sûriyayê hê hişmendiya wê ya netewî, ya beriya sala 2011an e.
#Zimanê Kurdî# di perwerdeya xwe de pir pêş ketiye ,lê ew wê pêşketinê nabîne û jê dûr e.
Xizmeta wan ji avakirina saziyên rêvebirina civakê û xizmetguzariyên mîna nan, av, kehrebe û aborî re nîn e, lewra nirxê evîna xebatê ji civakê re li cem wan ma kêm û lewaz.
Serkeftinên leşkerî yên Kurdî bi saya YPJ, YPG û HSD di asta xwe de pir bilind bûne ,lê wê jî nabîne û mixabin ji xwe ji wan re nepiştgire û ya xirabtir rojane şerê wan dike.
Pêşketina wî, zimanî wî, ramanê sazûmanî û wan serkeftinên leşkerî kesayeta Kurdî pir xurt kirine û Kurd di Rojava, Kurdistan, Sûriya, herêm û cîhanê de birine qonaxeke nû, lê ew beşê tevgera kurdî ne di wê qonaxê de dijî û ta vê kêliyê ji derveyî wê ye. Lewra hê hişmendiya wan a siyasî ne li gor kesayeta kurdî ya xurt a nû ye.
Daxwaznameyên wan ên çareseriyê yên berê ne û di asta nimiz de ne û ji wê kesayeta kurdî ya ku ev (14) sal in ava li ser pêşketina zimên û hêza leşkerî û pê re sazûmaniya rêvebirina civakê jî dûr in û jê re nakin. Mixabin ew dibe egerekî pir xirab ji stratîciya daxwaznameyên yekîtiya kurdî re ji bo yekrêziya mala kurdî. Ji ber wilo di encamê de ew hişmendiya beriya 14 salan bi desteftiyên netewî yên piştî wan 14 salan nabin guncav û li hev nayên û ev hewldanên yekîtîyê yên ta vê kêliyê bûne mîna girêka koran û di dawî de serkeftina doza kurdî gerewên wê hişmendiya nimiz dide û ev 14 sal in jî dida û em bi hêvî ne ku di paşerojê de jî nede. [1]