=KTML_Bold=Danasîna çîroka Destana #Siyabend û Xecê#=KTML_End=
Destanên kurdî parçeyeke mezin û girîn di nav folklora kurdî de cihê xwe digire. Di dîroka gelan de hin kes bi eşq û muhbeta xwe, hin kes bi qehremanî û lehengiya xwe bi nav û deng bûne. Wan kesan ji ber ku lewnekî pir xwezayî û xweşik dane gelê xwe, lewma cihê xwe di nava rih û koka gel de girtine û nehatine ji bîr kirin. Di nava kurdan bi dehan destanên kurdî ji aliyê dengbêjê me ve hatine ezberkirin. Destanên mîna Derwêşê Evdî, Mem û zîn, Rustemê Zal, Zembîlfiroş, Xec û Siyabend û hwd. Di vê danasîna xwe de em ê bi hev re çîroka Xec û Siyabendê nas bikin. Ev çîrok mîna çîrokên din ên evînî xec û Siyabend ji hev hez kirine, bûne aşiqê hevûdu, lê bi kur û derdên xwe ji vê dunyayê bar kirine û negihîştine hev.
Bê guman li ser vê destana folklorî heta niha gelek nivîskaran, jiyana Siyabend û Xecê nivîsandine, bi gelek şêwazan derketine holê û gelek nivîskarên qedirbilind li ser sekinî ne. Ji xeynî nivîskaran jî hetanî niha gelek dengbêjan ev destane stirane. Her dengbêjekî jî li gorî dewra xwe tiştine lê zêde kirine an jî jê kêm kirine.
Ev serpêhatî di destpêkê de, çendî ku bi belengazitiya Siyabend li Deşta Silîva dest pê kiriye, lê li ser evîn û mêrantiyê hatiye encamdan. Lehengê wê Siyabendê Silîvî ku jê re dibêjin “xwediyê kevanê zêr û zîvî” dema ku ji ber destê jin-mama xwe reviyaye, pêşî çûye Geliyê Hewrê û bûye mêrxasê Emer Axa, Axê qîza xwe Elîfa bedew dayê, lê wî li wir nemaye û ji wir çûye Çiyayê Sîpanê Xelatê birayê xwe Qeregêlan dîtiye û ji wir jî çûye Rojhilatê Kurdistanê nav Eşîra Şikakan û rastî Xecê hatiye. Ji ber Xecê ve, xwestiye ku her heft birayên Xecê bizewicîne, lê dîsa Xecê nedanê, îcar wî her heft birayên Xecê kuştine û Xecê ji xwe re biriye.
Çîroka vê destanê wiha ye. Li ser çiyayê Sîbanê Xelatê xortekî Nêçîrvan û leheng digeriya. Navê vî xortî Siyabend bû ji gundê Silîvê bû, lewma jê re digotin Siyabendê Sivîlî. Dilê wî ketibû Xecê. Xecê jî keçeke pir xweşik û bedew bû. Wisa bedew bû ku çavên kê lê biketa, aqil ji serê wî diçû. Lê dilê Xecê ketibû ev xortê çeleng Siyabend. Lê mixabin ku siyabend pir xizan bû nikaribû qelenê Xecê pê bida ser hev û wê jixwe re bîne.
Bavê Xecê jî kurdekî dewlemend bû. Wî bi eşqa siyabend û Xecê dizanî, siyabend qebûl dikir, lê dixwest keça xwe bide yekî dewlemend. Mirov ji mêrxazî, hurmet û bedewiya Siyabend têr nedibû. Siyabend û Xecê her du jî dengbêj bûn. Dema wan bi dizî hev û du didîtin, dilê wan geş dibû, kêfa wan dihat bi hevre henek dikirin û dikeniyan, lê dema ku qala qalana wê dibû, Xecê digriya û Siyabend jî li ber wê digeriya û nedihîşt ku bigrî. Siyabend digot ''çi dibe bila bibe çi bi xerabî an kuştinê be ez ê ilehî Xecê jixwe re bînim û destê min ji Xecê nabe''
Gava ku bûk, qîz û xortên eşîra Zîlan top dibûn û diçûn Bindarûkê, ku siyabend û Xecê bi hev re didîtin, ecêbmayî diman, devê wan xwar dibû û li wan dinêrîn. Li ser çiyayê Sîpanê Xelatê ewqas qîz, bûk û xort diciviyan ku nedihatin hejmartin. Lê gava ku dibû goveng û dengbêjî, kes bi qasî Siyabend û Xecê dernediketin.
Gelek kurên axa û began dihatin ku Xecê ji xwe re bixwazin, lê Xecê ew qebûl nedikirin.
Çend sal ketin navberê, rojekê siyabend Xecê revand û bir ser çiyayê sîpanê xelatê. Siyabend û Xecê sê roj û sê şevan li wir bi hev şa bûn. Pir bextewer bûn ku miradê wan bi hev re bû. Roja çaran ber bi nîvroyê bû her du di nav kulîlkan de rûniştibûn. Xewa siyabend dihat. Serê xwe danî ser çonga Xecê û di xew re çû.
Dema ku siyabend di xewa şîrîn de bû, Xecê bi porê wî şa dibû, bi carekê de dengek hat. Xecê nihêrî ku li besta binaniya wan Pezkoviyek direve û sisiyan jî daye dû. Ji wan yekî, ew pezkoviya delal ji yên din veqetandî daye ber xwe û ber bi aliyekî ve direve. Lê yên din newêrin herin ser. Dema ku Xecê ev yek dît, giriya. Hêsirên wê li ser rûyê wê yê sor dilop-dilop diherikî. Hêsirek bi ser rûyê Siyabend de nuqitî. Siyabend, ji xewê veciniqî, serê xwe rakir. Wî bala xwe dayê ku Xecê digrî, pirs kir:
-Xecê tu çima digirî, ma tu poşmam bûyî? Bila li ber destê xwedê ehd û qerar be, bila bi qewlê mêrê berê be. Me heta niha mîna xwîşk û biran bi hev re derbas kiriye. Ger ku tu poşmanî ez te dibim mla bavê te…''
Xecê got:
-Na, Siyabend tu çi dibêjî ye. Ez heta roja mirinê dev ji te bernadim. Gavek berê pezkoviyekî, pezkoviyeke xweşik dida ber xwe û dibir. Du sê heb didan pey wan diçûn û newêribûn xwe bidana ser. Ew pezkovî mêrxazekî mîna te bû. Ji şahbûn û eşqa dilê min giriyê min hat.
Siyabend got:
-Ka bi kîjan alî ve çûn?
Xecê destê xwe dirêj kir û got:
-Bi vî aliyê han ve çûn.
Siyabend, rabû ser xwe, şûr û mertalê xwe girê dan. Tîr û kevanên xwe hildan û got:
-Li ser vê çiyayê Sîpanê Xelatê ji min mêrtir kes tune. Ez nêçîrvan im. Çawa pezkovî werin û di cem min re derbas bin.
Siyabend li pey pezkoviyan ket û çû. Nêzikî pezkoviyekî bû. kevanê xwe kişand, dirêjî wî kir ku lêxe, pezkovî xwe wek mirovekî çeng kir û hat cem siyabend. Stûyê xwe li siyabend xist û ew avête bin gelî.
Xecê çiqas li benda siyabend ma û nehat. Te got qeyt dilê wê zanibû ku tiştek bi serê wî hatiye. Xecê bi lez li pey siyabend çû. Li vî alî û wî alî geriya, siyabend nedît. Xecê gelekî giriya paşê hat binê gelî.
Çawa ku gihîşt binê gelî, wê dît ku Siyabend li wir e û dinale. Çû ser siyabend, çi dibîne, dît ku darek di pişta wî re çûye û di sîngê wî re derketiye. Xecê li ser derd û kulan re got:
-Serê çiyayê sîpanê xelatê bi mij e
Binê sîpanê Xelatê bi mij e
Kê dîtiye, kê bihîstiye ku nêçîr nêçîrvan bikuje.
Pezkoviyo, stû dirêjê weke bejna mino,
Çawa te ji hev kir destê jin û mêro,
Stû dirêjo weke dara sûkê,
Çawa te xerab kir bextê xort û bûkê?''
Siyabend li Xecê vegerand:
Xecê, xeca min a delal,
Çawa nebû mirazê min û te,
Me yê jixwe re li ser sîpanê xelatê,
Çêkirina konekî rind û delal,
Xecê negrî û melorîne
Hêsiran bi ser rûyê sor de nebarîne
Her wiha tê gotin ku siyabend û Xecê gelek li stran û lorîk bi ser hev de gotine. Paşê Xecê jî, li wir xwe ji zinarê bilind davêje jêr. Çawa ku çîrokbêj û dengbêjan ji berê de gotine û gihandine me, her sal du golên sor li ser gora wan vedibin û hêdî hêdî xwe dighînin hev, lê kelemek di navbera wan de der tê û nahêle ew bighêjin hev. Tê gotin ku ew kelem qoçê pezkovî ye.
Belê, ev destana evînî wek gelek destan û çîrokên gelên din yên dunayê bi êş û xembarî dawî dibe. Ev çîroka destana Siyabend û Xecê ji aliyê gelek dengbêjan ve bi gelek rêbazan tê gotin. Rêbaza ku me jî ji we re xwend ev e, bi hêviya dilê we be.
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
-Ji malpera Riya Teze.
-Ji malpera sergola Intabê
-Ji malpera çandname.
[1]