=KTML_Bold=Banga #KNK#ê Jibo Partî, Rêxistin, Sazî, Kesayet û Hemî Kurdistanîyan=KTML_End=
Niha em li #Lozan#ê ne. Di 102. salgera Peymana Lozanê da em dibînin rewşek nû li Kurdistanê û li Rojhilatanavîn heye. Eve nîzingê du salane şerek berfireh li herêmê çêdibe. Kurdistan jî di nava vî şerî de dimîne. Statûkoya ku bi Peymana Sykes – Pîcot û bi Peymana Lozanê li herma Rojhilatanavîn hatî avakirin, têkçûye û têkdiçe. Nexşeya Rojhilatanavîn ber bi guhertinê ve diçe. Ev statûkoya sed sal pêş niha hatî avakirin, ji pirs û pirsgirêkên gelên herêmê re nebû çareserî. Bileks ev statûko bixwe bû sedemên pirs û pirsgorêkan. Eve sed salin jiber vê statûkoyê, li herêma Rojhilatanavîn nakokî, şer û pevçûn hene û xwîn diherike. Xwîna herî zêde jî, li Kurdistanê herikîye û bedelê mezin jî me Kurd û Kurdistanîyan daye û heta ev statûko neyê guhertin jî, wê heman bedel bêne dayîn. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=648880&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Banga KNKê Jibo Partî, Rêxistin, Sazî, Kesayet û Hemî Kurdistanîyan=KTML_Link_External_End=
Konseya Rêvebir ya KNKê
26.07.2025, Lozan