Faîk Ocal an jî bi tirkî #Faik Öcal# (jdb. 1978, Semsûr, Bêsnî, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye) lêkolîner û nivîskarekî kurd e.
=KTML_Bold=Jînenîgarî=KTML_End=
Dibistana serete li gund, ya navîn û lîse jî li navçeya Bêsnî xwend. Li Universîteya Cumhûriyetê ya Sêwasê (Sivas Cumhuriyet Üniversitesi) beşa ciwaknasî qedand.
Li ser berhemên nivîskar Aziz Nesin teza xwe kiriye. Di encama tezê de rastiya wî bajarî, devlet, burokrasî derxistiye zanebûnê.
Ji sala 2000an heta 2004an di beşa felsefê de li ser berhemên Franz Kafka li ser têkiliyên dewlet û şexsan master kir. Nivîskar berê jî berhemên Kafka gelek xwendine lê di encama çêkirina master de cîhana kapîtalizmê nas dike.
Di 2002an de Colemêrgê nas dike. Rastiya nasnameya kurdî bi xwe re xwendin û nîvisandina kurdî pê re tîne.
Sala 2015an tê qonaxekê ku divê ya kurdî yan jî tirkî hilbijirîne ji xwe re. Yan jî bide rêya zimanên din. Wî ya heri zehmet ji xwe re kir wazîfe. Ya ji nasnama xwe zimanê kurdî neqand. Nivîskar dibêje, Kurdi ayeta Yezdan e. Armanca min parastina namûs û şerefa kurdî ye.
Di derbarê valahiya rexnegiriya wêjeya kurdi de xebatên wî hene. Di pirtûka xwe ya 101 Roman de di derbarê roman û nivîskarande raman, pêşniyarên xwe tîne ziman.[8]
Ocal him bi tirkî him jî bi kurdî dinivîse. Mijarê nivîsên wî mirov û jiyan e, di gelek malper û kovaran de kurdî û tirkî dinivîse.[
=KTML_Bold=Berhem=KTML_End=
101 Romana Kurdî 1. Cild, Weşanên Sîtav, 2022
101 Romana Kurdî Cilt 2 Weşanên Sitav, 2024
101 Çîroka Kurdî, Weşanên Sîtav Yayınevi, 2024
Alacakaranlık Filozofu Nietzsche, 2024
Deprem Günlüğü, KDY, 2023
Yeni Bir Aydınlanma Felsefesi, Zilan Akademi, 2023
Beyaz Hüzün, Az Kitap, 2022
Uzaktaki, Az Kitap, 2021
Dört Mevsim Beş Vakit Hüzün, Weşanên Roza, 2012
Yitik Anılar Şehri, Weşanên Erguvan, 2008
Aziz ve Aciz Emanetçi, Weşanên Erguvan, 2008
Hizran deneme Weşanên az2025
Kafka'nın Eserlerinde Devlet ve Birey ilişkisi, Zilan akademi, 2025[1]