Li Zanîngeha Kurdistanê xwendekarên Kurd û biyanî bi hev re fêrî zanist û jiyanê dibin
Zanîngeha Kurdistanê ya li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê cihê komkirina xwendekarên parçeyên Kurdistanê û yên biyanî ye 37 sal in li xizmetê dike.Her sal bi hezaran xwendekar li Zanîngeha Kurdistanê bawernameyan ji heft kolej û 53 beşên cihê werdigirin.Zanîngeha Kurdistanê ji 170 zanîngehên Îranê di rêza 9an de ye.Li aliyê din, xelata herî bilind a zanistî ya ku her sal li tevahiya Îranê tê dayîn û li 20 mamosteyên zanîngehê tê belavkirin, îsal 2 mamosteyên Kurd di nav wergirên wê xelatê de bûn.Prof. Ebdullah Selîmî û Dr. Hesen Bêwranî her du jî li Zanîngeha Kurdistanê mamoste ne, xelat standine.Prof. Ebdullah Selîmî ji Rûdawê re got:“Xelatê didin wan kesan ku karên baş kirine û xebat di bipêşxistina xwendekaran de kirine.”Ji bilî pêşkêşkirina zanist û zanyariyên hevdem û wergirtina bawernameyê, yek ji taybetmendiyên Zanîngeha Kurdistanê ew e ku di her polê de xwendekarên heft welatên cihê bi hev re dixwînin ku ev jî derfetek e ji bo naskirina çandên cihê.Kojîn Merwan û Ehmed Umêd du xwendekarên zanîngehê ne û ji bo xwendinê ji Hewlêr û Kerkûkê berê xwe daye Sineyê.Berpirsê Pêwendiyên Navneteweyî yên Zanîngeha Kurdistanê Dr. Hebîb Silmanî ji Rûdawê re anî ziman:“Em li gorî rêzkirina Timesê, di navbera 1001 û 1200î de ne, ev jî rêzbendiyeke qebûlkirî ye li ser asta cîhanê.”Zanîngeha Kurdistanê girîngiyeke taybet dide aliyê pratîk û teorîk ê di hemû wan beşên ku pêwîstî pê heye.Bi awayekî pratîk, xwendekar tên perwerdekirin û fêrî pîşeyên xwe dibin, ev jî wan ji bo bazara kar amade dike. Kaynak: Li Zanîngeha Kurdistanê xwendekarên Kurd û biyanî bi hev re fêrî zanist û jiyanê dibin [1]