Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,656
Wêne
  124,511
Pirtûk PDF
  22,123
Faylên peywendîdar
  126,678
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Piştgirî yan jî dostaniya zindî bi zanîngehên Rojavayê re
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya derfetên (mafê gihandina agahiyên giştî) ji bo her mirovekî kurd vedike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Piştgirî yan jî dostaniya zindî bi zanîngehên Rojavayê re
Piştgirî yan jî dostaniya zindî bi zanîngehên Rojavayê re
Piştgirî yan jî dostaniya zindî bi #zanîngeh# ên Rojavayê re
Silêmanê Zaxuranî

Piştgirî, palpiştî awayê herî zindî yê dostaniyê ye. Ji ber wê, gava mirov li piştgiriyê dihizire, mirov bivênevê li dostaniyê jî dihizire. Dostanî di nava mala mirov de jî û li derveyî mala mirov jî dibe. Dostaniya zindî, esas, awayekî jiyanê ye, yanî jiyana bi dostaniya zindî jiyaneke welê ye ku li ser esasên civakî ava bûye. Gava em behsa vê dostaniyê dikin, em di heman demê de behsa dostaniyeke dualî/pirralî jî dikin.
Piştgirî, palpiştî awayê herî zindî yê dostaniyê ye. Ji ber wê, gava mirov li piştgiriyê dihizire, mirov bivênevê li dostaniyê jî dihizire. Dostanî di nava mala mirov de jî û li derveyî mala mirov jî dibe. Dostaniya zindî, esas, awayekî jiyanê ye, yanî jiyana bi dostaniya zindî jiyaneke welê ye ku li ser esasên civakî ava bûye. Gava em behsa vê dostaniyê dikin, em di heman demê de behsa dostaniyeke dualî/pirralî jî dikin. Yanî dostaniya zindî ya bi palpiştiya 'aliyekî', yekalî nîne, encamên wê ji bo herdu aliyan in û civakî ne. Em di çarçoveya zanîngehên li Rojavayê Kurdistanê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lê binêrin jî, dostaniya zindî ya li navmalê (li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) û ji derveyî wê (ya kurdan û xelkê din) piştgiriyê jî dihewîne û ev piştgirî lixweveger e. Fêda wê li kesên piştgiriyê dikin jî heye.
Çawa? Li Rojava, em bêjin şirketeke ticaretê dike, pêdiviya wê bivênevê bi hesabgeran heye. Ev hesabger li zanîngehan digihin. Hesabgerên ku mehekê diduyan li kursan fêr dibin, ne bi kêra şirketan ne jî bi kêra herêmê hemûyî tên. Hesabgerî diguhere, bernameyên tên bikaranîn her nûjen dibin û behre û kabîliyeta xwe adaptekirinê ya hesabgiran, xwendineke birêkûpêk a zanîngehê ferz dike. Gava ku şirketek mesrefên xwendina çend xwendekaran bidin ser pişta xwe, yan jî mesrefên peydakirina hin bernameyên nû ji bo zanîngehê bi alîkariyeke madî mumkin bikin, ya rastî, ew wan kesên ku sibe, dusibe ji bo wan lazim in, didin perwerdekirin. Ev karekî civakî ye û piştgirî jî xwedî tesîrên pirralî ye. Mirov dikare vê piştgiriya ji nava Rojava ya ji bo zanîngehên Rojava, ji bo gelek beşên din jî berfereh bike û bibîne: Nexweşxaneyên taybet dikarin ji bo gihandina bijîşkên nû alîkar bin, sermeselê gava ku derfetên xwendekaran ên bikaranîna cîhazên nû û modern zêdetir kirin. Bijîşkên siberojê yên ku li cem wan kar bikin, ew bi xwe bi vî awayî ji bo xwe dikarin amade bikin.
Rêveberî ji bo xwendekaran xewgehan misoger dike û pê re jî alîkariyeke piçûk a madî dide xwendekaran. Xwendekarên ku karibin alîkariyê ji malbatên xwe jî wergirin, bi vê alîkariyê îdare dikin. Lê belê, gelek xwendekar pirr xizan in û ji bo ku bixwînin, lazim e hin karên giran de jî bixebitin.
Axir kargehên piçûk û mezin ên hilberandina berhemên cihê, pêdiviya wan bi kesên şareza heye ku li kargehên wan kar bikin. Zanîngeh wan kesên şareza jî digihînin. Bi odeyên karsaz û pîşeyan jî piştgiriya zanîngehan belkî dewam bike lê hin kargehên sereke dikarin ji bo îxtîsasên ji bo wan lazim in jî piştgiriya zanîngehan bikin.
Ji vê û wêde, piştgiriya herî mezin wê bibe ew ku em nîşan bidin, xwendekarên zanîngehên Rojava li cihên pêdivî bi wan heye dixebitin, bi kêra civaka xwe tên. Rêveberî, kargeh, şirketên cuda, gava wan li nava civakê nîşan da ku ew derçûyên zanîngehên Rojava bi qedr û qîmetekî mezin digirin nav karên xwe, ev jî piştgiriyeke mezin e. Dîtbarîkirina vê yekê, wê bike ku gelekî bi qedrê zanîngehan were zanîn û evê hejmara xwendekaran jî zêde bike.
Li derveyî welêt hezar rêyên piştgiriyê
Ji bo derveyî welêt jî gelek rêyên vê piştgiriyê hene: Birêxistina akademîsyenên beşekê ji bo amadekirina modulekê (online jî dikare bê kirin), birêxistina hevkariya akademîk a di navbera akademîsyenên dostê projeya Rojava û zanîngehên li Rojava de, birêxistina bursên ji bo xwendekarên beşên diyar, birêxistina alîkariya xwendekarên xizan, birêxistina peydakirina/kirrîna cîhazên pêwîst ên ji bo zanîngehan, birêxistina şêwrên akademîk ji bo up to date bûna fakulteyên zanîngehên Rojava nexasim jî di zanistên teknolojiyê de, birêxistina piştgiriya madî ji bo berfirehkirina derfetên akademîk (mamosteyên nû, beşên nû, çavkanî û kitêbxaneyên nû û wekî din) li zanîngehên Rojava. Yek ji meseleyan jî qebûlkirin û îtîrafa bi dîplomayên zanîngehên Rojava ye, ev yek nexasim ji bo xwendekarên masterê yên ku lazim e îxtîsasên xwe yên doktorayê li derveyî Rojava bikin, pêdiviyek e. Mirov dikare bi rêya hevkarî û dostaniya zanîngehan belkî bike ku xwendekarên hin beşên diyar ên zanîngehên Rojava weke xwendekarên doktorayê li hin beşên diyar ên hin zanîngehan bên qebûlkirin.
Piştgiriya piçûk xêra mezin
Ev çend hizrên li jor qismî pêk tên. Lê belê, ji bo ku îşaret pê bikim, ka esas sermeselê burs û alîkariya bi xwendekaran re çiqasî besît û muhim in, ez ê bi vê meseleyê hinekî dakevim. Derfetên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji ber êrişên daimî di warê madî de zêde nabin, heta carinan kêm dibin. Rêveberî ji bo xwendekaran xewgehan misoger dike û pê re jî alîkariyeke piçûk a madî dide xwendekaran. Xwendekarên ku karibin alîkariyê ji malbatên xwe jî wergirin, bi vê alîkariyê îdare dikin. Lê belê, gelek xwendekar pirr xizan in û ji bo ku bixwînin, lazim e hin karên giran de jî bixebitin. Em bêjin xwendekarekî tibê, heger li derve jî kar bike, ew ê nikaribe bi rastî jî di xwendina xwe de serketî be. Heger bi hevkariya zanîngehan re xelk (kesên medenî/sivîl, şirket û wekî din) bixwaze alîkariya madî ya wan xwendekaran misoger bike, alîkariyeke cuzî ya mehê 50 Euro (meblaxeke ku li Başûrê Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê û li Ewropayê xelk bi rehetî bide) wê bike ku ev xwendekarên herî xizan, karibin xwendina xwe rehet bikin û bi ser kevin. Yanî karsazekî piçûk jî dikare bi vî awayî xêreke civakî ya mezin li Rojava bike.
Mirov dikare li bursên berfirehtir jî bifikire, bursên ji bo xwendekarên serketî yên beşên diyar: Dibe ku kes, komele, weqf (heta belkî hin şirket jî) piştgiriya hin xwendekarên beşên diyar bikin yan jî piştgiriya beşên diyar bikin. Em bibêjin komeleyeke li dijî şideta beramberî jinê kar dike, dibe ku pedagojiya trawmayê destek bike û desteka madî ya ji bo xwendekarên serketî yan jî xizan bi hemahengiya zanîngehan re organîze bike.
Yan jî karsazekî dewlemend bixwaze ku bi hemahengiya zanîngehan re yekser destekê bide hin xwendekarên xizan û serketî, divê hem rêyên vê li Rojava bi awayekî ku şefaf bin (ji bo xwendekaran, ji bo xelkê û ji bo kesên bursê/alîkariyê didin) bên avakirin û her wiha hemahengiya wan bê misogerkirin. Lê belê, di encamê de bi meblaxên piçûk jî xelk dikare piştgiriya madî bide xwendekaran û akademiyan (zanîngeh jî di nav de). Li Rojava derfetên avakirina van rêyan hene, kesên dixwazin xwe bidin ber barê piştgiriyeke bi vî rengî jî dikarin vê yekê bikin, heger ev destek zêde bibe dibe ku beşeke birêvebirina bursên şexsî bê avakirin. Lê belê, ji bo xwendekarên xizan, niha bastûrên Heyva Sor a Kurdistanê yên li Ewropayê jî dikarin werin bikaranîn (lîsteyên navan û peywendî danîna di navbera xwendekar û alîkarê şexsî de, weke kampanyayên malbatên dost/xwişk û bira).
Lîsteya cîhazên pêwîst
Li aliyê din heger zanîngehên Rojava lîsteyeke cîhazên pêwîst bi rêza lezgînbûna pêdiviyê hazir bike, dibe ku kes, komele, weqf, sazî û dezgehên din dabînkirina hinan ji van bigirin ser xwe. Ev lîste dikarin li gor fakulte û beşan jî dikarin werin sinifandin û ji bo xelkê dixwazin piştgiriyeke madî jî bikin, bibe lîsteyeke berdest. Eger ev lîste înteraktîf be, wê helbet baştir be. Sermeselê, ji cîhazeke ji bo biyolojiyê 10 heb lazim in. Gava kesekî yek ji wan dabîn kir, heger lîste înteraktîf be, wê paşê pêdiviya bi 9 heban nîşan bide.
Nexasim beşên teknolojiyên nûjen, bijîşkî gelekî bi derfetên laboratiwaran ve girêdayî ne. Ji ber wê, milekî piştgiriya bi zanîngehên li herêmên şoreşê re dikare bibe birêxistinkirina piştgiriya ji bo laboratiwarên zanistî yên zanîngehan.
Birêxistinkirina piştgiriya ji bo laboratiwarekê
Ji bo xwendekarên zanîngehên li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yek ji zehmetiyên herî mezin nebûna laboratiwaran yan jî kêmbûna laboratiwaran e. Lewma xwendekar gava ku laboratiwarên ji bo beşên wan lazim nebin yan jî bi kêmasî bin, nikarin di asta pêwîst de, di beşên xwe de ji bo pratîkê hazir bin. Nexasim beşên teknolojiyên nûjen, bijîşkî gelekî bi derfetên laboratiwaran ve girêdayî ne. Ji ber wê, milekî piştgiriya bi zanîngehên li herêmên şoreşê re dikare bibe birêxistinkirina piştgiriya ji bo laboratiwarên zanistî yên zanîngehan.
Ev piştgirî dikare bi dabînkirina cîhazên besît ên hînkirinê jî were kirin û dikare bi kamilkirina laboratiwarên heyî jî were kirin. Heta di hin beşan de laboratiwarên tam jî dikarin bên çêkirin, di çarçoveya piştgiriyeke bi vî rengî de. Piştgiriyên ji bo laboratiwaran ên herî baş bi alîkariya hin kesên ehlê karê wan laboratiwaran dikarin werin kirin û ji bo ev piştgirî bi sihet bê birêxistinkirin, ya baş ew e ku peywendî bi zanîngehê re bê danîn. Ji bo vê agahdarkirina hemahengiya zanîngehan wê alîkar be. Hemahengî jî wê karibe li gorî doza piştgiriya tê kirin, peywendiya bi zanîngeh û beşa elaqedar re ji bo aliyê piştgir, misoger bike.
Yanî em behsa piştgiriyeke welê dikin ku ehlên meselê wê bikin. Weke nimûne, heger komek mamosteyên fizîkê bixwazin laboratiwareke piçûk a hin tecrûbeyên sereke yên fizîkî bi rêxistin bikin, ew dizanin ka çi ji bo vê laboratiwarê lazim in. Ew dikarin xwe bigihînin zanîngehê, ji bo zanibin ka çi cîhaz û amûr ji bo laboratiwara wan a besît kêm in. Piştî ku dîtin kîjan cîhaz û amûr kêm in, dikarin li gorî piştgiriya ku dixwazin bikin, li derfetên dabînkirina van cîhaz û amûrên kêm bipirsin. Gava ev piştgirî bi zanîngehê û beşê lazim re bi koordîneyî hat meşandin, hingê manedar dibe û bi awayekî karîger jî bikêr tê.
Heman tişt ji bo dabînkirina cîhazên laboratiwaran ên tevlîhev û teknolojiya nû jî lê ye. Heta mirov dikare piştgiriya projeyeke mezin a laboratiwarê jî birêxistin bike. Sermeselê, ji bo ku bijîşk karibin xweşik cîhaz û amûrên nû bi kar bînin, çima li Qamişloyê Nexweşxaneya Fakulteya Bijîşkiyê nebe! Ev projeyeke mezin e lê hem wê kapasîteya fakulteyê mezin bike û hem jî heger tevahiya amûran bên dabînkirin, wê rêya pisporbûnê li ber xwendekarên tibê jî veke. Helbet birêxistinkirina piştgiriya bi vî rengî meseleyeke cidîtir e û koordînasyoneke bêqisûr a bi hemahengiya zanîngehan re jê re divê, lê mirov dikare gavên destpêkê ji bo dabînkirina hin cîhazên ji bo nexweşxaneyeke bi vî rengî jî bide destpêkirin.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 507 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/ - 11-11-2024
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 21-08-2024 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Zanist
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 11-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 12-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 11-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 507 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.187 çirke!