Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,909
Wêne
  124,367
Pirtûk PDF
  22,117
Faylên peywendîdar
  126,411
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,246
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,682
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,747
عربي - Arabic 
44,091
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,681
فارسی - Farsi 
15,863
English - English 
8,531
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,034
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,963
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,762
MP4 
3,910
IMG 
234,646
∑   Hemû bi hev re 
274,817
Lêgerîna naverokê
Serdar Kilinç - Agir Çekdar
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya dîroka duh û îro ji bo nifşên siberojê arşîv dike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Serdar Kilinç
Serdar Kilinç
Nav û Paşnav: Serdar Kilinç
Nasnav: Agir Çekdar
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik – Bav: Semîha – Maruf
Cih û Dîroka Şehadetê: #08-08-2024# / Zap
AGIR ÇEKDAR
Hevrêyê me Agir weke endamekî malbateke xwedî kevneşopiya welatparêziyê ya kûr, li navçeya Tetwan a Bedlîsê hate dinê. Ji ber ku derdora wî ya nêz û malbata wî welatparêz bû, hevrêyê me jî bû xwedî zanebûna welatparêziyê. Bi guhdarkirina çîrokên lehengên kesên Bedlîsî yên weke Îhsan Nûrî, Hecî Mûsa Beg û Yusuf Ziya Beg û bi rengekî girêdayî cewherê xwe mezin bû. Hevrêyê me Agir timî jiyan lêpirsîn dikir û di salên dibistana seretayî de têkildarî zimanê xwe yê dayikê ket nava nakokiyan û li dijî dibistanên dewleta Tirk ên ku hêlînên asîmîlasyonê ne, bû xwedî bertek. Hevrêyê me demekê li dibistana gund xwend û piştre li YÎBO’yê ku hêlînên asîmîlasyonê yên sîstemê ne, xwend. Hevrêyê me Agir di dema dibistanê de dît ku sîstem tehemûlê gotineke Kurdî jî nake û rûyê rast ê dewleta Tirk fêm kir. Dibistanên sîstemê berda û tevlî têkoşîna jiyanê bû. Hingî ku temenê hevrêyê me mezin bû, meraqa wî ya ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê jî zêde bû. Bû heyranê gerîlayên ku di şerê li Kurdistanê de destanên lehengiyê dinivîsînin. Dijmin li Kurdistanê gelê me neçarî koçberiyê kiriye û xwestiye qirkirina çandî pêk bîne. Di encama vê yekê de bi hezaran malbatên Kurd koçî metropolên Tirkiyeyê kirine û weke yek ji van malbatan li dijî dewleta Tirk a faşîst hêrsa xwe zêde kir. Xwest ji hîn nêztir ve têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêbertiya me û şehîdên me pêş ketî, nas bike û fêm bike. Hevrêyê di nava hin karên bajaran de cih girt û hem hewl da wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih bîne, hem jî ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di nava hin karan de xebitî. Hevrêyê me di warê aborî de alîkarî da malbata xwe û weke zarokê mezin ê malbatê berpirsyarî girt ser xwe. Di temenekî zû de ked nas kir û bû xwedî kesayeteke gihayî. Bû kesekî ku ji aliyê derdora xwe ve hate hezkirin û gotina wî dihate guhdarkirin. Hevrêyê me yê ku her xebata têde cih girtî bi serketî bi cih anî, bi kesayeta xwe ya dûrist dihate naskirin. Bi taybetî hêzeke mezin ji çalakiyên ku gerîla li Botanê pêk anî, wergirt û biryara tevlîbûna jiyana gerîla da. Lê belê neçar ma ku demekê vê biryara xwe taloq bike. Piştî komkujiyên Roboskî û Parîsê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û mêtinger ve hatin pêkanîn, weke her ciwanekî Kurd ê birûmet berê xwe da çiyayên azad. Dizanî ku bersiva herî baş a li dijî êrîşên dijmin bê dayîn, tevlîbûna nava refên têkoşînê ye û bi vê zanebûnê tevgeriya.
Di sala 2013’an de Hevrêyê me Agir ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû û di tevahiya rêwîtiya xwe de ji nêzîkatiya malbatên welatparêz ên nas kirî, pir bandor bû. Piştre hevrêyê me derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û beşdarî perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêyê me yê ku salên wî yên zarokatiyê li gund derbas bûn û di motîvebûna jiyana çiyê de tengasî jiyan nekir, bi tevlîbûna xwe ya bi moral a di perwerdeyan de teqdîra hevrêyên xwe qezenc kir. Bi dersên îdeolojîk fêm kir ku di dîroka Kurdistan û Partiyê de çi tişt qewimîne û tevlîbûneke xurt raber kir. Hevrêyê me Agir di branşên leşkerî de tecrubeyeke diyar qezenc kir û di warê îdeolojîk de jî lêhêrbûnên kûr jiya û weke gerîlayekî serketî perwerdeya xwe qedand. Piştre hevrêyê me beşdarî xebatên pratîkî bû û derbarê gerîlatiyê de tecrubeyên girîng qezenc kir. Bêyî ku perwerdeyên xwe yên îdeolojîk taloq bike, gihişte asteke zanebûnê ya girîng.
Hingî ku Rêbertiya me xwend Partî û îdeolojiya me hîn baştir fêm kir û hêrsa xwe ya li dijî dijmin mezin kir. Hevrêyê me armancên xwe mezin kir. Xwest bibe milîtanekî fedayî yê Apoyî û di bunyeya Hêzên Taybet de di nava xebatan de cih bigire. Hevrêyê me di nava Hêzên Taybet de perwerdeyeke xurt dît û li ser fedayîbûnê lêhêrbûnên kûr jiyan kir, bi sekna xwe ya jiyanê û bi exlaqê hevrêyên fedayî yê ji xwe re mînak digirt, bû gerîlayekî ku bawerî dida mirov. Bû şopdarê hevrêyên ku bi çalakiya fedayî navên xwe di dîroka têkoşîna me de bi tîpên zêrîn nivîsandine. Hevrêyê me di perwerdeyeke zehmet re derbas bû û li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava xebatên Partiyê de cih girt. Di ferqa wezîfeyên stratejîk ên girtî ser xwe de bû û ji bo ku her cure hewldana dijmin pûç bike, ket nava lêpirsînên kûr. Hevrêyê me di xebatên xwe de tecrubeyên girîng bi dest xist. Bi cidiyeta partiyê û hewldana bûyîna layiqê şehîdan nêzî her xebatê bû û wezîfeyên xwe bi rengekî bêkêmanî bi cih anî. Di warê leşkerî, îdeolojîk û jiyanî de tecrubeyên mezin bi dest xist. Hevrêyê me Agir piştî pêvajoya pratîka dijwar, di akademiyên îdeolojîk de perwerde dît. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de pratîka xwe ya paşerojê lêpirsîn kir û li gorî ruhê dema di nav de, hewl da xwe amade bike. Parêznameyên Rêbertiya me xwend û bi felsefeya Rêbertî û fikrê azad xwe têr û tejî kir. Hevrêyê me li dijî operasyonên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin, ji bo wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih bîne pêşniyar kirin. Tevî ku dijmin li Herêma Şehîd a Rojavayê Zapê bi her cure teknîk, çekên qedexe û gazên kîmyewî êrîş dike, li hemberî fedayiyên Apoyî têk diçe. Hevrêyê me derbasî vê herêmê bû. Hem berpirsyariyên xwe yên dîrokî zanî û hem di tunelên şer de hem jî xebatên binesaziyê de ked da. Manewiyata qada ku lê ye, hîs kir û carna weke şervanekî, carna jî weke fermandarekî bi rengekî bêteredut wezîfeyên xwe bi cih anî.
Hevrêyê me Agir bi tevlîbûna xwe ya xwezayî, sade û fedayî û weke şopdarê Zîlanan ji me hevrêyên xwe re têkoşîneke dewlemend hişt. 8’ê Tebaxa 2024’an li herêma Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê di çalakiya fedayî ya êrîşê ya pêk anî de, li dijî dijmin şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû.
[1]
Ev babet 291 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://anfarabic.com/ - 10-11-2024
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka Şehadetê: 08-08-2024
Cihê jidayikbûnê: Bidlîs
Cureyên Kes: Leşkerî
Dereceya leşkerî: Leşker
Netewe: Kurd
Sedema mirinê: Bombebarana Balafiran
Welat - Herêm (Şehîd): Başûrê Kurdistan
Welatê jidayikbûnê: Bakûrê Kurdistan
Zayend: Nêr
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 10-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 26-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 10-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 291 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.235 çirke!