Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,597
Wêne
  124,251
Pirtûk PDF
  22,111
Faylên peywendîdar
  126,163
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Mucahît Onal - Fedakar Yadîgar
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mucahît Onal
Mucahît Onal
Nav paşnav: Mucahît Onal
Nasnav: Fedakar Yadîgar
Cihê jidayikbûnê: #Mûş#
Dayik-Bav: Yadîgar-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: #21-07-2024# / Xakurkê
FIRAT SÊRT
Hevrêyê me Firat li navçeya Berwarî ya Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber vê taybetmendiay malbatê li gorî çand û kevneşopiya xwe jiya, mezin bû. Hevrêyê me li cografyayeke ji welatparêziya kûr a Botanê zarokatiya xwe derbas kir, şensê wê yekê dît ku partiya me PKK'ê zû nas bike. Ji malbat û derdora xwe li çîrokên gerîla guhdarî kir, bû heyranê gerîla û xwest bibe gerîla. Hevrêyê me heyşt salan çû dibistanên mêtingeriyê û her tim ji bo wî bû kul û derd ku nihare bi zimanê dayikê bi hêsanî biaxive. Di navbera zimanê dayikê û zimanê dibistanên mêtingeriyê Tirkî de her tim kete nava nakokiyan. Di encama van nakokiyan de biryar da ku neçe dibistanên dewleta Tirk ku hêlîna asîmîlasyonê ne. Hevrêyê me xwest alîkariyê bi malbata xwe re bike û bi keda xwe hem li nava malbatê hem jî li derdora xwe bû cihê hurmetê. Ev taybetmendiya xwe ya kedkar li nava refên gerîla hîn bêhtir mezin kir. Hevrêyê me bi pîrozmendiya kedê zanîbû û di wê baweriyê de bû her nirxa bi kedê bê bidestxistin divê nemir be, lewma li keda Rêberê me ya ji bo gelê me fikirî û xwest tevlî nava vê têkoşîna pîroz bibe, lê belê ji ber hin sedeman neçar ma ku vê biryara xwe taloq bike. Di demekê de ku êrîşên li ser tevgera me û gelê me zêde bûn û li Kurdistanê Şerê Gel ê Şoreşgerî xurt bû, ji şehadetan bi bandor bû û li pêşberî gerîla ku bi canê xwe destketiyên gelê me diparêze timî xwe deyndar dît. Di pêvajoya şoreşê ya li Rojava de ku projeya Konfederalîzma Demokratîk û jiyana bi paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk a Rêberê me kete meriyetê, li gorî ruhê seferberiyê yê ku tevgera me ragihand, hevrêyê me tevgeriya û fikirî ku êdî dem hatiye ew jî bi wezîfeyên dîrokî rabe. Di dema Berxwedana Kobanê de hevrêyê me biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe, bi vê tevlîbûna xwe xwest bersivê bide çeteyên DAÎŞ'ê û dewleta Tirk a dagirker.
Di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û gava destpêkê ber bi jiyana gerîla ve avêt ku xeyala wî ya zarokatiyê bû. Hevrêyê me Firat li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî perwerdeya şervanên nû bû, di nava perwerdeyê de bi tevlîbûna xwe ya sade bala hevrêyên xwe kişand. Her roj hîn bêhtir hînî jiyana gerîla bû, ti zehmetî ji xwe re nekir hincet û ji bo şert û mercên çiyê motîve bû. Agahiyên ku di perwedeyê de hîn bû ji bîr nekir û her kêliya jiyanê weke perwerdeyê dît. Daxwaza hînbûnê ya li perwerdeya leşkerî û hêrsa li dijî dijmin kir ku di demeke kurt de şareza bibe. Di pêvajoya perwerdeyê de gihîşt wê baweriyê ku tenê bi gerîlatiya şareza dikare bersivê bide êrîşên dijmin û ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve divê xwe hîn bêhtir şareza bike. Hevrêyê me Firat bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand û li herêmên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî kar bû. Tevî ku şervanekî nû bû zû hînî jiyana gerîla bû, tecrûbeya xwe ya destpêkê wergirt. Bi kesayetiya xwe ya fedakar û kedkar beşdarî kar bû, wezîfe bêkêmasî bi cih anî û bû xwedî tecrûbeyên rêxistinî. Hevrêyê me ku bû xwedî tecrûbeya pratîkî û ji aliyê îdeolojîk ve timî dixwest xwe hîn şareza bike, hewl da ku di nava jiyanê de pêşengiyê ji nîqaşên rêxistinî re bike. Her tim zanîbû ku partiya me partiya şehîdan e û divê hêjayî bîranîna hevrêyên şehîd be. Hevrêyê me têkoşîna hevrêyên me yên şehîd ji xwe re kir mînak, ji xwe re kir armanc ku têkoşîneke hêjayî hevrêyên şehîd bimeşîne û bi vê nêzîkatiya xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wezîfe kir, herî dawî li herêma Xakurkê ma. Li herêma Xakurkê ku hevrêya me Şehîd Bêrîtan - Gulnaz Karataş li dijî teslîmiyetê ji xwe re berxwedan kir esas, serbilind bû ku gerîlatiyê lê bike. Li herêmeke ku manewiyata wê ewqasî mezin bû, hevrêyê me gerîlatî kir û beşdarî gelek şerên giran bû. Hevrêyê me li her qada ku lê ma bi kedkariya xwe hate bîranîn û têgihişt ku aliyê herî girîng ê şer amadekarî ye. Lewma li hemberî operasyonên dagirkeran ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, di demekê de ku gerîla bi îradeya Apoyî destanan dinivîsîne li gelek qadan bi berpirsyarî rabû.
Hevrêyê me Firat weke milîtanekî Apoyî tevî hevrêyên xwe li çeperên berxwedanê cih girt û di 20'ê Tîrmeha 2024'an de di êrîşa dijmin de dema ku erk û berpirsyariya xwe bi cih dianî tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me Firat heta nefesa xwe ya dawî ji bo nirxên ku jê bawer dikir şer kir û cihê xwe di dîroka têkoşînê ya gelê me de girt. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku bi xeta têkoşînê ya ku hevrêyê me Firat diyar kirin em ê serketinê bi dest bixin û Kurdistana azad pêk bînin ku hesreta şehîdên me bû.
FEDAKAR YADÎGAR
Hevrêyê me Fedakar li Mûşê ku gelek lehengên mîna Ferzede Beg û Seyitxanê Kerr gihandiye, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me li cihekî ji berxwedana dîrokî û lehengiya mezin bû, li gorî çand û kevneşopiya Kurd mezin bû. Ji ber ku herêma lê dima xwedî hişmendiyeke xurt a welatparêziyê bû û tevlîbûn li nava Tevgera Azadiyê ya Kurd hebû, hevrêyê me Fedakar di temenekî zû de xwe nêzî partiya me PKK'ê kir, bû xwedî sempatî. Hevrêyê me li dibistanên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk heta lîseyê xwend, bi demê re fêhm kir ku sîstem hewl dide ciwanan dejenere bike, ji cewhera wan dûr bixîne. Zanîbû ku ciwan hêza katalîzor a şoreşê ye, hêviya gelên bindest e, xwedî rola pêşengiyê ye, lewma biryar da ku tevlî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bibe. Di sala 2012'an de têkilî bi tevgera me re danî û di nava karên ciwanên şoreşger welatparêz de firsend dît ku partiya me hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me dirûşma 'Me bi ciwantî destpê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin' a Rêberê me ji xwe re kir rêber, bi kelecaneke mezin tevlî kar bû. Roj bi roj hîn bêhtir giranî da ser karê xwe û di pêvajoya şer de xwest berpirsyariyên xwe bi cih bîne, lewma kete nava kûrbûnan. Dema ku çeteyê DAÎŞ'ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrîş birin ser Rojava û Şengalê û xwest gelê me qir bike, berxwedana destanî ya gerîla ya li dijî vê qirkirinê gelekî bandor li hevrêyê me Fedakar kir. Piştî ku Tevgera me di Berxwedana Kobanê ya Dîrokî de bi ruhê seferberiyê û berdêlên giran Kobanê rizgar kir, ev yek ji bo lêgerînên hevrêyê me jî bû bersiv. Hevrêyê me xwest, hovîtiya ku li Bakurê Kurdistanê di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de hate kirin hilîne, di sala 2015'an de di ser Bakurê Kurdistanê re tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me tevlî perwerdeya şervanên nû bû, xwest tiştên di perwerdeyê de hîn bûye bi cih bîne. Hevrêyê me di demeke kurt de hînî şert û mercên çiyê û jiyana kolektîf a gerîla bû. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi daxwaz a li dersan, di gelek mijarand e bû gerîlayekî şareza. Bi saya tecrûbeya rêxistinî ya ku di karên ciwanên şoreşger welatparêz de wergirtî, bi agahiyên di dersên îdeolojîk de wergirtî xwe hîn bêhtir dewlemend kir. Piştî ku perwerdeya xwe bi baweriya ji xwe qedand, derbasî herêma Xakurkê bû û li vê derê tevlî gelek karan bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi daxwaz, moral û kelecan, xwest tiştên di perwerdeyê de hîn bû bixe pratîkê û di vê helwesta xwe de timî israr kir. Hevrêyê me ku ji tecrûbeya pratîkî ya hevrêyên xwe sûd wergirt û girîngiyeke mezin da perwerdeya xwe, bi dilnizmî û tevlîbûna xwe ya bi coş a li jiyanê, wezîfeyên herî zehmet jî bi hêsanî bi cih anî. Têkiliya wî ya xurt a hevrêtiyê, her wiha sekna wî ya di perwerdeyê de kir ku li her qadê bibe milîtanekî Apoyî ku lê tê guhdarîkirin. Li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li benda wê rojê ma ku weke gerîlayekî şareza derbê li dijmin bixe. Di şer de bi sekneke xwînsarî, wêrekiyeke mezin û ya herî girîng jî bi îradeya Apoyî di her kêliya jiyanê de xwe perwerde kir. Bi kesayetiya xwe ya durust, samîmî û dilsozê nirxên azadiyê yên Apoyî, ku berê xwe li serketinê bû, lêgerîna xwe ya li heqîqetê di her şert û mercî de kûr kir. Hevrêyê me Fedakar ku bi kedkarî û tevlîbûna xwe ya bi moral dihate naskirin, ji bo rojên ku tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne her tim xwe amade kir. Hevrêyê me di nava hewldana wê yekê de bû ku hêjayî şehîdan be, li Herêmên Parastinê yên Medyayê weke şopdarê armancên hevrêyên me yên bi gazên kîmyewî şehîd bûn têkoşîna xwe mezin kir.[1]
Ev babet 478 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://anfarabic.com/ - 28-09-2024
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka Şehadetê: 21-07-2024
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Cureyên Kes: Leşkerî
Dereceya leşkerî: Leşker
Netewe: Kurd
Sedema mirinê: Bombebarana Balafiran
Welat - Herêm (Şehîd): Başûrê Kurdistan
Welatê jidayikbûnê: Bakûrê Kurdistan
Zayend: Nêr
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 22-09-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 28-09-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 28-09-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 478 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.187 çirke!