Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,180
Wêne
  123,329
Pirtûk PDF
  22,030
Faylên peywendîdar
  124,472
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Minareya Çolî
Pol, Kom: Cihên arkeolojîk
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya dîroka duh û îro ji bo nifşên siberojê arşîv dike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English1
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Minareya Çolî
Minareya Çolî
Minareya Çolî, yadgara serdema împaratoriyeke kurdî ye
Sîpan Sofîzade

Serdema fermanrewaya Sultan Muzeferedîn (ji sala 1191ê dest pê dike û di sala 1232an de dawî pê hatiye), ji bo bajarê#Hewlêr# ê serdemek zêrîn bû. Di vê heyamê de gelek dibistan, derwêşxane (xaneqa), mizgeft û minare hatine çêkirin ku ji aliyê endazyarî ve bê mînak bûn.
Yek ji cihên bêhempa yên ji vê serdemê ji me re maye Minareya Çolî ye.
Ev minare yek ji diyartirîn rûmeta bajarê Hewlêrê ye û bi keleha xwişka xwe bûne paşgira navê Hewlêrê û bi vî awayî paytexta Herêma Kurdistanê wek bajarê “keleh û minare”yê tê naskirin.
Minareya Çolî an jî “Minareya Mizeferiye” yek ji şûnwarê kevnar ê Hewlêrê ye ku dikeve başûrê rojavayê keleha Hewlêrê, wek tê gotin “keleh û minare” ew cêwî ne ku ji hev nayêne veqetandin.
Ev minare ku bilindahiya wê zêdetirî 22 metreyan e, temenê wê nêzîkî 800 sal e û li serdema fermarewayiya Sultan Muzeferedînê Kokberî, mîrê hakimê wê serdemê yê Hewlêrê û zavayê Sultan Selahedîn Eyûbî hatiye çêkirin. Tê texmînkirin ku ev minare beşek ji mizgefteke mezin bûbe ku di wê serdemê de hatibe çêkirin, û paşê bi derbasbûna demê re û ji ber sedemên cuda, yek ji wan jî şer û êrîşên gelên derdor, mizgeft hilweşiyabe û tenê minare mabe.
Di serdema Sultan Muzefer de ji ber pêşketina bajar û aramî û ewlehiya welatiyan, bo yekem car xelk li derveyî kelehê bi cih bûne. Sultan li binê kelehê du dibistan, mizgeftek û bazara qeyserî ava dike, lê piştî koça dawiya sultan û êrîşên Mexolan, Celayîrî, Îlxanî, Safewî û Osmaniyan li ser Hewlêrê, ev beşa bajar li derveyî kelehê rastî hilweşîn û kawilbûnê tê. Cihê minareyê heta destpêka sedsala borî jî çol bû û kes li wir nejiyaye, lewra jê re digotin “Minareya Çolî”.
Minare heta sala 1935an nehatibû destkarîkirin. Her di heman salê de hikûmeta Îraqa wê demê bi awayekî fermî wek şûnwarên dîrokî da nasandin û paşê di sala 1960î de, birêveberayetiya cihwarên Iraqê, encumenek ji bo wê ava kir û ev minare nûjen kir.
Minareya Çolî ji kerpûş, geç û ahekê, ji aliyê hosta Mesûd Murad ve hatiye çêkirin û bi nexş, nîgar û rengarengî hatiye xemilandin.
Minareya Çolî ji du beşan pêk tê:
Binkeya minareyê pêk hatiye ji beşa jêrîn ku bi şêwazekî endazyarî dernakeve, dibe ku heft parçeyî be, belkî jî di destpêkê de heşt parçeyî be, lê bi sedema avakirina wê li kêleka dîwarê mizgeftê bi vî awayî hatibe çêkirin. Çimkî piştî heft metr dîwar, dîsan dibe şêwaza heşt parçeyiya rêk, ev beşa ku ji 15 metreyan dirêj e, du derî jî hene: Yek li aliyê rojava û yê din li aliyê rojhilat.
Her yek ji wan deriyan pêlekanek heye bo çûna serweyê minareyê ku 110 pêlekan in û bi şêwazeke zivirî ango pêçûpêç e û hevdu nabirin û ger du kes ji herdu pêlekanan ve herine jorê û bi ser pêlekanan de ser bikevin, heta dawiya minareyê yektir nabînin. Tev nexşeyên vê beşê ji kerpûç û taq û pencereyên daxistî pêk tê.
Beşa din “boriya minare”yê ye ku pêk hatiye ji beşa jorîn a minareyê ku bi stûriya 21 pêyan û bilindahiya jî 22.10 metreyan e ku rastewxwe dikeve beşa duyem û bi şêwazekî lûlikî hatiye çêkirin. Dibe ku di dema çêkirinê de bilindtir bûbe. Ji ber ku bi sedema guherîna keşûhewayê têk çûye û beşa jorîn hilweşiyaye û nehatiye nûjenkirin.
Minare rengekî xweşik û ciwan heye û di warê dîrokî û olî de nirx û buhayê xwe heye û ji rûyê endazyarî ve jî bi awayekî hatiye çêkirin ku taybet e û ti minareyeke din bi vî awayî li ti cihekê nehatiye çêkirin.
Minare di sala 2007an de ji aliyê welatê Çekê ve hate nûjenkirin û pêşî jê hatiye girtin ku neyê herifînê. Beriya nûjenkirinê serê minareyê beşek jê hilweşiya û niha bi awayekî hatiye nûjenkirin ku ava baranê jî naçe minareyê û tê parastin.
[1]
Ev babet 577 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kurdshop.net/ - 14-01-2024
Gotarên Girêdayî: 2
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 14-01-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-01-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 14-01-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 577 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1196 KB 14-01-2024 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.719 çirke!