Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,265
Wêne
  123,337
Pirtûk PDF
  22,032
Faylên peywendîdar
  124,490
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Kevneşopeke ku deng jê nayê birîn: Çapemeniya kurdî 123 salî ye - 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Mebesta me ew e ku em wek her gelî bibin xwedî bingeheke niştimanî û netewî.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Kevneşopeke ku deng jê nayê birîn: Çapemeniya kurdî 123 salî ye - 2
Kurtelêkolîn

Kevneşopeke ku deng jê nayê birîn: Çapemeniya kurdî 123 salî ye - 2
Kurtelêkolîn

=KTML_Bold=Kevneşopeke ku deng jê nayê birîn: Çapemeniya kurdî 123 salî ye - 2=KTML_End=
Çapemenıya kurdî li mişextiyê dest pê kir û li gel hemû zextên Osmaniyan jî rêya xwe domand. Piştî ku Kurdistan kirin çar parçe, her çend çapemeniya kurdî hinekî ji hêla berhemdariyê ve kêmasiyên xwe çêbûbûn jî, ji xwe re qadên nû peyda kirin. Ronakbîr û rojnamevanên Kurd di nava zextên çar dewletên dagirker de jî bûn pêdaberên çapemeniya kurdî.
=KTML_Bold=LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ ÇAPEMENIYA KURDÎ=KTML_End=
Çapmeniya kurdî pêngava xwe ya pêşîn bi rojnameya Kurdistan a Mîqdat Mîdhat Bedirxan li mişextiyê avêt. Pê re jî li gel zextên Împaratoriya Osmanî jî bi rojname û kovarên cihêreng jiyana xwe berdewam kir. Heta serdema piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ku Împaratoriya Osmanî pê re ji hev belav bû, çapemeniya kurdî bi kovar û rojnameyên Jîn, Bangî Kurd û Kurduistan rêya xwe domand lê piştî şer, Kurdistan kirin çar parçe û pê re jî zextên giran li ser çapemeniya kurdî dest pê kirin. Mistefa Kemal Ataturk di 28’ê Nîsana 1920’an de telgrafekê ji Erziromê re dişîne, tê de ferman dide ku kovara Jîn nexin bajêr. Ev yek jî nîşan dide bê ka dewletên dagirker helwesteke çawa nîşanî çapemeniya kurdî daye.
=KTML_Bold=ARMANCA SEREKE YA DAGIRKERAN ÇAPEMENÎ BÛ=KTML_End=
Di salên pêşîn ên Komara Tirkiyê de her çend qala tifaqa Kurd û Tirkan hatibe kirin jî, destûr nedan çapemeniya kurdî. Bi îmzekirina Peymana Lozanê re êdî tu kesî heta navê gelê Kurd jî bi lêv nekir û kar û xebatên çapemeniya kurdî bi tevahî hatin astengkirin. Piştî sala 1924’an êdî li çar parçeyên Kurdistanê dewletên dagirker Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê hebûna gelê Kurd jî înkar dikir.
=KTML_Bold=ÇAPEMENIYA KURDÎ DI ŞERTÊN DAGIRKERIYÊ DE JÎ BÊ DENG NEMA=KTML_End=
Girêdayî dagirkerî û mêtingeriya li Kurdistanê çapemeniya kurdî bandoreke xirab lê bû, lê bi awayekî karî hebûna xwe bidomîne û xwe bigihîne roja îroyîn. Kurdistan kirin çar parçe û li her parçeyekî rejîmeke cuda ya dagirker lê serwer bû, vê yekê jî bandoreke zêde li çapemeniya kurdî kir. Piştî ku Kurdistan bû çar parçe, çapamniya kurdî li Bakur û Başûrê Kurdistanê bi weşanên demkurt be jî, weşana xwe domand. Li Rojhilatê Kurdistanê rejîma Îranê kontroleke hişk li ser çapemeniyê çêkiribû û vê yekê jî astengiya herî mezin li ber çapmaniyê çêdikir. Li Rojaavê Kurdistanê jî bi zextên rejîma Sûriyê re salên bêdeng derbas kirin.
Lê belê çapemeniya kurdî li Bakurê Kurdistanê bi geşbûna têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re kevneşopeke nû ya çapemeniya azad çêkir. Heman kevneşop li Başûrê Kurdistanê jî hate meşandin lê ji ber sazûmankariya feodal her çend girêdayî hêz û partiyên siyasî be jî, bi dehan rojname, televîzyon, malper û radyoyên kurdî bi naverokeke berfireh dest bi weşanê kir. Li Rojavayê Kurdistanê jî çapemeniya kurdî bi serhildanên gel ên sala 2011’an û şoreşa Rojava re dîsa şewqa xwe da ku bi salan hewl dabûn binax bikin.
Di navbera salên 1920 û 1990’î de ku heta peyva ‘kurd’ jî dibû sedema girtin û îşkenceyan, çapemeniya kurdî li xaka xwe têra xwe bê deng mabû lê belê li Iraq, Sûriye û Beyrûdê bi pêşengiya ronakbîrên Kurd gelek kovar û rojname hatin derxistin.
Di nava wan weşanan de her çi qasî ne domdar be jî kovar û rojnameyên Jiyan (1926-1936), Hawar (1932-1943), Jîn (1939), Gelawêj (1941- 1950), Ronahî (1942-1945) û Roja Nû (1943-1946) hatin weşandin. Her wiha Dîcle Kaynağı (1949), Şark Mecmûasi (1950), Îlerî Yurt (1958), Dîcle-Firat (1962), Deng (1963), Roja Newe (1966) yên ku ji aliyê rewşenbîrên wekî Mûsa Anter, Edip Karahan, Yaşar Kaya, Medet Serhat ve hatin derxistin, ji ber zextan zêde demdirêj nebûn lê ji bo berdewamiya çapemeniya kurdî bi roleke girîng rabûn. Her wiha weşanên marksîst-lenînîst ên mîna Ozgurluk Yolu (1975), Xebat (1976), Rizgarî (1976), Roja Welat (1977), Kawa (1978), Ala Rizgarî (1979), Serxwebûn (1980) jî rastî zextên rejîmên desthilatdar hatin. Ew hemû weşanên navborî yan bi tirkî bûn yan jî bi kurdî-tirkî bûn. Weşana ku bi tenê bi kurdî derket jî kovara Tîrêj bû ku di sala 1977’an de li Amedê ji hêla Devrîmcî Demokrat Kultur Dernegî (DDKD) ve hate weşandin. Dîsa ji ber zextan bi tenê 4 hejmarên wê kovarê hatin weşandin.
=KTML_Bold=ROJNAMEYA RIYA TEZE=KTML_End=
Di dîroka çapemeniya kurdî de rojnameya herî demdirêj Riya Teze ye. Di sala 1930’an de li paytexta Ermenistanê Erîvanê bi destê Partiya Komunîst a Sovyetê hate avakirin û 3 kesên Ermen ku baş bi kurdî dizanî, rojname derxist. Piştî 4 salan karê derxistina rojnameyê dewrî rojnamevanên Kurd hate kirin. Di sala 1937’an de ziman, çand û muzîka kurdî hate qedexekirin û pê re rojname jî hate girtin.
Di sala 1955’an de careke din Riya Teze dest bi weşana xwe kir û wek rojnameya tekane ku di dema Yekitiya Sovyetê de bi kurdî hatiye weşandin, di nava rûpelên dîrokê de ji xwe re cih girt. Rojname wek organa weşanê ya Partiya Komunîst bû û ne tenê li Ermenistanê, li tevahiya Yekitiya Sovyetê dihate weşandin. Riya Teze ji 4 rûpelan pêk dihat û heta sala 1994’an hefteyê du caran dihate weşandin. Ji ber sedemên ekonomîk di sala 2003’yan de neçar ma bê girtin. Di destpêkê de bi alfabeya kirîlî dihat weşandin lê piştre derbasî alfabeya latînî bû.
=KTML_Bold=KOVARA JIYAN=KTML_End=
Li bajarê Silêmaniyê di navbera salên 1926-1936’an de derket. Xwediyê îmtiyazê yê kovarê helbestvan Pîremêrd û piştre jî rojnamevan Suleyman Tevfîq bû. Kovar bi qasî 10 salan derket, dûre rêveberiya fermî kovar girt. Piştî girtina kovara Jiyan ji 22’yê Kanûna 1939’an ve Pîremêrd bi navê Jîn kovareke din derxist û heta 15’ê Hezîrana 1950’yan dewam kir.
=KTML_Bold=DI DÎROKA ÇAPEMENIYA KURDÎ DE DESTPÊKEK; HAWAR=KTML_End=
Kovara Hawar di 15’ê Gulana 1932’yan de li paytexta Sûriyê Şamê dest bi weşanê kir. Celadet Alî Bedirxan berpirsyarê Hawarê bû. Cara yekemîn alfabeya latînî di kovara Hawar de hate bikaranîn. Hawar ji 20 rûpelan pêk dihat û 16 rûpelên wê bi kurdî, 4 rûpel jî bi fransî bûn. Heta hejmara xwe ya 23’yan bi alfabeya latînî û erebî derket, lê piştre êdî bi tenê bi alfabeya latînî hate weşandin.
Hawarê bi kêmasî û di bin zextên giran de weşana xwe domand û ji ber sedemên aborî çend caran navber da weşana xwe. Hawar zêdetir bi zaravayê kurmancî derdiket, her wiha kirmanckî û soranî jî tê de cih digirt. Nûreddîn Zaza, Qedrîcan û Cegerxwîn ji çend kesayetên ji ekola Hawarê ne. Di kovarê de li rex helbest, çîrok û goratan, werger jî dihat weşandin û gelek helbestên bi fransî wergerandin kurmancî, her wiha gelek berhem jî wergerandin fransî. Celadet Alî Bedirxan û xebatkarên Hawarê li ser rêzimana kurmancî gelek xebat pêk anîn û nivîsandina bi alfabeya latînî li kurdî zêde kir.
Hemû hejmarên Hawarê di sala 1989’an de ji aliyê Weşanên Nûdem ve wek du cîld dîsa hatin weşandin. Kovara Hawarê heta 15’ê Tebaxa 1943’yan wek 57 hejmar hate weşandin.
=KTML_Bold=KOVARA RONAHÎ=KTML_End=
Kovara Ronahî jî ji hêla Cladet Alî Bedirxan ve di sala 1942’yan de li Şamê hate derxistin. Zimanê Ronahiyê kurdiya kurmancî bû, bi alfabeya latînî dihat weşandin. Di kovarê de fotograf jî bi kar dihatin û ev yek ji bo wê demê tiştekî nû bû. 28 hejmarên kovarê derketin û di 1945’an de hate girtin.
Nivîskarên wekî Celadet Alî Bedîrxan, Osman Sebrî, Hesen Hişyar, Cegerxwîn di kovara Ronahî de dinivîsand ku berê jî nivîskarên Hawarê bûn.
=KTML_Bold=KOVARA STÊR=KTML_End=
Bi destê Dr. Kamîran Bedirxan di sala 1943’yan de li Beyrûdê hate derxistin. Kovara Stêr bi tenê 3 mehan dewam kir. Hejmara pêşîn di Kanûna 1943’yan de, ya duyemîn di Sibata 1944’an de û ya dawîn jî di 1945’an de weşiya.
=KTML_Bold=APÊ MÛSA MEŞALEYEKE NÛ AFIRAND=KTML_End=
Rewşwnbîrê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ji sala 1950’yan ve dest bi jiyana xwe ya çapemeniyê kir û gelê Kurd ku li Tirkiyê tune dihat hesibandin û rastiyên veşartî bînayî dikirin û di çapemeniya kurdî de qonaxeke nû da destpêkirin.
Piştî ku ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê veqetiya, di rojnameyên Şark Postasi û Dîcle Kaynagi de dest di nivîsandinê kir. Ji ber helbesta xwe ya bi navê ‘Qimil’ a di rojnameya Îlerî Yurt de, di sala 1959’an de hate girtin û bi cezayê darvekirinê hate darizandin. Piştî derbeya leşkerî ya sala 1960’î serbest hate berdan û piştî ku ji zindanê derket, di kovarên Deng, Bariş Dunyasî û Yon de nivîsand. Apê Mûsa di demên cuda de di Dîcle-Firat, Yenî Ulke, Ozgur Gundem, Rewşen û Tewloyê de nivîsand.
Apê Mûsa 7 pirtûk û ferhengeke kurdî-tirkî weşandin.
Apê Mûsa li gel rojnamevaniya xwe, her wiha rewşenbîr û siyasetmedar bû û têkoşîneke têrtijî meşand. 11 salan di zindanên dewleta Tirk de ma. Zanayê Kurd Apê Mûsa di 20’ê Îlona 1992’yan de dema ku ji bo mîhrîcaneke çand û hunerê çûbû Amedê, bi destê peyayên JÎTEM’ê (saziyeke îstixbaratê ya delweta Tirk ku di salên 1990’î de li dijî gelê Kurd û muxalîfên rejîmê gelek cinayetên kiryarnediyar (faîlî meçhûl) pêk anîn) li taxa Seyrantepe hate qetilkirin. Di ser kuştina wî re 28 sal derbas bûne lê hê jî kujerên wî tên parastin.
Meşaleya ku Apê Mûsa çêkir, ji salên 1990’î ve veguherî kevneşopa çapmeniya azad. Peyrevên Apê Mûsa li çar parçeyên Kurdistanê li dijî hemû zext û êrişan, wê meşaleyê bi pêş ve dibin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,093 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 16-05-2023
Gotarên Girêdayî: 14
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 22-04-2020 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Kategorîya Naverokê: Medya, Ragîhandin
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 93%
93%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 16-05-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Emîr Siracedîn ) ve li ser 16-05-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Emîr Siracedîn ) ve li ser 16-05-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,093 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.25 çirke!