Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,180
Wêne
  123,329
Pirtûk PDF
  22,030
Faylên peywendîdar
  124,472
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Şevbêrka Dengbêjan û keda Hozan Şemdîn - 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Daneyên taybet ên Kurdîpêdiya ji bo girtina biryarên civakî, siyasî û neteweyî alîkariyek bêhempa ye... Dane ew xwedî biryarder e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hozan Şemdîn û komek jinên dengbêj
Hozan Şemdîn û komek jinên dengbêj
Şevbêrka Dengbêjan û keda Hozan Şemdîn - 1
#Kakşar Oremar#
Ji tebaxa 1998’an heya roja îro, şevbêrka dengbêjan, destanên kurdî û Hozan Şemdîn di ekranên TV’ên kurdî li Ewropayê de, her carê bi reng û dîmenên ji hev cuda li ber çavên me ne.
20 sal di ser wê roj û destpêka girîng a dîrokî derbas bûn. Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim ku nasnameya wê bernameyê, cihê bernameyên wiha di qada hunera kurdî ya resen de, ked û israra mamoste Şemdîn di berdewamkirina xebateke wiha de û çend aliyên din ên bernameyê bi zimanekî rewan binirxînim.
Kengî û çima?
Meha nîsana sala 1998’an li Akademiya Kurdî ya bajarê Neussê li welatê Almanyayê hevalê Esat Feraşîn wek berpirsekî karê çand û hunera kurdî, bi îdea, nêrîn, perspektîf û pêşwaziyên xwe yên germ û dilsozane ji kesên pispor re liv û lebateke tije hêz û hez xistibû nav saziyên me yên weke Akademiya Kurdî, komele, Enstîtû û hwd. Rojekê li pirtûkxaneya akademiyê ji min re got: “Filankes ez dixwazim hevalê Şemdîn bernameyekê di MED TV’ê de çêbike ku bi rêya wî belkî rihekî nû bikeve ber dengbêjiya me, divê di peydakirina navekî û her wiha hevkariya wî ya amadekariyên bernamê de jî tu hevkariya wî bikî…”
Min jê pirsî: “Di warê dengbêjî, dengxweşî û strînê de Şemdîn yê bêkêmasî be, lê gelo dê bikaribe bernameyê pêşkêş bike û bi rê ve bibe. Her wiha ma li Ewropayê çend dengbêjên me hene?”
Wî jî got: “Ka bila xwe biceribîne, bes ez bawerim heval Şemdîn dê di xebateke wiha de hemû hêza xwe bikar bîne ku biser bikeve, çimkî hem şareza ye û hem jî ji hunera dengbêjî û folklorîk pir hez dike. …”
Bi vê bîranîn an jî pêşgotinê re min xwest bêjim ku qet di baweriya min de nedigûncî ku ew bername dê bi qasî 20 salan berdewam be. Bi taybetî jî ji sala 1998’an heya 2012’an “Şevbêrka Dengbêjan” yek ji bernameyên pir temaşevan, herî dewlemend û hunerî di TV’ên kurdî ên Ewropayê de bûye.
Piştre jî ji ber kêmasiyên teknîkî, girtina TV û derfetên kêmtir ji yên salên berê, tevî ku bername hê bi wê dewlemendiya xwe ya berê maye, lê gere em ji bîr nekin ku dema çend sal in temaşavanên hemû TV’an bi awayekî giştî kêm bûne.
Hingî di yekemîn civîna ku Şemdîn bi çend dengbêjên weke xalê Ehmedê rehmetî, Yilmaz Seydo, Aslan û hinek dengbêjên din ên Mêrdînî re pêk anî, ez jî amade bûm ku di odeya piştê a Akademiyê anku odeya provekirinê de pêk hat. Şemdîn bi heyecaneke tije kêfxweşî behsa proje, daxwaz û erkên ku diketin ber me, diaxivî. Tê bîra min ku gelek bi hez û heyecaneke mezin behsa armancên xwe dikir û hêvîyên xwe bi me re parve dikirin. Piştre li ser naverok, nav, dekor, roj û dema bernamê nêrînên xwe beyan kirin û bi hûrbînî jî guhdarî pêşniyar û nêrînên me dikirin. Me çi digot wî jî nîşeyên xwe dinivîsandin. Hingî min dît ku riheke nû ketibû ber Şemdîn, liv û lebatên wî zêdetir ji rojên berê bûn, lê diyar bû ku bi awayekî dilnizm nedixwest dest bi karekî amatorane an jî demkî bike û xelas. “Derketina ekranê û xwenîşandan”, armanceke wiha di serê wî de nebû. Hingî min jê re got: “Hevalê Şemdîn rêvîngiya evînê dilekî weke dilê şêran dixwaze, ez niha xweşbîn im ku tu dê di vê rêya dijwar de biser bikevî, lê bila ji bîra te neçe ku vira Ewropa ye û tu dê di peydakirina mêvavan de rastî zehmetiyên mezin bêy….”
Wî jî bi ken û nêrînên xwe yên pirwate wiha bersiva min da: “Her karê ku bi dilê mirov be û jê re ked bê dayîn, eşq û hez jê re hebe, dê biser bikeve…”
Hozan Şemdîn guhê xwe da hêz û girîngiya karê ku dixwest bide destpêkirin. Dûrbînane û bi planeke baş xwe amade kir û projeya xwe bi başî jî ji me re îzah dikir. Dema dest pê kir weke ku amadekarî ji bo “Avakirina maleke xwedî hêmayên bihêz û ji mayîna sedan salên dahatû re” bike.
Ji serê sibê heya derengiya şevê kar dikir ku bi avêtina yekemîn pêngavê re bala temaşavanan bi awayê herî baş ber bi ekranên Med TV’ê ve bikişîne.
Ew daxwaz bi karê bêrawestan zû hate cih. Hatina faksên zêde ên daxwazên temaşevan û carna jî ji xeynî du hejmarên telefonî yên diyarkirî ji bo peywendiya gel, gel li navenda nûçeyan jî digeriyan. Carnan ji ber telefonkirina zêde ya gel hemû hejmarên aktuel ên TV’yê dihatin dadan. Ev jî dibû sedem ku carna di civînên dawiya heftê de hinek hevalên navenda nûçeyan gilî-gazinên xwe dikirin. Faks jî gelek dihatin, ji her dera Kurdistanê, Ewropa û heta nav kurdên Qafqasiya û Rusya jî. Carna faksên ku bi pîtên kirîlî dihatin, me nikaribû bixwedana.
Şemdîn û funda zêrîn
Kesên xwedî îtibar û xweşnav hem ji rêxistina di nav da, hem jî ji civakê re û hem jî ji xwe re dibine hêz, cihê bawerî û sereftinê. Hozan Şemdîn ji bo vê yekê ne tenê mînakek pir baş e, belkî dema di nav kurdên Ermenistanê de bû ew rastî di piraktîkê de jî îspat kir. Kompozîtora navdar mamosta Cemîla Celîl di hevpeyvîna ku min vê dawiyê li bajarê Wien pê re çêkir, bi rûrastiyek pir ji dil behsa vî aliyê giraniya kesayetî û xebata Şemdîn dike.
Em pirî caran behsa destkeft an jî karnameya jiyana kes an jî saziyekê dikin. Mînak: pir kes behsa funda zêrîn a Radyoya Rewanê dikin, lê ez di wê baweriyê de me ku di sedan bernameyên “Şevbêrka dengbêj, şevbêrk, destanên kurdî, dengbêjên me” fundeke zerîn li ser ew ên beriya xwe hatiye tomarkirin û bûye malê dîrokê. Ez li vir behsa naverok û dewlemendiya stranên du fundên “Radyoya Rewan û Şevbêrka Şemdîn” nakim. Ji ber ku ew bi serê xwe mijara lêkolîneke berfireh û domdirêj e.
Di salên 50’yan de belkî liv û lebata asîmîlasyonê ewqas bihêz nebû û rewşenbîr, hunermend, sazbend û dengbêjên me li dora hev kom bûn û biqasî 1500 stranên kurdî li Radyoya Rewanê tomar kirin, lê di serdema ku TV û tenkînka ragehandinê bi gelek rêyên cuda xwe gehandin her derê, hingî em dizanin ku keda kesên weke Şemdîn bi tena serê xwe ji ya hemû xebatkarên Radyoya Rewanê kêmtir nîne.
Peywendiyên berfireh ên civakî, samîmiyet û prensîbên Şemdîn yên exlaqî û bilind, girêdana bi urf û edetên civakê ve, hatin-çûnên nav mal û malbatan re bûne sedem ku ew di wê pêngava xwe ya dîrokî de hunermendekî serkeftî be. Hemû mala wî çentê wî û hemû malên Kurdan jî weke maka xwe dibîne. Deriyê her maleke kurd jê re vekiriye. Her hunermend, serok eşîret, siyasetmedar, rewşenbîr û kurdhez, ji her dera ku hebin û ji kîjan perçe bin, dilxwazên Şemdîn in. Ev jî îspateke din a dilpakî û baweriya bêdawî a çînên civakê ji Şemdîn re ye.
Pêwîst e vê rastiyê jî ji we re bidim aşkerakirin ku ez şahid im dema ku hinek kesan xwestine biçine mala hinek welatparêzan lê bi hemû hunermendî, navdarî û mezinahiya xwe re, wan bi daxwazeke ji dil ew rê nedane wî/ê ku bikevin nav civata wan ya malbatî. Anku “Sadebûn û xwejigelbilindtirnedîtin, xweşsûhbetî, zanîna mesel, destan û gelek edetên civakê” bûn sedem ku herkes weke endamekî malbatê ji “Şemdînê Me” hez bike.
Kar û ked bêbersiv namînin!
Kar û keda ji dil a kesan nikare bêbersiv bimîne. Herî zêde karkerê kedê di wijdana xwe de rihet e. Tehma jiyanê li cem kesên wiha xweştir û di warê his û hestên derûnî de jî kesên xizmetkar bi derbasbûna salên jiyanê re poşman nabin. Çimkî mîrasek li pey xwe hiştine ku bûye malê gel û dîrokê. Civak pareke wext û jiyana xwe bi wî mîratê giranbûha re derbas dike. Nifş li pey nifşên beriya xwe mifayê ji mîras û xezîneya kedkarên çanda neteweyî distînin. Ji bo vê jî mînak destana Kela Dim-Dimê ye. Anku em hê jî bi hezeke mezin romana Kela Dim-Dim a mamostayê nemir Erebê Şemo (1897 – 1978) dixwînin. Dema mirov dikeve nav rûpelên wê romanê û çîroka wê berxwedana rastîn, weke ku duh hatibe nivîsandin, xwedî çêj û tama xwe ya taybetî û bêdawî ye. Ew weke yekemîn romannivîsê kurd rûdanên 500 salên berî niha bi bîra me tîne û rûpelekî zêrîn yê dîroka yekemîn serhildana siyasî li Kurdistanê bi zelalî radixe ber çavên me.
Bêgûman ji xeynî pirtûka Îskender Munşî a bi navê Alemarayê Ebbasî, di nivîsandina wê romanê de versiyonên cur bi cur ên wê destan û stranên ku li ser serhildana navbirî hatine gotin, hevkariyeke mezin dane mamosta Şemo.
Keda dengbêjên me bi vê mînakê baştir xwe dide der û nasandin.
Piraniya destan û stranên kurdî yên mêraniyê xwedî peyam û naverokeke wêjeyî ya dewlemend in. Bi qasî 20 destanên kurdî, sedan bernameyên Şevbêrka Dengbêjan an jî bi navên xwe yên din, bi rêya xebateke bêrawestan a hunermend Şemdîn bû malê arşîva netewî ya kurd. Ev komkirina arşîva devkî li derekê û bi navnîşanekî diyarkirî, karekî wiha hêsan nîne. Hemû rejîsor ji bo ku rêzefîlm an jî filmeke dîrokî bikin malê ekrana TV û sînemayê, ji destpêkê bingeha senaryoyên xwe bi lêkolînên wiha re didin destpêkirin. Çîrok, wate û naveroka peyv û gotinên serbihûriya” Ker û Kûlik” an jî êş û elemên ku “Hiso û Nazê” di rêya evîndariyê de dikişînin, çi di warê dewlemendiya wêjeyî de û çi jî di warê naveroka destanê de ji çîrokên evîndarî yên herî naskirî di cihanê de kêmtir nîne.
Di nav nêzî du sed bernameyên dengbêjî û destanên kurdî de hezaran stranên kevin û nû, negotî û kêmbihîstî, mewal û rîtmîk, kurt û dirêj, şadî û xemgînî hatine strîn û gotin.
Êdî ew arşîv tenê bi deng nîne, belkî bi reng û dîmenên rengîn ve hatiye xemiladin û li benda kesên bispor û folklorîstên ku xebateke berfireh li ser wan bikin. Ev arşîv bi xêr û keda hunermend Şemdîn bûye malê arşîva me ya neteweyî.
Di para duyemîn û dawiyê ya vê nivîsê de ez ê li ser hinek aliyên din yên vê mijarê jî binivîsim.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,597 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 49
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 31-08-2018 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Hûnermendî
Kategorîya Naverokê: Çand
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 21-02-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 21-02-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 21-02-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,597 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.15 KB 21-02-2023 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.266 çirke!