Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Hevkarên Kurdîpêdiya
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Hevkarên Kurdîpêdiya
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2023
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Zanistnameya Zarokan
Navê pirtûkê: Zanistnameya Zarokan
Navê nivîskar: ...
Navê wergêr: Mîlad Xezalê & Nêçîrvan Evdilezîz
Wergera ji ziman: Inglîzî
Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo
Navê çapxaneyê: ŞILÊR û NEQŞ
Sala ç
Zanistnameya Zarokan
EVÎNA MÊRXASEKÎ
Navê pirtûkê: EVÎNA MÊRXASEKÎ
Navê nivîskar: Îbrahîm Osman
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2020

Îbrahîm Osman, bi derengî be jî, piştî berhevkirina gelek lêkolîn û e
EVÎNA MÊRXASEKÎ
Ebdilqadir Silêman
Nav:Ebdilqadir Silêman
Dîroka jidayîkbûnê: 1961
Dîroka koçkirinê: 04-09-2023
Cihê jidayîkbûnê: Qamişlo
Cihê koçkirinê: Dihok

Jîname:
Hunermendê kurd yê gelêrî ebdilqadir Silêman, ew yek ji str
Ebdilqadir Silêman
Dîdarok û Qewlikên Zarokan
Navê pirtûkê: Dîdarok û Qewlikên Zarokan
Navê nivîskar: Celîlê Celîl - Ordîxanê Celîl
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Wardoz
Sala çapê: 2022-11-22

Dîdarok û Qewlikên Zarokan
Di v
Dîdarok û Qewlikên Zarokan
Zêmar Stranên Şînê
Navê pirtûkê: Zêmar Stranên Şînê
Navê nivîskar: Celîlê Celîl - Ordîxanê Celîl
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Wardoz
Sala çapê: 2022-11-22
Hijmara Rûpel: 260

Zêmar, Stranên Şînê
Zêmar Stranên Şînê
Rostemê Zal û Cîhangîr
Navê pirtûkê: Rostemê Zal û Cîhangîr
Navê nivîskar: Rêdî Seîd
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Wardoz
Sala çapê: 2022-09-23

Rostemê Zal û Cîhangîr
Seta Werzebayê ji 5 pirtûkan pêk
Rostemê Zal û Cîhangîr
Hêka Kelandî û Noka Kelandî
Navê pirtûkê: Hêka Kelandî û Noka Kelandî
Navê nivîskar: Rêdî Seîd
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Wardoz
Sala çapê: 2022-09-23
Hijmara Rûpel: 248

Hêka Kelandî û Noka Kelandî
Se
Hêka Kelandî û Noka Kelandî
Rêya Çûn û Nehatinê
Navê pirtûkê: Rêya Çûn û Nehatinê
Navê nivîskar: Rêdî Seîd
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Wardoz
Sala çapê: 2022-09-23

Rêya Çûn û Nehatinê
Seta Werzebayê ji 5 pirtûkan pêk tê. B
Rêya Çûn û Nehatinê
Min Xewnek Dît
Navê pirtûkê: Min Xewnek Dît
Navê nivîskar: Rêdî Seîd
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Wardoz
Sala çapê: 2022-09-23
Hijmara Rûpel: 232

Min Xewnek Dît
Seta Werzebayê ji 5 pirtûkan
Min Xewnek Dît
Gula Perîyan
Navê pirtûkê: Gula Perîyan
Navê nivîskar: Rêdî Seîd
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Wardoz
Sala çapê: 2022-09-23
Hijmara Rûpel: 228

Gula Perîyan
Seta Werzebayê ji 5 pirtûkan pêk
Gula Perîyan
Jimare
Babet 479,323
Wêne 98,463
Pirtûk PDF 17,735
Faylên peywendîdar 83,013
Video 1,025
Mêhvanên amade 61
Îro 21,585
Pirtûkxane
Tarîxa Dewleta Kurdan
Jiyaname
HUSEYNÊ KERÎM ALIYEV
Jiyaname
Dilyar Şêxo
Pirtûkxane
Destpêka Edebiyata Kurdî ya...
Pirtûkxane
Ferhenga Kurdî-Holendî
Yunis Rauf ( Dildar )
Pol, Kom: Helbest | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Yunis Rauf ( Dildar )

Yunis Rauf ( Dildar )
Yunis Rauf ( Dildar )

EY REQÎB
Ey reqîb her mawe qewmî Kurd ziman
Nay şikênê daney topî zeman.
Kes nelê/nebe Kurd mirduwe;
Kurd zînduwê,
Zînduwê qet nanewê alakeman.
Lawî Kurd hestaye ser pê wek dilêr,
Sa bê xûn nexşî deka tacî jiyan.
Kes nelê/nebe Kurd mirduwe;
Kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.
Emê roley midyaw Keyxusrewîn,
Dîn îmane, ayinmane Kurdistan
Kes nelê/nebe Kurd mirduwê;
Kurd zînduwa
Zinduwê qet nanewê alakeman.
Lawî Kurdî hazir û amedeye,
Giyan fîdane, giyan fîdane, giyan fîdane.
Kes nelê/nebe Kurd mirduwe;
Kurd zînduwê,
Zînduwê qet nanewê alakeman.
Dildar

EY REQÎB
Di wêjeya Kurdî de „sirûd“ an jî „marş“ tê ye çi watê ye?..
Gotina sirûd di zimanên Tirkî, Erebî û Farisî de bi bêjeya „marş“ bi kar têye. Ew
gotina beyanî hin caran di zimanê Kurdî de jî bi kar tê. Lê li ciyê „marş“ê Kurd
bêtir gotina „sirûd“ bi kar tînin. Marş di zimanê Fransizî de (marche‚ marş)
derbasî zimanên dîn bûye. Di Fransizî de bi wateya „meşîn, birêva çûyîn“ di nav
ordî û leşkeran de jî, bi wateya „bimeş, her berbipêş biçe!“ ye. Gotina bêjeya
„marş“ di sedsala 19 an de ji Fransizan derbasî Osmaniyan bûye û ew gotina ji
Osmaniyan jî derbasî nav Kurdan bûye. Bingeha gotinê ji bingeha zimanên
Germanî têye.
Sirûd (marş) di hestên mirovan de awezek (muzîk) coş peyda dike. Ji bo vê jî,
sirûd ji bo komcivînên fermî, şahiyên netewî (millî) û hestên netewî berztir û
germtir bibin, tên nivîsîn û tên bestekirin. Di nav netewan de bi sedan sirût hene. Di nav wan de sirûda herî mezin, sirûda ji aliyê gel ve, ya bi hestên netewî têye
hezkirin û têye pejirandine. Hemî netewên li cîhanê heyî bi ew sirûda xwe re
„sirûda netewî, marşa netewî, merşa millî “ dibêjin

Yunis Rauf
-Dildar DERHÊNANÊ SIRÛDA NETEWÎ YA KURD „EY REQÎB“ DILDAR KÎ
YE?
Di nav netewa Kurd de bi sedan
heya hezaran şa’ir (helbestvan)
hene. Ji afirandinên wan bi sedan
dîwan, berhem û sirûdên netewî di
nav neteweya Kurdistanê de dijîn.
Lê ji wana ya herî bi nav û deng
sirûda (marşa) netewî ya Kurd
„Ey Reqîb“ ji aliyê helbestvanê
nemir Yunis Rauf (Dildar) ve
hatiye nivîsîn. Navê Yunis Rauf
yê herî rast bi temamî „Yunis
Mela Rauf Mela Mehmud Seîd“ e.
Wî jî wek gelek helbestvanên Kurd yên din ji xwe re naznavek (mahlas) dîtiye û
piranî di helbestên xwe de, wî ew nava bi kar aniye. Ew naznava jî wek tê zanîn
„Dildar“ e. Dildar li Başurê Kurdistanê û di nav hemî helbestvanên Kurd yên
mezin de têye nasîn û ciyê xwe wusa digire. Ew bi dîwan û niştîmanperweriya
xwe ya berz gelek navdar e. Dildar di roja 20.02.1918 an de li Başurê
Kurdistanê li bajarê Koyê (Koysancaxê) ji dayika xwe bûye.
Yunis Rauf (Dildar) dibistana seretayî (pêşîn) li Raniyê, dibistana navîn jî, li
bajarê Hawlêrê di sala 1935 an de qedandiye. Piştî xwendina navîn ew diçe
bajarê Bexdayê û li wir di zanîngeha dadimendiyê (huquq) de dixwîne û wê
diqedîne. Zanîngeh qedand şunda çend salan wek parêzer kar dike. Di van salan
de doza xizan û belengazên Kurdistanê dinase û mafên wan diparêze. Ew her
dem parastina jar û neçaran dike û li dijî neheqiyê û li dijî zordestiyê radiweste û
têkoşîna xwe li gel zahmetkêşan dimeşîne. Di têkoşîn û dozek wuha de çi li
welat û çi li derveyî welat dengê Dildar her diçe bilind dibe û ew bi kar û barên
xwe yên welatparêzî têye nasîn.
Dildar ji sala 1937 an pê va ew di nav çalekiyên rêzanî de (polîtîk) ciyê xwe
digire. Ji xwendekarên nişteciyên Hewlêr, Kerkûk, Silêmaniyê, Xaniqîn, Kifrî û
Koyê bi hevra „Komelay Darkar“ ya sîyasî ava dikin. Di sala 1938 an de
dewleta Îranê wî digirin û davêjin girtîgehê. Ew di zindanê de helbesta xwe ya
bi navê „Ey Reqîb“ dinivîsîne.
Ew bes ne tenê bi wêjeya Kurdî re mijûl dibe, ew li ser wêjeya cîhanê û ya
rojhilat û rojhilata navîn re jî mijûl dibe û radiweste. Dildar bêtir li ser dîroka Yewnaniyan, ya Franse, Tirkiyê û ya Ereb û Farisan jî radiweste. Ew bi wêjeya
van welatan re pir mijûl dibe û li ser wan lêkolînan çêdike û dixebite.
Dildar ewqas bi wêjeya Kurd û Kurdistan û bi ya cîhan re mijûl dibe, ku ji karê
parêzeriyê re dema xwe namîne. Ew bêtir bi helbestvaniya xwe têye nasîn.
Helbesta xwe ya bi navê „Ey Reqîb“ û „Kurdistan“ wê demê di dev û dilê
Kurdan de li Kurdistan digeriya! Ewna wek sirûd û stran dihatin gotin û ewna ji
helbestiyê derketine, li ser zar-zimanê gelê Kurd wek kilam-stran jîndar mane.
Bi taybetî helbesta wî ya bi navê Ey Raqîb wê demê di nav gel de gelek belav
bûye û wek straneke popûler hatiye nas kirin. Di dawiyê de, ev helbesta Dildar
ya di salên 1940 î de hatî nivîsîn, di sala 1946 an de dema Komara Mehabadê
hate sazkirin, ew sirûda dibe sirûda Komara Kurd ya Mehabadê. Ey Reqîb îro jî,
li Başurê welat bûyê sirûda netewiya Dewleta Kurd ya Federal. Dildar di bin
tesîra wêjeya Fransî de jî maye û ji helbestên La Fontaine û ji yên La Martine
werger wergerandine zimanê Kurdî. Dîsa di wan salan de di beşê wêjeyê de,
wêjeya Kurdî wê demê cara yekem kurteçîrokên Kurdî jî nasîne. Kurteçîrokên
Dildar di kovara Gelawêj de hatine weşandin.Dildar di salên xwe yên jêhatî û
cîwan de ji nav gelê xwe barkirye û çûye! Sedema mirina Dildar baş ne diyar e.
Tê gotin ku xwarina li kantîna memurên Hewlêrê xwarî de jahr hebûye, an jî bi
wê xwarinê jahrê ketiye. Sedema xwe çi dibe, bila bibe, di roja 12.07.1947 an de
bi nexweşiya dilrawesinê ew çûye ser heqiya xwe. Helbestvanê netewî Dildar li
Hewlêrê di „Goristana Gewre“ de binax bûye.

Sirûda (marşa) Netewî
Girîngiya Sirûda Netewî çi ye?
Hebûn, serxwebûn û azadiya netewe (millet, nation), bi sembolên netewî têye
temsîl kirin û têye nasîn. Ji wan sembolan ya girîng yek jî sirûda netewî (marşa
netewî) ye. Sirûdên netewî, teybetmendiyên netewên temsîl dikin bi hestên
germ bi lehengî û mêrxwasiyek herî bilind hatine nivîsîn. Marşên netewî di
vebûyinên dibistanan de, di civîn, şahî û cejnên netewî yên gelan de tên xwendin.
Kombûyînên resmî bi sirûdên netewî vedibin û civîn bi wan destpêdikin.
Vebûyîn û girtina televîzyon û radyoyên netewî jî, bi sirûdan vedibin û têne
girtin. Ji bo vê ye, ku sirûda netewî ya Kurd perçeyek ji jiyana gelê Kurd e.
Sirûda Kurdan serxwebûn û azadiya Kurdistanê nîşan dide. Ji bo vê sedemê
sirûda Kurd ne mijarek xwaser (sade) e, ew gelê Kurd temsîl dike û ji vî alî de jî
„Ey Reqîb“ pir girîng e. Ey Reqîb” Sirûda Kurdî ya fermî ye.
Komara Kurd ya Mehabad sazbû şunda, wê demê pêwistiyek sirûda netewî jî
(millî) hate holê. Di destpêkê de helbesta Hejar ya wê demê nav û deng „Neft im,
awê jiyan e!“ ji aliyê cihgirê serok wezîr û wezîrê pertwerdeyê Menaf Kerîmî û
wezîrê kiştukal Mihamed Welîzade ve, ya wê demê hatî bû bestekirin wek
sirûda netewî dihat gotin. Di meha Sebata sala 1946 an li gel alîkariya Sowyetê
ya çekan, hin amurên (aletên) muzîkê jî, ji bo sirûdên leşkerî û netewî hatî bûn
şandin. Bi ew amûrên muzîkê yên nûjen (modern) di navbeynê demek kurt de “Koma Bando“ hat damezrandin. Helbesta helbestvan Hejar bi şîweyek
Ewrûpeyî bi amûrên bando dihat gotin. (1) Di çarînek (çar rêzik, kit’a) helbesta
hatî bestekirî û rêzikên di sirûd de dihatin dubare kirin de „Dayîka Niştîman“ û
„Pêşaweyê Perwerdekar“ Serok Qazî Mihamed dihat pesinandin û berzkirin!..
Di çarînek sirûd de jî, erdnîgariya Kurdistanê li pêş çavan dihat rêxistin û bi
wateyek mezin wusa dihat gotin:
„Neft im, awê jiyan e,
Le Sert û Kermanşan e.
Baba Gurgur dizane,
Le Mûsil da hemane!..“
Paşê ji bo pêşbirika sirûda netewî ya Kurdistan bête tesbîd kirin, komîteyek hate
avakirin. Komite ji kesayetiyên Kurd yên ronakbîr pêk hat. Di demek kurt de
pêşbirika sirûda Kurd ya netewî hat amade kirin. Marşên tevî pêşbirika sirûdê
bûyîn gelek bûn. Di nav xwe de sirûd hatin rêzkirin û hilbijartin. Helbesta bi
navê „Ey Reqîb“ Sirûda Kurd ya Netewî hate hilbijartin û hate pejirandin.
Sirûda bijarte pêşkêşî Pêşewa Qazî Mihamed û wezirên hikumata Kurd bû. Gelê
Mehabadê jî, ew sirûda hatî bijarte jê hezkirin û lê bûn xwedî. Di karûbarên
Kurd yên resmî (mîrî) de dema sirûd hate pejirandin pêve heya roja îro ew sirûd
ji aliyê Kurdan ve tê xwendin û parastin.
Çi mixabin gelek bêstekar ji eslê nivîsa sirûd dûrketine û her yekî ji xwe re bi
gotinên cuda cuda sirûd bêstekirine! Di nav Kurdan de bi her zaravayî sirûd têye
gotin. Werger û jê fehmkirina sirûd li gor zaravayan di ciyê xwe be jî, dema ji
çar zaravayan Kurd bêne cem hev û du û her yek li gor zanîn û zaravayê xwe
„Ey Reqîb“ bixwîne, wê demê deng li hev dikevin û awazek ne wek hevdu
derdikeve holê! Wê demê yên sirûdê guhdar dikin bê guman nerehet dibin û
rexneyên xwe li yê sirûdê dibêjin dibarînin!.. Ji bo vê ye, ku sirûda Kurd bi yek
dengî û bi yek awazî pêwîst e, bi hevra bête gotin!..
Gelo mirov çi bike, ku ji şaşetiyek wusa derkeve û sirûdek Kurdistanî wek eslê
teksta Dildar, hemî Kurd ji hemî zaravayên Kurdî bi hevra bêjin û fehm bikin?!.
Îro pêva yek neteweya Kurd heye. Pêwîst e, ku ew netewa sirûda xwe ya netewî
bi yek zimanî, bi yek bêste û bi yek awaz bi hevra bêje.
Kurdistanîno! Ma ji vê pê ve rêyek dîn heye?.. Ji bo yek dengiya „Sirûda Kurd
ya netewî „ ew lêkolîna pêk hat. Pir ne zor e! Dewleta Kurd li ser sirûda Kurd
hinek raweste, wê demê li her perçeyên welat, li dervayî welat û li her derê Kurd
wek hev sirûdê bi hevra dikanin bêjin!.. Nêzîkbûnek wuha zimanê Kurdî
dewlementir dike û zaravayên Kurdî jî berhev tîne.
Di mînaka jêrî de helbesta Dildar bi tîpên kevn wek bingeha xwe hatiye nîşan
dayîn. Ji tîpên kevn wergera tîpên Latînî wek teksta Dildar maye. Her du
tîpkirina alfabeyan (alfabeya Latînî, alfabeya tîpên kevn) sedesed wek hev e. Lê
li gor zarava û awazên îro tên gotin, ji bo mirov pirbendiya sirûdê ji hev û du
cuda bike min tekstên bi kar tên pêşkeşî xwendevanan kirin. Bila mirovên Kurd

yên niştîmanperwer xwe baştirîn Kurdperwer dibînin, ku ewna hîn hemî nikanin
bi hevra sirûda netewiya Kurd bêjin! Ma ji vê pê ve, ji xwe şermnekirin, ji bo
Kurdan çi hebe! Ji bo vê ye, ku netewebûn mijarek dijwar e! Helê ji bo me
Kurdan bi sînorên darê zorê perçekirin, bi alfabeyên cûda cûda (Latînî, Erebî,
Krilî) ji hev û du fehmnekirin bi van çetinahiyan ew mijara hîn jî dijwartir
dibe!..
Di her alî de, îro karê rojane yê li ser milên welatparêzên Kurdistanê hîn jî giran
e. Karê wana yê herî giran xwe fêrkirin û paşê jî, nişteciyên welatê xwe dayîn
fêrkirine. Fîdayetî û fîdekarî anca ew dikarî welat li ser pêyan bihêle, azad û
hemdemî bike. Bi yek dengî sirûda „Ey Reqîb“ bi hevra gotin ji bo hemî Kurdan
ferz e û ew wezîfeyek pîroz e!
Di dîwana helbestvanê netewî yê nemir Dildar de „Ey Reqîb“ wusa bi tîpên
kevn hatiye nivîsîn. Her Kurd pêwîst e, wê bizane û ezbere bixwîne. Bixwîne,
ku bi hevra bi yek dengî û bi yek awazî jî „Ey Reqîb“ bêjin. Di komekê de, an jî
di civînek resmî ya Kurd de, bi hestên netewî, sirûda netewî ya Kurd wek di
devekî de derkeve ji çar perçeyên Kurdistanê, kîngê Kurdan bi hevra gotin, wê
demê tê wê wateyê ku netewebûna Kurdan berbipêş ve diçe. Gelo ji bo Kurdên
xîret û çalak dengê xwe tevî dengê miletê xwe kirin, ji wê baştirîn û rûmetirîn
ma li dinê çi heye?..
A. Balî: Lêkolîn Li ser Ey Reqîb.[1]
Ev babet 957 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | candakurdan.wordpress.com
Faylên peywendîdar: 1
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Helbest
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 23-06-2020 (3 Sal)
Cûreyên Helbestan: Nwê
Cûreyên Kilaman: Marş
Kategoriya helbestê: Netewî
Pêkhatî: Erê
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) li: 16-03-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 17-03-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 16-03-2022 hate nûve kirin
Dîroka babetê
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 957 car hatiye dîtin

Rast
Tarîxa Dewleta Kurdan
Navê pirtûkê: Tarıxa Dewleta Kurdan
Navê nivîskar: Mihemed layê Brahîm layê Mihemed layê Ebû l-Fewaris \'Ebdulezîzê Ensarî yê Xezrecî
Navê wergêr: M. Emin Narozi
Wergera ji ziman: Erebî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stembol
Navê çapxaneyê: Weşanxaneya Azad
Sala çapê: 2015

Ev kitêb nêzî 700 sal berê hatiye nivîsandin û kitêba ewil ya dîroka Kurdan e. Heke berî wê hin xebat hebin jî îro di dest me de tune ne. Nusxeya vê kitêbê ya orjînal li Stenbol di Kitêbxaneya Suleymaniyê de ye. Behsa heyama
Tarîxa Dewleta Kurdan
HUSEYNÊ KERÎM ALIYEV
Nav: Huseyn
Nasnav: HUSEYNÊ KERÎM ALIYEV
Navê Bav: Kerîm
Sala jidayîkbûnê: 1897
Sala koçkirinê: 1972
Cihê jidayîkbûnê: gundê Qoturlu, herêma Kalbajar, Azerbaycan.
Cihê koçkirinê: Bakuy
Jîyanname:
Huseyn Kerîm oglu Aliyev (Huseynê Kerîm Aliyev). Jidayîkbûn: 1897, gundê Qoturlu, herêma Kalbajar, Azerbaycan. Mirin: 1972.
Xebatkarê Birûmet a zanistiyê, Doktorê Zanistên Bijîşkî, profesor.
Ji sala 1924\'an endamê Partiya Komunistan bû. Huseynê Kerîm xwendekarê yek ji rayedar û otorîteya war
HUSEYNÊ KERÎM ALIYEV
Dilyar Şêxo
Nav:Dilyar Şêxo
Dîroka jidayîkbûnê: 25-02-1978
Cihê jidayîkbûnê: Kobanî
Jîname:
Hunermendê kurd Dilyar Şêxo ku bi nasnavê Simelê Batoncî jî tê nas kirin di dîroka 25-02-1978\'an de li gundê Çariqliya bajarê Kobanîya ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Dilyar hîn di temenê xwe yê 5-6 salî hezkirina xwe ji wênexêz û xêzkirina li ser dî waran re hebûye, li kêlek wê jî gelek ji mûzîkê hez dikir, ji vê sedemê çi tişta ku li ber wî diket pê dijenand. Di hefsaliya xwe de dest bi xwendina serre
Dilyar Şêxo
Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasik
Navê pirtûkê: Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasik
Navê nivîskar: Doç. Dr. Abdurrahman Adak
Cihê çapkirina pirtûkê: Stembol
Navê çapxaneyê: Nûbihar
Sala çapê: Çapa Sêyem 2015

PESGOTIN
debiyata Kurdi ya klasik edebiyateke nivîskî ye û di serde- Ema Islamé de di bin bandera unsurên dini, Erebi, Farisi û çanda franê de li gorî hinek rêzikan derketiye meydané. Ev edebiyat, zanistên binbeş ên weki tarixa edebiyaté, kêşa erüzê. serwa (qafiye), passerwa (redif), teşeyên nezmě (şiklên nez- me), re
Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasik
Ferhenga Kurdî-Holendî
Navê pirtûkê: Ferhenga Kurdî-Holendî
Navê nivîskar: Mahabad B. Qilorî & Nêçîrvan Qilorî
Cihê çapkirina pirtûkê: Amsterdam
Navê çapxaneyê: Uitgeverij Bulaaq
Sala çapê: 2002

Pêşgotin
Kurdî, zimanekî bi derd e Va ferhenga, rehberek e ji bo zimanêkî ku, di dewleta ku piraniya axaftvanên vî zimanî tê da dijîn, bi resmî tune ye. Axaftvanên vî zimanî weke hindikahiyek çandî nayên pejirandin û têkoşîna dayîna perwerdeyî di vî zimanî de weke awayekî terorê tê dîtin. Bi xwe navdayîna vî zimanî ew
Ferhenga Kurdî-Holendî
Babetên nû
Zanistnameya Zarokan
Navê pirtûkê: Zanistnameya Zarokan
Navê nivîskar: ...
Navê wergêr: Mîlad Xezalê & Nêçîrvan Evdilezîz
Wergera ji ziman: Inglîzî
Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo
Navê çapxaneyê: ŞILÊR û NEQŞ
Sala ç
Zanistnameya Zarokan
EVÎNA MÊRXASEKÎ
Navê pirtûkê: EVÎNA MÊRXASEKÎ
Navê nivîskar: Îbrahîm Osman
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2020

Îbrahîm Osman, bi derengî be jî, piştî berhevkirina gelek lêkolîn û e
EVÎNA MÊRXASEKÎ
Ebdilqadir Silêman
Nav:Ebdilqadir Silêman
Dîroka jidayîkbûnê: 1961
Dîroka koçkirinê: 04-09-2023
Cihê jidayîkbûnê: Qamişlo
Cihê koçkirinê: Dihok

Jîname:
Hunermendê kurd yê gelêrî ebdilqadir Silêman, ew yek ji str
Ebdilqadir Silêman
Dîdarok û Qewlikên Zarokan
Navê pirtûkê: Dîdarok û Qewlikên Zarokan
Navê nivîskar: Celîlê Celîl - Ordîxanê Celîl
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Wardoz
Sala çapê: 2022-11-22

Dîdarok û Qewlikên Zarokan
Di v
Dîdarok û Qewlikên Zarokan
Zêmar Stranên Şînê
Navê pirtûkê: Zêmar Stranên Şînê
Navê nivîskar: Celîlê Celîl - Ordîxanê Celîl
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Wardoz
Sala çapê: 2022-11-22
Hijmara Rûpel: 260

Zêmar, Stranên Şînê
Zêmar Stranên Şînê
Rostemê Zal û Cîhangîr
Navê pirtûkê: Rostemê Zal û Cîhangîr
Navê nivîskar: Rêdî Seîd
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Wardoz
Sala çapê: 2022-09-23

Rostemê Zal û Cîhangîr
Seta Werzebayê ji 5 pirtûkan pêk
Rostemê Zal û Cîhangîr
Hêka Kelandî û Noka Kelandî
Navê pirtûkê: Hêka Kelandî û Noka Kelandî
Navê nivîskar: Rêdî Seîd
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Wardoz
Sala çapê: 2022-09-23
Hijmara Rûpel: 248

Hêka Kelandî û Noka Kelandî
Se
Hêka Kelandî û Noka Kelandî
Rêya Çûn û Nehatinê
Navê pirtûkê: Rêya Çûn û Nehatinê
Navê nivîskar: Rêdî Seîd
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Wardoz
Sala çapê: 2022-09-23

Rêya Çûn û Nehatinê
Seta Werzebayê ji 5 pirtûkan pêk tê. B
Rêya Çûn û Nehatinê
Min Xewnek Dît
Navê pirtûkê: Min Xewnek Dît
Navê nivîskar: Rêdî Seîd
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Wardoz
Sala çapê: 2022-09-23
Hijmara Rûpel: 232

Min Xewnek Dît
Seta Werzebayê ji 5 pirtûkan
Min Xewnek Dît
Gula Perîyan
Navê pirtûkê: Gula Perîyan
Navê nivîskar: Rêdî Seîd
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Wardoz
Sala çapê: 2022-09-23
Hijmara Rûpel: 228

Gula Perîyan
Seta Werzebayê ji 5 pirtûkan pêk
Gula Perîyan
Jimare
Babet 479,323
Wêne 98,463
Pirtûk PDF 17,735
Faylên peywendîdar 83,013
Video 1,025
Mêhvanên amade 61
Îro 21,585

Kurdipedia.org (2008 - 2023) version: 14.83
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.594 çirke!