Di pênc saliya xwe de li tembûrê xist. Aktay ku sala 1992'an li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji dayik bû, konsera xwe ya destpêkê di şeş saliya de bi tembûra xwe, di salvegera damezrandina PKK'ê de da. Aktay ku stran û helbestên bi Kurdî dinivîsîne, li Navenda Çand û Hunerê ya Mîtanî û gelek navendên hunerê perwerde dît. Ji bo pêşvebirina muzîka Kurdî, bi eşqeke mezin li tembûrê dixe.
[1]