Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  587,507
Wêne
  124,700
Pirtûk PDF
  22,129
Faylên peywendîdar
  127,140
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,767
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,948
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,783
عربي - Arabic 
44,417
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,831
فارسی - Farsi 
16,037
English - English 
8,541
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,042
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
82
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
23
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
українська - Ukrainian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,598
Cih 
1,187
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,824
Kurtelêkolîn 
6,847
Şehîdan 
4,577
Enfalkirî 
5,166
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,520
PDF 
34,786
MP4 
4,049
IMG 
235,572
∑   Hemû bi hev re 
275,927
Lêgerîna naverokê
Encamnameya Civîna (17.) Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya ji bo kurdîaxêvên xwe agahiyên girîng arşîv dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Encamnameya Civîna (17.) Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî
Encamnameya Civîna (17.) Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî
Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, komîteya diplomasîya hevbeş, roja 02.03.2019an, civîna xwe ya hevdemîn li navenda KNK ê, li Brukselê pêkanî. Komîteya Dîplomasîya Hevbeş, li gel plansazîya giştî û karên xwe yên rojane, di nava xebateke diplomatîk de ye, bi taybetî dixwaze lobî û dîplomasîyek xurt sêrîde li Ewropa, Emerîka û li seranserê Cihanê pêşde bibe.
Gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, guhrtin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, herweha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin. Grevên birçîbûnê, rewşa çalakgerên gereva biçîbûnê de, teybetî rewşa zîndanîyan weke rojeveke sereke hate destgirtin. Hemî beşdaran vî warî de hesasîyeta xwe anîn ziman û desteka xwe ji çalakgeran re diyarkirin. Rewşa Rojavayê Kurdistanê, teybetî rewşa êrîş û gefên li ser herêmê û bi giştî krîza Surî, peywendîyên di nava partî û rêxistinên Rojava, piştî têkbirina DAIŞê rewşa herêmê, rojevekî sereke ya civînê bû. Ji bo deskevtîyên Rojava bêne parastin, di asta dîplomatîk de biryara rêze hevdîtînan hate dayîn. Li ser rewşa Başûr û Êreqê, peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê, bi teybetî boyerên li deverên dabirayî diqewimin, xirakirina demografîya deverên dabirayî, rewşa girtîyên Şêledîzê û ji bo xwedî derketina gel û deskeftîyan, nîqaşên berfireh pêkhatin. Rewşa Şingalê û deşta neynewa, bi awayekî teybet hate rojevê û bi hemî awayî ji bo xwedî derketina bawermendên Êzidî û gelê Asûrî-Sûryanî-Kildanî, bû birayara civînê. Heman demê de li ser rewşa Bakur, êrîş û dagirkerîya Dewleta Tirk ya li Rojava û Başûr, tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan, hilbijartinên 31ê Adarê, bi awayekî teybet hate rojevê û bi awayekî berfireh li ser hate rawestandin. Rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî hate nirxandin. Teybetî sêdaredana zîndanîyan û êrîşên li ser kolberan, bi giştî zext û kiryarên xirab yên Îranê, weke rojeveke sereke hatin destgirtin. Herwiha rewşa Rojhilata Navîn, bi giştî pêşketinên herêmê û cihanê hatin nirxandin.
Civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:
1- Di sêrîde Leyla Guven û sedan çalakgerên greva birçîbûnê, ketine rewşeke xeter û di demeke krîtîk de derbazdibin. Niha jî hezaran girtîyên siyasî yên di zîndanên Tirkîyê de, beşdarê vê çalakîyê bûne. Civîn, vê mijarê weke mijareke hesas û lezgîn dibîne û çalakgeran silav dike. Ji bo ev çalkî bê ku bedelên giran bêne dayîn serbikevin, civîn plansazîyek lezgîn çêdike û dikeve nava kar.
2- Civîn, tecrîda girnakirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî şermezar dike û bang li rayedarên dewleta Tirk dike ku rojeke zûtir bersiv bidin xwestinên çalakgerên greva birçîbûnê û tecridê rakin.
3- Civîn, di sêrîde CPT û Konseya Ewropa, bang li hemî dem û dezgehên peywendîdar yên navneteweyî dike ku di vî warîde xwedî li erk û wezfeyên xwe derekevin û piştgirî bidin çalakgeran.
4- Civîn, bang li hemî hêzên Kurdistanî û gelê Kurdistanê û dostên gelê me dike ku bi hemî awayî xwedî li çalkgerên greva birçîbûnê derkevin û bi çalakîyên xwe yên cûrbecûr wan destek bikin.
5- Hilbijartinên herêmî yên ku wê di 31ê Adarê de li Tirkîya û Bakurê Kurdistanê pêkbên, ji bo xwerêvebirina gelê me û ji bo şaredarî ji destê qeyûman bêne derxistin giringin. Ji bo vê yekê em Hevpeymanîya Kurdistanî ya ku di bin sîwana HDPê de pêkhatî silav dikin û ji gelê Kurdistanê û hemî demokratan dixwzin ku listeyên HDPê destek bikin.
6- Em dixwazin hemî hêzên Kurdistanî, piştevan û hevçeperên gelê me yê li Bakur bin. Divê di warê dîplomtîk de Dewleta Tirk bi hemî awayî bê tengav kirin û ev îmkan îro zêdene. Serkeftina Bakur, dibe serkeftina hemî Kurdistanîyan.
7- Zext û êrîşên dewleta Îranê yên li ser gelê me berdewamin. Rojane kolber têne têne qetilkirin, girtiyên siyasî têne îdamkirin, siyaseta bêdengkirin gel û asîmîlasyonê tête xurtkirin. Em zekt û êrîşên dewleta Îranê şermezar dikin, tekoşîna gel û hêzên Kurdistanî yên rojhilatê Kurdistanê destek dikin.
8- Bi vê munasebetê em, careke din ji hemî partî û rêxistinên rojhilatê Kurdistanê daxwaz dikin ku nakoyên di nav xwe de bidin alîkî û yekîtîyek xurt dinav xwe de pêkbînin. Herweha em bang li hemî hêzên Kurdistanî dikin ku xwedî li rojhilatê Kurdistanê derkevin û piştgirî bidin gelê me yê li rojhilat.
9- Başûrê Kurdistanê di rewşeke hesas de derbaz dibe. Başûrê Kurdistanê pêwîstî bi elternatîveke demokratîk heye. Pêwîste hukûmeteke wêrek û perlementoyek bi îrade li ser karbin û sîstemek demokratîk bê avakirin.
10- Li başûrê Kurdistanê, deverên dabirayî di bin zext û tehdîtan de ne. Li gelek deveran demografîya herêmê tê guhertin. Em hişyarî didin hukumeta Bexdayê, ji bo tawanên koçberkirin, Erebkirin û guherîna demografiya bajarê Kerkûkê û deverên maddeya 140, tedbîran bigrin û dev ji polîtîkayên dema Baesîyan berdin. Divê kesên koçberbûyî bizivirin malên xwe û zerer û zîyana wan bêne tezmînkirin.
11- Dagirkerîya dewleta Tirk li Başûr roj bi roj zêdetir dibe. Heyîna hêzên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûr, ji bo deskevtên gelê me tehdîteke mezine. Divê rojeke zûtir hêzên Dewleta Tirk ji herêmê bêne derxistin. Di vî warî de, em serhildan û berxwedana gelê me yê li devera Şêledizê silav dikin. Em polîtîkaya Hukumeta Herêmê ya derbarê van bûyeran de di cih de nabînin, ev polîtîkayekî di berjewendîyên gelê me de nîne û em ji hukumeta Herêmê dixwazin ku rojekî zûtir girtîyên Şêledizê berdin û xwedî li gel derkevin.
12- Gelê me yê Başûr xwedî çandeke serhildanê ye. Yek ji van serhildanan jî raperîna 5ê Adarê 1991î ye. Em 28. salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê pîroz dikin, di şexsiyeta şehîd û qurbanîyên vê raperînê de, em hemî şehîdên azadîyê bi dilekî germ bîr tînin û li ber bîranîna wan bejan xwe ditewînin.
13- Em êrîş û dagirkerîya Dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê, gef û tehdîtên wê bi tundî şermezar dikin û bi her awayî li gel reveberîya Rojava cihê xwe digrin. Sêrî de berxwedêrên Efrînê û hemî hêzên parastinê silav dikin.
14- Em hevldanên dewleta Tirk û hevkarên wê, yên ku dixwazin demografîya Efrînê xirabikin û biguherîn, bî tundî şermezar dikin û bang li hêzên peywendîdar dikin da ku vî warîde xwedî helwestbin. Herweha xwedî derketîna koçberên Efrînê, teybetî gelê me yê ku niha qempên Şehba de dimînin, karekî me yê serekeye ku em piştgirîya navneteweyî ji bo wan pêkbînin.
15- Niha salvegera dagîrkirina Efrînê (18ê Adarê) nîzing dibe. Em bang li gelê Kurdistanê û dostên gelê xwe dikin ku di salvegera dagîrkirina Efrînê de li qada bin, vê dagîriyê protesto bikin û xwedî li Hêzên Rizgarîya Efrînê derkevin.
16- Civîn, yekrêzîya di nava mala Kurdî de giring dibîne û hemî karên di vî warî de destek dike. Civîn, di vî warî de hewladanên KNKê yên ku dixwaze hemî partî û rêxistinên Kurdistanî yên Rojava bîne bahev û di asta Rojava de desteyekî yekgirtî (Lêvegerek Kurdî) pêkbîne, destek dike.
17- Êrîşên Dewleta Tirk yên li ser Rojava, di qada dîplomatik de rojeva me ya serekeye û ji bo ji navbirina van êrîşan, karên pêwîst wê bêne kirin. Bi vê ve girêdayî, bi her awayî pêwîste piştevanîya rêveberîya Bakurê Sûrîyê bê kirin û xebat ji bo nasandina fermî ya rêveberîya Bakurê Surîyeyê bêne xurt kirin.
18- Pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakurê Sûrîyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta Tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û teybet heye.
19- Li ser pirsgêrêka Surî li bajarên Cenevre û Astana, di navbera rejîma Surî û muxalîfan (rikberiyan) de hevdîtîn têne çêkirin. Lê rêveberîya Bakurê Surî û hêzên Kurdî heta niha nehatine vexwendin. Çi hewladanên vî rengî yên bê Kurdan bêne çêkirin wê sernekevin û Kurd û pêkhateyên Bakurê Sûrîyeyê, wê van encaman nasnekin.
20- Di van rojan de nuqteyên dawî yên di destê DAIŞê de têne paqijkirin û hemî deverên di destê DAIŞê de têne rizgarkirin. Ev serkevtineke mezine. Ev serkevtin ya YPGê ye, ya YPJê, ya QSDê ye, ya Hêzên Hevpeymanîne, ya Rojava ye, ya Bakurê Surîyê ye, ya hemî gelên herêmîye û ya gelên Kurdistanê ye. Em vê serkevtinê li gelê xwe li hemî mirovahîyê pîroz dikin. Di vî şerî de me gelek bedelên mezin dan û em serkevtin. Em ji gelê xwe dixwazin roja îlankirina serkevtinê de, li hemî cih û deverî vê serkevtinê bi çoşekî mezin pîroz bikin.
21- Bi hezaran girtîyên DAIŞî niha di destê Rêberîya Bakur û Rojhilatê Surîyê de ne. Van kesan tewanên (suc) dijê mirovatîyê kirine û pêwîste ev girtî bêne darizandin. Em pêşniyar dikin ku Rêberîya Bakur û Rojhilatê Surîyê, li Kobanê dadgeheke navneteweyî ava bike û van girtîyan mahkeme bike. Herweha em bang di sêrîde li Koalîsyona Navneteweyî ya Dijê DAIŞê û Neteweyên Yekbûyî û hemî hêzên peywendîdar dikin ku ji bo darizandina girtîyên DAIŞî, destek bidin Rêberîya Bakur û Rojhilatê Surîyê û dadgeheke navneteweyî li Kobanê avabikin.
22- Ji bo zulma DAÎŞ ê li ser gelê me yê Êzidî weke Jenosîd di resmiyeta navdewletî de bê tesbît kirin, em piştgîrîya keysa Êzîdîyan dikin. Divê hemî hêzên Kurdistanî dijê êrîşên dagirkeran yên li ser Şingalê derkevin û Şingal bê parastin. Divê hewl bê dan ku Şingal bikeve pratîka avadankirinê û koçber bizivirin ser warên xwe. Divê li Şingalê nasmeya Êzidîtahîyê bê parastin, demografiya Şingalê neyê xirakirin û Gelê Şingalê xwebixwe bi rêve bibe.
23- Deryê sînor yê di navbera Şingal û Rojava de, ji bo pêwîstîyên gelê Şingalê giringe. Civîn bang li hukumeta Êraqê dike ku ev dergeh neyê girtin û vekirî bimîne.
24- Em piştgirî ya xwe ji bo hemî mafên gelê me yê Asurî – Suryanî –Kildanî diyar dikin. Ew xelqê qedîm (gelên kevin) yên vê herêmê ne. Divê mafên wan yên etnîkî, çandî, siyasî, îdarî û civakî, li ser vê xakê bê parastin û koçber bizivirin ser axa xwe.
25- Pêwîste hemî partî û rêxistinên Kurdistanî, gor prensîbên demokrasîyê tevbigerin, rêz ji hevre bigrin û di qada dîplomasîyê de xetên sor yên berjewendîyên gelê Kurdistanê biparêzin.
26- Em weke Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hev re karê diplomasîyê bikin.
Piştî agahdarî û nirxandinan, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Herweha li ser rewşa xwerêxistinkirina komîtê, avakirina komîtên hevbeş li welatan, agahdarî hatin dayîn û ji bo xurtkirin û firehkirina komîtê, nîqaş hatin kirin û pêşniyar hatin girtin. Piştî van nîqaşan, li ser plansazîya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansazîyek berfireh ji bo dema pêş hate çêkirin.
Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî
05.03.2019, Bruksel
1. Komîsiyona Karê Derve ya KNK ê
2. YNK
3. PYD
4. GORAN
5. KCDK-E (Kongra Civaka Demokratîk Kurd– Ewropa)
6. E.S.U (Yekîtiya Suryaniyên Ewropa)
7. KOMELE (Rêkxirawî Kurdistanî – Hizbî Kumunîstî Îran)
8. HSDK (Hizbî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan)
9. TJKE – (Tevgera Jinên Kurdistan – Ewropa)
10. KODAR
11. Partiya Yekîtîya Suryanî – Rojava
12. PJAK
13. Nûnertiya HDP ya Ewropa
14. PÎK – Partîya Îslamîya Kurdistan
15. P.D.K.S (Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrîya)
16. Komela Islamî Kurdistan
17. Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan
18. PDK-S - El Partî (El Partî Demuqratî Kurd – Sûrîya)
19. Partîya Kaskên Kurdistanê - Rêkxrawa Sewza Ewropî Kurdistanî
20. PDPK-S (Partîya Demokrata Pêşverû Kurd – Sûrîya)
21. Enstituya Kurdî ya Brukselê
22. Federasyona Êzidîyên Kurdistan
23. Rêkxirawî Demokratîkî Yarsan
24. MŞD – Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat
25. KKP (Partîya Komunîstên Kurdistan)
26. PYDK-S – El Wehde
27. T.N.K.S (Tevgera Nûjena Kurdistan – Sûrîya)
28. PÇK-S (Partîya Çepa Kurd – Sûrîya)
29. Partîya Keska Kurdistan (Rojava)
30. PRK (Partîya Rizgarîya Kurdistan)
31. P.Ç.D.K-S (Partîya Çepa Demokrata Kurd – Sûrîya)
32. Partî Sebixweyî Kurdistan
33. Hevbendîya Êzidîyên Sûrîyê (HÊS)
Ev babet 2,994 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 15
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 05-03-2019 (7 Sal)
Şêweya belgeyê: Çap kirin
Welat- Herêm: Belgium
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Hawrê Baxewan ) li: 22-02-2021 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 22-02-2021 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 22-02-2021 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet 2,994 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.203 çirke!