Amed Çeko Jiyan
AmedAmed Çeko Jiyan, rojnamevan û nivîskarekî kurd e. Amed Çeko Jiyan di sala 1980'î de li Misirca
SêrtSêrtê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li Misircê, dibistana navîn li Sêrtê li Îmam hatîbê, lîseyê li Misircê, dibistana bilind beşa elektrîkê li Zanîngeha Amedê û li Zanîngeha Elezîzê li Beşa Mamostetiya Karên Metalî xwendiye. Ji ber sedemên cuda zanîngeh kuta nekirin.
Di sala 2004'an de li Elezîzê serkêşiya derxistina fanzîna bi navê
ÇirûskÇirûsk ku bi 4 hejmaran derçû, kir. Di damezrandina
Koma PCKurdêKoma PCKurdê de cih girt û di serî de Mozilla Firefox, gelek bernameyên komputerê wergerandin kurmancî. Di demên dawî yên Mehmed Uzun de jê re asîstanî kir. Ji destpêka sala 2008'an ve li rojnameya Azadiya Welat wekî edîtorê rûpela zarokan, edîtoriya malperê dike û di beşa redaktoriyê de cih digire. Çîrok werger û gotarên Amed Çeko Jiyan di weşanên wekî Çirûsk, Kulîlk, Kulîka Ciwan,
Kovara WKovara W û Azadiya Welat de weşiyane. Bi dehan fablên Ezop wergerandine kurdî û di rojnameya Azadiya Welat û Kovara
PeyvPeyv de weşandine.
Secereya Amed Çeko Jiyan
Amed Çeko Jiyan kurê Hacî Hikmet (Mîthat) kurê Hesen kurê Elî kurê Silêman kurê Cindî kurê Qasim kurê Eledîn kurê Evdal e.
Amed Çeko Jiyan hê jî li Amedê dijî û karên xwe yên li ser kurdî dewam dike.