图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,538
图片 106,566
书籍 19,267
相关文件 97,105
Video 1,385
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Li Tirkiyeyê şaristaniya rovî heye
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Li Tirkiyeyê şaristaniya rovî heye

Li Tirkiyeyê şaristaniya rovî heye
Li Tirkiyeyê şaristaniya rovî heye
#Medenî Ferho#

Li aliyekî şaristaniya şêr heye; li aliyê din şaristaniya rovî!... Şaristaniya şêr, wekhevî, ahlak û vijdanî ye; şaristaniya rovî, tecrîd, talan, dizî, tesettur, komen yecuş û mecuş ên ku ji bo berjewendiyên “habîs” talan û kuştinê dikin e
MİJARAbdullah OcalanAl-î OsmanîErdogankurdistanOmer el BeşîrŞaristaniya RovîŞaristaniya Şêr
Yek ji stunên bingehîn ê Al-î Osmanî, dewşîrmeyên yenîçerî bûn. Yenîçerî, zarokên ku di êrîşên talan û wêrankirina li Balkanan dihatin revandin in. Goriya yenîçerî, ji du gornan pêk tê. “Yenî” nû ye, “çerî” xulam-çaker e… Di zimanê osmanî de jî, du wateyên wê hene… Yek, evd’ên devê derî, du, mirovên esker. Hêza wan jî şûr e!.. Şûr tê wateya kuştin û tunekirinê. Gelê Sûryanî jî, qirkirina sala 1915’an, bi gotina “Seyfo” tînine ziman, Seyfo, şur e!…
Ulemayên Osmanî jî, bi hêza şûr li ser mîmberên mizgeftan propagendeya kuştina mirovaniyê dikirin. Machiavelllî jî, Hîtler, Musollînî, Sukarno û dostê Erdogan OAbmer El Beşir jî ev fikir diparastin.
Erdogan jî vî fikrî diparêze. Midurê Diyaneta tirk jî, bi şûrê tazî li ser mîmera Mizgefta Ayasofya (!), ayeta “fetîh”, di çarçoveya qanunên Sultan Suleyman de dixwîne. Kanunên Sultan Suleyman jî, dagirkerî û qirkirina gelan wek maf dibîne.
Di ser serdema Sultan Suleyman re gelek dem derbasbûne; zanista herî kevin a beşer, Dîrok dipirse; gelo çima ked û mafê mirovan û çarenûsa gelan bûye nexşeya xwînê? Mixabin mirovanî nikare bersiva pirsên dîrokê bide.
Lê gelê kurd, bersiva pirsên dîrokê dide û dibêje; madem Peymana Cinev, hesabê kiryarên li dijî kesayetan dipirse; madem Peymana Lahey jî hesabê kiryarên li dijî civakan dipirse û her du suc jî li Kurditanê têne kirin, gelo çima hesab nayê pirsîn? Ev her du sazî çima erka xwe nayînin cih? Mirovanî li kû ye?
Mîratzadeyên dewşîrme yên Al-î Osmanî, ne ronahiya rojê bi tenê, ronahiya findekê jî layiqî gelê kurd nabînin. Gelê kurd jî di riya rojê de, dixwaze xwe bigihîne ronahiya rojê û baş dizane, azadî ji aliyê kesên din ve nayê dayin. Ew bi xwe ketiye ser riya azadiyê û mafê jiyanê dixwaze û diparêze.
Îdeolajiya ku gelê kurd weke referans qebûl kiriye jî, li ser bingeha mîrateya hezar salan hatiye avakirin û zimanê diyalektîka serdemê zevt kiriye û berdevkiya gelan, jinan û çînan dike.
Di nava du çendikan de dibêjim; Kampanya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî”, li 74 bajarên cûda yên çar aliyên cîhanê, hate ragihandin, mînak e û dîrokî ye.
Wateyeke din jî ew e ku, kurd li çar aliyên cîhanê bi rêxistinî bûne, paradigmeya Ocalan jî cîhanî bûye. Dîse jî, divê doza kurd nebê têkoşîna li diaspora. Dîroka kurdan li cografya Kurdistanê ye, dive em cografya Kurdistanê ji canawarê ku xwe bi xwînê xwedî dike rizgar bikin.
Rastî, her dem bi aqil û hişmendiya mirovan mezin bûye. Divê intelîjansiya kurd, îdeolojiya ku ji gelê kurd re bûye referans mezin bike. Tixubê îdeolojiya ku Birêz Ocalan daniye hole nînin. Eger tixub nebe dikare were mezin kirin, fereh kirin. Ev mezin kirin û fereh kirin, di aliyê baskên çandî de dikarin werin bi hêzkirin.
Mînak; nîgarkeşiya di reng û temtêla Guarnîca de!…
Mînak; musizyaniya di reng û temtêla Wiktor Jara Martînez de
Mînak: hozantiya di reng û temtêla helbestvaniya klasîk, nivîskariya li ser bingeha rastiya kurd, dikarin vê teoriya ku tixuban nasnake kûr û fereh û rengîn bikin.
Mîratzadeyên devşîrme, wek serdema avakirina komarê, dixwazin vê bîrdozê di tixubê tunekirine de dîl bigire û bi her kesî bide jibîrkirin. Bi komên çete, wek yenîçeriyên ku esnaf û bazar kiribûne cihê rantê, artêşa di tîpêlojiya lejyonerên Roma, an jî weke çeteyên “ÇIL HARAMI”yên li dora Mêrdînê, êrîşî hêvî û xeyelên komên xelkê dikin.
Herçiqasî cîhan biçûk bûbe jî, dive doza kurd nebê têkoşîna li diaspora bi tenê. Dîroka Kurdistanê li cografya Kurdistanê ava bûye… Cografya Kurdistanê jî qamuşka civakê ye… Em jibîrnekin, dar jî ji qamuşka xwe ve kar dide.
Xaka Kurdistanê, navenda civakbûn, tore, çandinî, sewalkarî, zenaatkarî û bingeha kultur û şaristaniyê ye. Herçiqasî, ev bingeha hebûna mirovahiyê, bi nexşeyên siyasî kirine gola xwînê jî, dive em têkoşîna piralî, di aliyê kulturî, siyasî, civakî û eskerî de mezin bikin.
Desthilatdariya ceberrûd ya AKP/MHP’ê, ola îslamî kiriye maskeya êrîşên faşîzan. Di şerê navbera Îsraîl û Filîstînê de jî vê maskeyê bikar tine. Em ji bîr nakin, yên ku di navbera Hammas û Îsraîlê de navbeynkarî kir jî Tirkiyê bû. Di dema hevdîtin dihatin kirin de, hêzên Îsraîl êrîşî Gazzayê kirin. Hingî jî, Erdogan wek serokwezîrê Tirkiyeyê, qîr dan û alîkariya “mawî marmara” kire rojevê, (Gulan 1910) lê hêzên îsraîl derseke baş danê wan.
Eger desthilatdariya AKP/MHP di piştgiriya gelê Filîstînê de durust e, bila konsolosxaneya Israîlê bigire. Eger nikaribe vê bike, bila petrol ji Azerbeycanê diherika Bendava Ceyhanê û bi tankêrna diçe Israîl bide rawestandin. Petrola ji Ceyhanê diçe Israaîl, dibe benzîn û balafirên ku vê benzene bikar tînin, gelê Fîstînê bombarduman dikin.
Erdogan serdemek organik ava kiriye û dixwaze raya giştî ya cîhanê bixapîne. Lê otorîteya şûr û derewan abad nabe.
Erdogan, siyaset rovî dike
Îslamiyeta ku Mecusî jî, Suryanî jî parastine, di destê Erdogan de bûye şûrê tazî û dixwaze, her du cîhanan himbêz bike. Muxatabê xwe jî cîhana Ewropa dibîne û cîhana îslamî jî, ji 1/3, tune kiriye. (Min tenê xaka Kurdistanê hesab kir) Min got, Erdogan, siyaset rovî dike, rast e!…
Siyaseta rovî, ji aliyê “şaristaniya medya tîpî’sî” ve tê destekkirin. Ragihandina “tîpî’sî” gotina feylefosê Ingilîstanî John Keane ye. Ev gotin li bejna medya qesrê tê. Erdogan dema civînên çapemeniyê çêdike, li qesrê yan jî di balafiran de, rojnamevanên algîrên wî li rêza pêşî rûdinin, yan jî li pey rêz dibin, yên nîv muxalif li paş in, yê tam muxalif jî yan gîrtî ne, yan jî reviyan e.
Ev jî “şaristaniya medya” Erdogan e
Bi gotinek din; li aliyekî şaristaniya şêr heye; li aliyê din şaristaniya rovî!… Şaristaniya şêr, wekhevî, ahlak û vijdanî ye; şaristaniya rovî, tecrîd, talan, dizî, tesettur, komen yecuş û mecuş ên ku ji bo berjewendiyên “habîs” talan û kuştinê dikin e.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览557
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 20-11-2023
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 01-11-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: 土耳其
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( ئاراس حسۆ 20-11-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on21-11-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):20-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览557
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,538
图片 106,566
书籍 19,267
相关文件 97,105
Video 1,385
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!