图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
​​​​​​​Di salvegera 11`emîn de Şoreşa 19`ê Tîrmehê -3
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

​​​​​​​Di salvegera 11`emîn de Şoreşa 19`ê Tîrmehê -3

​​​​​​​Di salvegera 11`emîn de Şoreşa 19`ê Tîrmehê -3
=KTML_Bold=​​​​​​​Di salvegera 11`emîn de Şoreşa 19`ê Tîrmehê -3=KTML_End=

SOLÎN EHMÊ
=KTML_Bold=Rêveberiya Xweser çawa bû beden?=KTML_End=
Şoreşa 19`ê Tîrmehê di 11 salan de çawa hat avakirin û çawa veguherî bedenekê ji bo pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.
Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve sala xwe ya 12`emîn. Di van salan de ji aliyekî ve herêm ji hêzên hegemonîk hat rizgarkirin û ji êrişên wan hêzan hat parastin. Li aliyê din jî avakirina pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dest pê kir.
Pêşengên Rêveberiya Xweser piştî 10 salên şoreşê, mayîndekirina şoreşê û belavkirina wê, wek armanc danîn pêşiya xwe.
Ji qada siyasî û heta bi parastinê, çand, aborî û jinan, armanc ew e ku di warê birêxistinkirina civakê û xizmetkirinê de valahî bên dagirtin.
Ev pergal çawa hat avakirin û çawa gihaşt vê qonaxê?
=KTML_Bold=PERGALA RÊVEBERIYA XWESER ÇAWA HAT AVAKIRIN ?=KTML_End=
Di 19`ê Tîrmeha 2012`an de hêzên hegemonîk ji herêmê hatin derxistin û pergaleke parastinê hat damezirandin. Di aliyê siyasî de, zemîneke xurt li herêmê hebû. Partî û hêzên siyasî di nava tevgerê de bûn. Wê demê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Meclisa Gelê Rojavayê Kurdistanê hebûn. Desteya Bilind a Kurdî ku çend rojan beriya şoreşê hatibû avakirin jî, bi erka koordînekirina di navbera hêzên siyasî yên li herêmê de radibû. Bi giştî tecrubeyeke dîrokî ya têkoşîna siyasî hebû.
Lê belê tiştê ku cara yekemîn dest pê kiriye ku dê bibûya nimûne jî, avakirina pergala Rêveberiya Xweser bû. Ev pergala ku xwe dispêre felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo Kurdan û pêkhateyên herêmê bû cihê dilkêşiyê. Cara yekê bû ku dê gel di warê parastin, perwerde û birêxistinkirinê de xwe bi rê ve dibir.
Gava yekemîn bi avakirina Malên Gel (2012) li herêm, bajar, bajarok û gundên rizgarkirî hat avêtin. Li wan herêman, gel bi rêya civîn û dewreyên perwerdeyê girîngiya birêvebirina xwe bi xwe di hemû aliyan de têgihîşt. Di wê pêvajoyê de mijara girîng û sereke mijara ewlehiyê bû. Li ser vê esasî gel bi avakirina pergaleke xweparastinê yekemîn gavên xwe avêt û komên biçûk ên parastinê ava kirin.
Mijara din a girîng pêşxistina têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de yên ku ji ber siyasetên sîstemên desthilatdar hatibûn parçekirin. Di aliyê pêşxistina îradeya jinê û pêşkêşkirina xizmetan de jî gavên destpêkê hatin avêtin.
Yek ji damezrênerên Malên Gel Şaha Xelîl dibêje: “Malên Gel yek ji pîvanên sereke bû ku şoreşa me li ser hatî avakirin. Ji bo birêxistinkirina şoreşê civak wekî kevirê sereke hat esasgirtin. Li ser wî esasî me li ser jinûve yekkirina civakê û vegerandina jiyana komînal, birêxistinkirina civakê di aliyên perwerde, aborî, xizmetguzarî û fikirî û çareserkirina nakokiyên gel, kar kir.”
KOMÎN
Bi pêşketina xebatên Malên Gel re êdî şeklê pergala Rêveberiya Xweser jî diyar dibe. Bi vê yekê Malên Gel veguherîn komînan ku şeklê wê yê rêxistinî berfirehtir e. Bi vî rengî li tax û gundan bi hezaran komîn hatin avakirin. Di bin sîwana komînan de, komîteyên lihevanîn, perwerde, parastin, tenduristî, darayî, çandê, aborî û xizmetguzarî jî hatin avakirin. Endamên her komîteyek ji bo meşandina karê xwe bi awayekî profesyonel derbasî dewreyên perwerdeyê dibûn. Her wiha komînan taybet bi jin û ciwanan hatin avakirin.
Komîn û komîteyên girêdayî wê piştre bûn dendika pergala Rêveberiya Xweser. Piştre, her komîteyeke komînan veguherî saziyekê bi tena serê xwe. Bo nimûne; komîteyên parastinê yên komînan piştre veguherîn Hêzên Parastina Cewherî.
Hevserokê Komîna Şehîd Rûken a li taxa Kûrnîş a bajarê Qamişlo Mihemed Elî Misewer diyar kir ku komîn hîna ji bo gelê herêmê wekî dibistaneke civakî û cihekî kombûna pêkhateyên herêmê ne û got: “Em hewl didin pêdivî û daxwazên şêniyan pêşwazî bikin û pirsgirêkên wan ên civakî, xizmetguzarî û hwd çareser bikin.”
=KTML_Bold=MECLİS=KTML_End=
Komîn ku di nava civakê de bi erka xwe rabûn, veguherîn sîwaneke rêxistinî ya berfirehtir û bilindtir û xwe bi rengê meclisan bi rêxistin kir. Di vê çarçoveyê de meclisên tax, bajar û gundan hatin avakirin. Meclis ji nûnerên komînan, saziyên xizmetguzarî mîna şaredariyê û saziyên parastinê pêk hatin.
Ji bo hêsankirina kar, meclisên taxan bûn yek û meclisên bajaran hatin avakirin. Li navçe û bajarokan jî gavên bi vî rengî hatin avakirin.
Di Kanûna 2013`an de Konferansa Yekemîn a Meclisên Bajar, Navçe û Bajarokan hat lidarxistin û biryar hat dayîn ku pergala hevserokatî ji bo meclis û komînan çêbe.
=KTML_Bold=RÊVEBERIYA XWESER=KTML_End=
Di dawiya 2013`an de pergala Rêveberiya Xweser hat damezirandin û Hevpeymana Civakî hat amadekirin. Di hevpeymanê de zimanên kurdî, erebî û suryanî wek zimanên fermî hatin qebûlkirin û rê li pêşiya pêkhateyên din hat vekirin ku zimanê xwe fêr bibin. Li gorî hevpeymanê, rêjeya temsîliyeta jinan di saziyan de herî kêm ji sedî 40 hat diyarkirin û hat gotin ku divê pêkhateyên cuda yên herêmê di pergala Rêveberiya Xweser de cih bigirin.
Li gorî hevpeymana civakî, pergala Rêveberiya Xweser li ser 3 stûnan; Meclisa Zagonsaz, Meclisa Rêveber û Dadgeha Bilind hat damezirandin.
Piştî wê, li gorî hevpeymana civakî herêm dabeşî kantonan hat kirin û Meclisa Zagonsaz a kantona Cizîrê hat avakirin. Her wiha Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ya ku bi awayekî fermî di 21`ê Çileya 2014`an de hat ragihandin, hat avakirin. Ekrem Hiso wek yekemîn serokê Meclisa Rêveber hat hilbijartin.
Li kantonên Kobanê û Efrînê jî di 27 û 29`ê Çileyê de heman gav hatin avêtin.
Ji ber parçebûna cografîk di navbera her sê kantonan de, têkiliyên yekser di navbera rêveberiyên xweser ên her sê kantonan de tune bûn, lê belê koordînasyonek ji bo her sê rêveberiyan hebû.
Her wiha di bin banê Rêveberiyên Xweser de li gorî pêwîstiya her kantonekê deste hatin avakirin. Bi rêya van desteyan pergala perwerde, tenduristî, aborî, parastin, çand, jin, ciwan û xizmetguzarî hatin damezirandin.
Pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku bi malên gel, komîn û meclisan dest pê kir û hat bi pêşxistin.
Di 2016`an de Koordînasyona Rêveberiya Xweser a her sê kantonan veguherî Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê. Di heman salê de Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê di meha Adarê de li ser pergala hevserokatiyê di deste, daîre û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser de erê kir. Meclisê her wiha li ser bilindkirina rêjeya temsîliyeta jinan ji sedî 40 bo ji sedî 50, erê kir.
Piştî 2015`an herêmên Rêveberiya Xweser hatin berfirehkirin, herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor, Girê Spî û Minbic ji komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk hatin rizgarkirin, vê yekê rêveberî gaveke din bi pêş ve bir. Piştî van geşedanan di 6`ê Îlona 2018`an de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 3 herêman; Cizîr, Firat û Efrînê pêk hat. Di her kantonekê de meclisên rêveber û zagonsaz hene. Her mecliseke zagonsaz qanûnên têkildarî herêma xwe derdixe. Her wiha qanûnên ku Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdixe ji bo tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasdar in.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览563
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.hawarnews.com/ - 20-07-2023
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 17-07-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 94%
94%
添加( ئاراس حسۆ 20-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):23-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览563
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!