图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,171
图片 106,511
书籍 19,249
相关文件 96,956
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
ÇEKA VEŞARTÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-3
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ÇEKA VEŞARTÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-3

ÇEKA VEŞARTÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-3
ÇEKA VEŞARTÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-3
MADDEYÊN HIŞBIR ÇAWA DERBASÎ BAKÛR Û ROJHILATÊ SURIYEYÊ DIKIN?
#06-06-2023#
$EHMED SEMÎR–CÎHAN BÎLGÎN$
Şebekeyên madeyên hişbir ji herêmên dagirkirî, herêmên Hikûmeta Şamê, ji Iraq, Başûr û Îranê bi rêyên cur bi cûr madeyan derbasî herêmên xweser dikin. Balkêş e ku ji bo derbaskirina madeyan belgeyên desturê yên bazirganî, rêxistinên mirovî û alîkarî bikar tînin.
Di nava alozî û qeyrana Suriyeyê de, pergala Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, bûye navnîşana ewlekarî, aramî, siyasî, civakî, çandî û bawerî ya ji bo hemû pêkhateyên herêmê. Ev yek ji bo hêzên herêmê û navnetewî yên ku hesabên wan li ser Suriyeyê hene dibe kelemek mezin. Lewma ji bilî êrîşên leşkerî, siyasî û aborî, dijî vê pergalê şerekî taybet tê meşandin. Yek ji rêbazên vî şerî jî, raçandin û belavkirina tora madeyên hişbir e.
$DORPÊÇA ÇAR ALÎ$
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker herêmên Idlıb, Ezaz, Cerablus, Bab, Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê dagir kirin, hewldanên derbaskirina madeyên hişbir zêde bûn. Ev herêm êdî bûn korîdora derbaskirin û bazirganiya madeyên hişbir. Li van herêmên ku kargehên madeyên hişbir jî hatine çêkirin, dewleta Tirk hewl dide van madeyan derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bike.
Li aliyê din Hikûmeta Şamê yan jî derdorên nêzî wê bi riya şebekeyan madeyan dişînin herêmê. Dîsa ji aliyê Başûrê Kurdistanê, Iraqê û Îranê jî şebeke hatine avakirin û madeyan derbasî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dikin.
$TORÊN HEVPAR$
Balkêş e ku pêwendiya van şebekeyan hemûyan bi hev re heye û dixwazin Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wekî navendek belavkirin û derbaskirina madeyên hişbir bikar bînin. Madeyên ji Başûr, Iraq û Îranê tînin, derbasî herêmên Suriyeyê dikin, ji vir jî hewl tê dayîn derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bikin. Ji Cerablus, Efrîn, Ezaz û Babê jî madeyan derbasî herêmên xweser dikin û beşek dişînin Başûr.
$RÊYÊN DERBASKIRINA MADEYAN$
Rêveberiya Xweser ji sedî 30’ê cografiyaya Sûriyeyê bi rêve dibe. Di navbera herêmên xweser, herêmên dagirkirî, yên hikumeta Şamê û Başûr de bi dirêjahiya bi sedan kilometer sînor heye. Li ser van sînoran jî gelek derî hene. Şebeke hewl didin di van sînoran de madeyên hişbir bi awayekî veşartî derbas bikin û li nava civakê belav bikin. Di navbera herêmên xweser û yên Hikûmeta Şamê de deriyên sînor ên ku ev şebeke dixwazin bikar bînin deriyên Tebqa, Ebû Kehef (Tayihe) Ebû Asî yê li Dêrazorê ye.
Li sînorên herêmên dagirkirî jî hewl tê dayîn ku deriyên Minbicê, Um Cilûd û Ewn Dadat, li sînorê Iraqê deriyê Til Koç û yê Başûr deriyê Fîşxabûr bên bikaranîn.
Şebekeyên madeyên hişbir her wiha rêya navnetewî ya M4, gundewarên Şehba, Girê Sipî û Til Temir jî bikar tînin. Ji ber ku erdnîgariya herêmê deşte û kontrola wê hinek zehmet e, şebeke gelek rêyan bi awayekî qaçax bikar tînin.
Rêyek din a ku ev şebeke bikar tînin jî, bazirganî û rêxistinên bi navê mirovî û alîkariyê ne. Li gorî îtîrafên kesên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin, endamên şebekeyan belgeyên destûrê (destura derbaskirina wesayît û madeyan) yên rêxistinên di bin navê mafê mirovan û alîkariyê de tên herêmê bikar tînin. Ji ber van belgeyan li bendên kontrolê bi hêsanî derbas dibin.
$ÇAWA DERBAS DIKIN?$
Li gorî agahiyên ku me ji saziyên ewlekariyê yên Rêveberiya Xweser girtine, şebekeyên madeyên hişbir, ji bo bazirganî û derbaskiran madeyan li ser 3 lingan xwe rêxistin kirine. Koma yekem madeyan derbasî herêmên xweser dike, ya duyem hem digihîne sînorên Başûr û Iraqê, hem teslîmî koma sêyem dike. Koma sêyem jî hewl dide li nava civakê şebekeyan çêbike û madeyan bide belavkirin.
Rêyên derbaskirina madeyan jî gelek in. Şebeke dixwazin deriyên ku ji bo alîkarî û pêdiviyên mirovî vekirî hatine hiştin bikar bînin. Mînak Deriyê Tebqayê ji bo rewşên mirovî û derbaskirina para alîkariyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê vekirin, her wiha welatiyên ku mirovên li herdu aliyan hene tên-diçin. Şebeke jî di kamyonên alîkariyan û pêdiviyên mirovî de hebên hişbiriyê vedişêjin û derbas dikin. Şebekeyên madeyên hişbir heta digihîjin sînorên Rêveberiya Xweser li bendên kontrolê nayên sekinandin an jî kontrolkirin.
$BÎLANÇOYÊN 2021-2022$
Bîlançoyên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê eşkere kiriye, van hewldanan radixe ber çavan. Di rapora navbera 26’ê Hezîrana 2021’an û 26’ê Hezîrana 2022’yan hatiye amadekirin de, 3 milyon û 442 hezar û 30 heb, 167 şitlên heşîşa hişk û ernûs, 4 kîlo û 70 gram tovê heşîşê, 8 kîlo û 230 gram madeya krîstal, 127 gram eroîn, 22 gram kokaîn, 510 kîlo û 780 gram heşîşa xam hatin desteserkirin. Têkildarî mijarê 989 kes hatine girtin û li saziyên dadweriyê 474 doz hatine vekirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirn di 4’ê Çileya 2023’yan de jî raporek din eşkere kir û hejmarên nû dan. Li gorî raporê 559 kîlo û 401 gram heşîr, 3 şitlên heşîşê, 8 cixareyên heşîşê, 3 milyon 862 hezar û 410 hebên hişbir, 184 hezar û 596 gram madeya krîstal, 144 gram tovê heşîşê û 534 gram eroîn hatiye desteserkirin. Hejmara dosyayên li saziyên dadweriyê hatine vekirin jî derketiye 2 hezar û 37’an. Ji van 535 têkildarî bazgirganiya madeyên hişbir, 387 têkildarî belavkirina wan, hezar û 115 jî têkildarî bikaranîna madeyên hişbir in. Li gorî herdu raporan hejmara kesên hatine girtin jî hezar û 410 e.
$JEHRÊ ZÊDE DIKIN$
Tora madeyên hişbir ji gelek aliyan ve hewl didin jehra xwe li herêmê zêdetir bikin. Li gorî agahiyên rêveberiya ewlekariya Minbicê, di destpêka sala 2023’yan de li deriyê Tebqayê tenê di yek carê de 2 milyon hebên hişbir hatine desteserkirin. Hebên ku di cihên veşartî yên kamyonan de hatibûn bicîhkirin, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin desteserkirin. Heman rêbaz li deriyên Um Cilûd û Ewn Dadat jî tê bikaranîn. Li navenda Minbicê jî di 3 mehên dawî de 2 şebekeyên ku her yek ji wan ji 20 kesan pêk tê û 35 kesên madeyan belav dikin bi giştî 75 kes hatine girtin.
$RÊVEBERÊ DAÎREYA DIJÎ HIŞBIRÊ: BI KOMÊN CUDA DERBAS DIKIN$
Rêveberê Daîreya Giştî ya Dijî Madeyên Hişbir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Kano diyar kir ku hikumeta Şamê, dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê hewl didin bi rêya belavkirina jehrê civakê û bi taybetî ciwanan bêhiş, ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî xirab bikin.
Hesen Kano bal kişand ku şebekeyên madeyên hişbir xwe wekî koman birêxistin dikin û ev agahî dan: Komek derbaskirina madeyan ji bo herêmê hêsan dike, koma din van madeyan werdigire û bi rêbazên cuda derbasî herêmên me dike, komek jî van madeyên hişbir li nava civakê belav û bazirganiyê dike.
Endamên şebekeyên madeyên hişbir ên hatine girtin, di lêpîrsînên xwe de gelek agahiyên têkildarî derbaskirina jehrê dan. Îtirafên van kesan jî wê di beşa 4’an a dosyaya me de sibe werin dayîn.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览928
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | hawarnews.com
相关文件: 3
挂钩项目: 16
小组: 文章
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
普罗旺斯: 土耳其
普罗旺斯: 叙利亚
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( کاکۆ پیران 07-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-06-2023
此产品最近更新( هومام تاهیر ):31-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览928
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1190 KB 07-06-2023 کاکۆ پیرانک.پ.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,171
图片 106,511
书籍 19,249
相关文件 96,956
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!