הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,474
תמונות 106,577
ספרים 19,270
קבצים הקשורים 97,131
Video 1,391
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Komkujîya nejadî/Jenosid/Genocide
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Komkujîya nejadî/Jenosid/Genocide

Komkujîya nejadî/Jenosid/Genocide
=KTML_Bold=Komkujîya nejadî/Jenosid/Genocide=KTML_End=
Siddîq Bozarslan

Maneya Komkujîyê (Genocide) di 1943an da ji alîyê huquqnasê polonî Raphael Lemkin ve hatîye bi karanîn. Di zimanê yunanî da genos, tê maneya ”nejad”, ”kok” û bi latinî di maneya kuştinê da cide ku ji koka cidium hatîye, di fransi da ew her du gotin bi hev hatine girêdan û hatiye bikaranîn. Lemkin gotîye; ji ber ku genocide, gelek caran hatîye bikaranîn, ewil li ser ermenîyan çêbûye û paşê Hitler ketîye nav wê hewildanê û loma wî jî wê gotinê xebitandîye. Wek ku mirov dibîne tespîta Lemkin di nav çarçoveyeka teng da hatîye sînorkirin ku ev jî kêmasîyek e.
Di çarçoveyeka pilankirî da hewildaneka li dijê civatek ku ji yên dî cuda ye ku ev cudayetî jibo nejadek, dînek, bawerîyeka sîyasî an civatî, ji xwe ra dike hedef ku wê ji navê rake / têkbibe / tune bike. Di vî derbarî da di navbera akademisyenan ango pisporan da fikrên cuda hebin jî di 1948an da ”Lihevhatina Neteweyên Yekbûyî jibo Cezakirin û Astengkirina Sucên Genocide (SSECS), maneya wê ya huqûqî hatîye çêkirin û wek em dê li jêr bibînin, ew çarçove ketine nav wesîqeyên NY.
Li gora maddeya 2.yem ya Lihevhatinê jibo Genocide; ”Hewildanên ku têkbirin / ji holêrakirina grubeke nejadî û dînî, neteweyî, etnikî dike hedef. Kuştina endamên wê grubê, xisardayîneka ciddî jibo bedenî ango zîhnî yên endamên grubê, xirabkirinên fizikî jibo mercên jîyanê ya wê civatê (grubê) bi tevayî an qismî ku bi qestî were xirabkirin, karanîna metodên nezayînê di nav grubê da, bi zorê girtin û dûrxistina/ veguhastina zarûkan ji grubek bo grubeka dî” hatîye naskirin.
Di despêkirina SSECS da hatîye nivîsîn ku qewimandinên bûyerên komkujîyê, di seranserê dîrokê da hatine jîyandin û di hemî demên dîrokê da wendayîyên mezin dane mirovayîyê. Lê Heta dema Dadgehên Nurnbergê ji alîyê NY ve jibo sucdarên Holokost, Raphael Lemkin gotina genosidê bi karanî; sucdarîya Genocideyê di nava huqûqa navneteweyî da cî negirtibû û nebûbû biryara NY.
Di çileya 1951an da hukmê SSECS ketîye nav jîyanê û ji wir pêve 80 endamên NY hin yasayan çêkirine ku ew li gora hukmê SSECS bûne ku bikaribin faîlên komkujîyê mehkleme bikin û wan mehkûm bikin. Nikola Jorgic, mîsalek e ku li dadgeheka Almanyayê sucdar hatîye qebûlkirin û cezakirin.
Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî di 2002an da çêbûye û li gora wê lihevhatinê, dewletên ku teref bûne, ew dikarin hevwelatîyên xwe di vî derbarî da mehkeme bikin û ceza bidin wan sucdaran, lê heta nuha kes nehatîye mehkemekirin. Komkujîya Ruanda, Komkujîya Bosnayê, di mehkemeyên taybetî da hatine mehkemekirin. Lê wek mîsal, li Girava Tasmanya ya Avustralyayê, di 1828- 1832an da komkujîya ku çêbûye, wek komkujîya modern ya ewil qebûl bûye û ketîye nav rûpelên dîrokê.
Serokê Rêxistina Çavdêrîya Komkujîyê (Genocide Watch) Gregory Stanton, raporek bi navê ”8 merhaleyên komkujîyê” pêşnîyar kirîye. Di raporê da nivîsîye ku di wan 8 merhaleyan da îhtîmala ku komkujî çêbin, lê ew dikarin werin rawestandin/astengkirin, kurtîya wan weha ne:
Merhale 1. Însên bi awayê ”em û ew” tên cîyêkirin. Tedbîr: ”Di vê merhaleya ewil da tedbîra ku were sitandin, dezgahên navneteweyî bên avakirin ku pêşî li wê cudayîyê / cîyêkirinê bigre.
Merhale 2. Simgekirin “Simge ango nîşan dema bi nefretê ra bibe yek, ew dikare jibo endamên wê grubê ku ne bawermend in, bi zorê were qebûlkirin…” Tedbîr: “Tekoşîna li dijê wan simgeyan, dikare wek huquqî simgeyên nefretê û gotinên nefretê werin qedexekirin.”
Merhale 3. Dijhumanizmayê “Endamên grubek, mirovayîya gruba dî înkar dike. Endamên grubê wek heywanan, parazitan, kêzikan ango nexewşîyan dibîne.” Tedbîr: “Serokên herêmî û yên navneteweyî, divê lanetê li karanîna gotina nefretê bîne û wê wek kultûr lanet îlan bike ku ew nayê qebûlkirin. Divê seyahetên navneteweyî jibo serokên ku komkujîyê teşwîq dikin, werin qedexekirin û çavkanîyên wan ên abûrî werin cemidandin.”
Merhale 4. Vêkxistin / hunandin “Komkujî, timî bi rêxistinî ye… Bi awayeke giştî hêzên taybetî yên ordîyê ango milîs, tên perwerdekirin û biçekkirin… Tedbîr: “Divê Neteweyên Yekbûyî jibo hukumet û şexsên ku beşdarîya komkujîyê kirine, ambargoya çek pêkbîne û jibo lêgerîna îhlalan /binpêkirin komisyonan çêke.”
Merhale 5. Durexîbûn (Kutupkirin) “Grubên nefretê propaganda durexîbûnê diweşînin…” Tedbîr: “Dikare serokên nerm têxin bin ewlekarîyê an piştgirî jibo grubên mafên mirovî were dayîn… Divê bi mueyyîdeyên navneteweyî li dijî radikalên ku darbe çêdikin, bên sitandin.”
Merhale 6. Amadekirin “Qurbanî li gora nasnameyên etnikî ango dînî tên kifşkirin û derdixin holê.” Tedbîr: ”Di vê merhaleyê da divê rewşa awarte ya komkujîyê were îlankirin.
Merhale 7. Tunekirin / kuştin / Îmha “Di çavê van kujeran da ”kuştin” e, ji ber ku ew bawer nakin ku qurbanîyên wan însan in.” Tedbîr: “Di vê merhaleyê da tenê têkoşîna çekdarî ya xurt dikare bibe asteng li pêşîya komkujîyê. Divê ji alîyê hêza parastinê ya ledaren giran ya navneteweyî ku parêzvanîyê bike û herêmên ewleyîyê çêke ku rîyên revê jibo muhaciran were çêkirin.”
Merhale 8. İnkâr “Sucdar… înkar dikin ku wan sucek kirine.” Tedbîr: ”Bersiv jibo inkarkirinê, cezayên ku ji alîyê dadgehên neteweyî an navneteweyî ve were dayîn e.”
Lê wek Dirk Moses û hin kesên dî li wê dîtinên jorîn rexne dixin û dibêjin ku wek mîsal; ”Dema menfeetên hêzên mezin li Darfurê lêhatî be, ev kar (yanî Genocide) li wir diqede.”
Navkirina Genocide di Maddeya 6an ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî jibo Statuya Romayê, hatîye kirin. Li gora wê maddeyê Genocide, hewildanên li jêr jibo amanca tunekirina neteweyek, etnisiteyek (etnik), grubeke (komek) dînî ango tevayîya nejadek an beşeka wê kirîye hedef:
1.Kuştina endamên grubê. 2. Xisardayîna fizikî ango zihnî jibo endamên grubê. 3. Endamên grubê bi zanistî bînin pêşberî şertên jîyaneka xirab ku bi qismî ango bi tevayî bi fizikî bên tunekirin. 4. Bi qestî zayînên grubê tên astengkirin. 5. Bi metodên zorbirîyê zarûkên grubek werin dûrxistin/veguhastin jibo grubeka dî.
Li gora tespîta Dîrokzan William Rubinstein, jibo koka Genocideyan ên sedsala 20.an dikare ji piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn paştatir here ku qasî hilweşandina hukumetên li Başûr, Rojhilat û Orta Ewrupayê bûn.
Li hin welatan li dij derketina îddîayên Genocide, hatine qedexekirin. Numûne, li 14 welatên Ewrupayê hin yasa hene ku înkara Holokost û bêqîmetkirina wan qedexe ye. Li Komara Sypernê (Kibris), Swisreyê, Slovakya û Yunanê (Grekland) yasa hene ku înkarkirina Genocideya Ermen qedexe kirine. Li Tirkîyeyê jî berewajî wê, Maddeya 301ê ya Qanuna Cezayê ya Tirk, bi karanîna Genocide bo ermen, rum û suryanîyan qedexe dike û yên ku li dijî wê maddeyê dertên, tên cezakirin.
Di bin van şertan da ku li ser bûyerên komkujîyê li Komara tirk hatine çêkirin, li gora atmosfera Şerê Cîhanî yê Duyem hatine kirin ku di wê demê da komkujiya cihuyan li Almanyayê pêkhatîye û di encamê da dora 6 milyon cihu hatine qetilkirin. Di van nirxandinên jorîn da ku ji alîyê pisporan ve hatine çêkirin, ew jibo prensibên NY jî bûne wesîqe. Loma divê em jî di nav baxçeyên welatê xwe da çend resmên îbretê û sosretê bînin ber çavên xwe ku di wan resman da jî hedefên genocideyê hene. Van resman dê bibin mijara çend nivîsarên dê ku ez dê pêşkêşî we hejayan bikim.
Lê divê neyê jibîrkirin ku ew civata ku civateka dî dixwaze qir bike; wan her dem metodên derewan bikaranîne û civata hedefkirî jibo kuştinê wek ”barbar, paştamayî, kafir, dijminên nejadî ango dînî, dijî şoreşê, nejada bindest, eşkîyayên ku nabin medenî” û wd bi navkirine. Bêguman yên kujer jî xewdîyê hêzeke bi rêxistinkirî ne û di bin otoriteyeka navendî da hewil dane xwe û di bin fermandarîya wan da jî kesên nexweş ku rehet bikaribin kesên dî bikujin hene û hewildanên komkujîyê di nav kampanyayek da hatine meşandin. Bi kurtayî van hewildanên komkujîyê, di nav çarçoveyeka ideolojik da ji xwe ra sistemeka nû ava kirine.
Nivîs didome
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 957
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 21-05-2023
פריטים המקושרים: 18
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 09-01-2022 (2 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 21-05-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 23-05-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 957
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,474
תמונות 106,577
ספרים 19,270
קבצים הקשורים 97,131
Video 1,391
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.781 2!