Navê pirtûkê: ÇÎROKÊN WERGER ÊN MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ (1797-1870)
Navê nivîskar: Mustafa ÖZTÜRK
Cihê çapkirina pirtûkê: Çewlig
Navê çapxaneyê: Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Çewligê
Sala çapê: 2018
Kurte
Mela Mehmûdê Bazîdî wekî zanyarekî Kurd, xwedîyê ked û berhemên girîng in di gelek qadên ji hev cuda de.
Bazîdî di berhevkarîya folklorê, istînsaxa destxetên Kurdî, nivîskarîya berhemên cûrbicûr, rêzimannasî, civaknasî û hwd de gelek xebat pêk anîne. Qadeke din ya ku Bazîdî bi wê re mijûldar bûye jî wergernasî ye. Di Koleksîyona Aleksandre Jaba de destnivîsa bi hejmara Kurd 43’yê ji 84 çîrokên Farsî û wergerên wan ên Kurmancî û Fransî pêk tê. Wergerên Kurmancî ji alîyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve û yên Fransî jî ji alîyê A. Jaba ve hatine kirin. Ev çîrokên ku dikarin li ser qada edebiyata klasîk bên hesibandin, li gorî agahîyên berdest, nimûneyên ewil ên çîroka pexşan a Kurdî ya klasîk in. Di vê xebatê de ewilî li ser çîroka klasîk bi giştî û taybetîyên destnivîsa Kurd 43’yê hatîye rawestan û pişt re jî tîpguhêzîya destnivîsê ya Kurmancî hatîye dayin. [1]
Lees het boek: ÇÎROKÊN WERGER ÊN MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ (1797-1870)
Aantal keer gedownload:
137 Wij willen graag alle schrijvers, vertalers en uitgevers het verzoek doen om ons te informeren waneer ze niet mee eens zijn dat hun boeken via Kurdipedia gedownload worden.
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 1,063 keer bekeken