图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,239
图片 106,491
书籍 19,254
相关文件 96,945
Video 1,380
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
ROLA ŞERÊ KOBANIYÊ DI GLOBALKIRINA DOZA KURDÊN SÛRIYÊ DE
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bajarê Kobaniyê

Bajarê Kobaniyê
DR.AZAD EHMED ELî
Werger ji erebî: #Kendal Cûdî#
Di mehên destpêkê yên serhildana Sûriyê de, ji ber xîtaba islamî û neteweyî yê erebî, gelê #Kurd# gelek ji wan, nexasim ên nêzî Partiya Yekitiya Demokaratîk (PYD), dûrî pêkhateyên oposizyona erebî ya Sûriyê ketin. Lê li aliyekî din jî, hin rêxistin û kesayetên kurdî, piştî serhildana buhara 2011`an, bi komên oposizyonê yên “Erebî” re lihev kirin. Hin aliyên ji oposizyona Sûriyê wekî sîstema desthildar li Şamê, berê xwe dane herêmên Kurdan ji ber ku hêsan bû di aliyê siyasî de sûd jê bigirin, ji aliyekî din ve jî xêrûbêrên wê talan bikin. Lewra hevrikî di navbera komên çekdar ên Sûriyê de çêbû, da ku herêmên ku ji bin serweriya hikûmetê derketin, bixin bin serweriya xwe û ji bo ku hêzên kurdî û hevalbendên wan bikar neyînin. Li ser vî esasî êriş bi lez û bez dest pê kirin. Gihîşt astekê ku gelek dezgehên çapemeniyê tevlîhevî di navbera navên eniyên êrişkar û nakok de, dikirin.
Ji bilî ne şopandina bi awayekî cidî û zanîna navên hêzên şerker, lê zaniyarên sala 2012`an piştrast dikin ku zemînekî teşwîqkirinê hebû da ku êrişî niştecihên herêmên bakur ên li Sûriyê bikin, nexasim tevgera kurdî. Di heman demê de, cîhadîstan jî dixwestin ku êrişî kêmneteweya Xiristiyan ên li bejahî û bajarên parêzgeha Hesekê bikin. Di nava van aloziyên cûda de, Cebhet Elnusra(C.N) rê li pêşiya avakirin û bihêzkirina Dewleta Islamê li Iraq û Şamê(#DAIŞ#) kir. Lê di navbera wan de alozî û parçebûn, li ser gelek mijaran ji wan nelihevkirina li ser siyaseta li dijî herêmên Kurdan, çêbûn. Bi êrişên DAIŞ`ê yên li dijî Kurdan û Xirstiyaniyan re, hêza DAIŞ`ê mezin bû. Her wiha DAIŞ`ê, dest danî li ser petrol û deriyên sînorî yên herêmên Bakurê Sûriyê. Di heman demê de, DAIŞ`ê hêz û hovîtiya xwe raber kir û bi vê yekê Cebhet Elnusra derbas kir. Her wiha ji ber gelek sedam, gelek ciwanên ji qebîleyên Ereban ên li Cizîra Sûriyê, tevlî nava DAIŞ`ê bûn.
Diyar bû ku dagirkirina herêmên Kurdan, ne tenê daxwaza Cebhet Elnusra bû, lê belê bi zêdebûna nakokiyên siyasî, gelek aliyên dixwest herêmên Kurdan dagir bikin. Lewra hin komên Artêşa Azad”Ceyş Elhur”êrişî bajarên #Qamişlo# û Hesekê kirin. Mirov dikare êrişên berfireh ên havîna sala 2012`an li dijî herêmên Kurdan ên Bakurê Sûriyê, bi pêşketina leşkerî û siyasî yên hêzên kurdî tevî nakokiyên wan, girê bide. Ji ber ku wê demê, hêzên kurdî di çarçoveya”Desteya Kurdî ya Bilind”gihîştin lihev kirinekê. Lewra jî mirov dikare bêje ku ev êriş wekî bertekekî herêmî û hundirê Sûriyê li ser yekkirina Kurdan bûn. Ji ber ku hewldanên yekitiyê, ew dixistin nava tirsê ku Kurd rizgar bibin û piştre destkeftiyên siyasî bidest bixin.
Lê rewşa di nava Kurdan de, ne baş bû. Ji ber ku aliyekî kurdî li gorî berjewendiyên xwe yên partîtî, guhartinên ku çêbûn ji bo xwe bikar anî. Aliyê din ê Kurdan jî, kete bin sîwana Itîlafê ango kete bin hegomaniya Tirkiyê. Di aliyê piratîk de, ragihandina Rêveberiya Xweser parçebûnên siyasî ya partiyên kurdî, kûrtir kir û ev hêzên kurdî jî dabeşî du şaxên sereke yên oposizyona Sûriyê bûn; Itîlafa Hêzên Oposizonê û Heyet Tensîq. Lê hemû partiyên kurdî ketin arîşeya xwestina mafên xwe yê neteweyî di navbera van her du şaxan de. Di heman demê de opozisyona Erebî jî bi hestyarî nêzî xwestekên Kurdan ên neteweyî dibûn, ku berê guh ne didanê. Lewra, tê texmînkirin ku şerê leşkerî li dijî herêmên Kurdan, di encama nakokî û aloziyên siyasî yên veşartî bûn.
Êrişên bi zanebûn li dijî herêmên Kurdan ên li Bakurê Sûriyê
Piraniya komên çekdar ên erebî êrişî herêmên Kurdan kirin. Ev yek jî berdewamiya siyaseta talaniyê ya ku desthildariyên erebî yên li Şamê li dijî herêmên Kurdan û civaka wê ya cotkariyê ya berhemdar, dida meşandin. Di nîvê sala 2013`an de, armancên êrişê û bidestxistina herêmên Kurdan, zêdetir bûn. Hin koman jî asta tundrawiya xwe zêde kirin û niştecihên Kurd ji herêmên ku piraniya xwe ne Kurd bûn, qewitandin. Ev yek jî di êrişên li dijî Girê Spî û dorpêçkirina #Kobanê# de, eşkere bû. Lewra, komên çekdar ên erebî, yekemîn êrişên xwe li bejahiya gundên Kobanê û şerê yekemîn jî li Girê Spî destpê kirin. Di Tîrmeha 2013`an de jî, şerekî etnîkî dest pê kir. Her wiha komên çekdar di Tebaxa 2013`an de, Kobanê dorpêç kirin. Piştî mehekê, lihevkirine çêbû û beşek ji dorpêçê ji aliyê wan komên çekdar ve hate rakirin, lê tenê DAIŞ`ê agirbest red kirin. Her wiha hemû malbatên Kurd ji bajarê Reqayê wê demê hatin qewitandin.
Êrişa sereke ya DAIŞ`ê di Îlona 2014`an li dijî Kobanê, gihîşt lûtkeya şerê çekdarî û siyasî li ser asta Sûriyê û herêmî. Di wê demê de, armanca her hêzeke leşkerî eşkere bûn û aloziya rasteqîn a din navbera hemû aliyan derket holê. Ev yek jî ne li gorî berjewendiyên rêya aşitiyane ya serhildana Sûriyê û ne jî li gorî berjewenidyên hevgirtina kurdî-erebî bû. Ji ber vê yekê jî aloziya Sûriyê ji guhartina desthildarî ber bi netewperestî ve çû. DAIŞ`ê jî bal kişand ser Kobanê û rejîma li Şamê jibîr kir. DAIŞ`ê ji ber xwe ve û ji ber hêzên tundraw ên neteweyî û olî, êrişî herêm û bajarê Kobanê kir. Gelê Kurd bi tevahî jî piştgirî da Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û Yekîneyên Parastina Jin(YPJ). Her wiha gelek dildarên Kurd ên #Bakurê Kurdistanê# parastina bajarê Kobanê kirin.
Piştî dagirkirina Mûsilê û ragihandina Xîlafeta Islamî ya DAIŞ`î di havîna 2014`an de, êdî rêxistina DAIŞ`ê bû rêxistineke ku li tevahiya cîhanê belav bû û xeteriya DAIŞ`ê li dijî herêmê û cîhanê bû gefek.
Di çarçoveya şerê Kobanê de û bi berxwedaniya şervanên Kurd ên li dijî DAIŞ`ê, heta rizgarkirina bajarê Kobanê di 26`ê Çileya 2015`an de, serkeftineke sembolîk li dijî terorê hate nivîsandin. Ev serkeftin ya tevahiya cîhana pêşketî bû. Her wiha bi rêya şerê Kobanê, êdî doza Kurdan li cîhanê belav bû. Her kesî nas kir ku Kurdên Sûriyê kî ne û çima ji mafên xwe hatibû bêpar hîştin. Kobanê ne tenê sembola berxwedanî û rizgariyê ya Kurdan tenê bû, êdî bû sembola cîhana demokratîk ya li dijî terorê. Êdî cenga Kobanê sembolên siyasî û îdeolojî yên cihêreng afirand; A yekemîn ku xweza gelê Kurd ê musliman tundrawa islama cîhadî ya navdewletî qebûl nake, her wiha jin Kurd bi rizgarkirin û rêxistinkirina xwe, jinên civakên pîşesazî û yên Ewropa û Amerîkayê derbas kirin. Herî dawî jî, şervanên Kurd parastina pirrengî û jiyane aşitiyane kirin û ew hevalbendên hemû hêzên rizgarî û demokratî yên herêmî û cîhanî ne.
Beşdarbûna hêzên Pêşmergeyan û derbasbûna wan bi rêya axa Tirkiyê ve cara yekemîn di dîrokê de, xaleke veguhartinê di dîroka Kurdistanê de bû û piştgiriya neteweyî ya kurdî di bin sîwana rewa ya navndewletî de ye. Cara yekê bû ku hêzeke bi pergal ya dewleteke cîran-herêma Kurdistanê di destûrê de beşek ji Iraqê ye-derbasî şerê navxweyî yê Sûriyê dibû. Derdora 150 şervanên Pêşmergeyan tevî çekên xwe, di roja 28`ê Cotmeha 2014`an de derbasî bajarê Kobanê bûn da ku DAIŞ`ê jê derbixînin. Rejîma Şamê li dijî hatine Pêşmergeyan bû, lê bi encamên hatinê razî bû.
Hêzên Pêşmerge, bi çekên xwe yên giran û topbarana dijwar û bi beşdariya çalak a Koalîsyona Navndewletî ku di di aliyê asîmanî de bomebaran dikir, hevsengî li gorî berjewendiyên hêzên Kurdan ên ku parastina bajarê Kobanê dikirin, guhart.
Şerê Kobanê, di şerê hundirîn ê Sûriyê de xaleke veguhartinê ya tund bû. Di heman demê de, şerê Kobanê karî ku doza Kurdan li Sûriyê wekî dozeke aşitiyane ya gelê ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî û civakeke berhemdar bû, wekî dozeke cîhanî bide nasîn. Ev gel di dîrokî de hate keysbazkirin, ji mafên xwe yên diyarkirina çarenûsa xwe ya siyasî û rêvebirina xwe ya civakî ya herêmî bêpar hate hiştin. Di heman demê de, rastî hemû siyasetên înkarkirin û çewisandina neteweyî hat. Her wiha li dijî vî gelê, şerê qikirina komî jî pêk hat.
Serkeftinên ku YPG û YPG`ê û bi destekdayîna hêzên Pêşmerge bidest xistin, tabloyekî bi wateyeke nû ya têkoşîna rizgarkarî ya çepê cîhanî di şerê Ii dijî hêzên tarî de, afirand. Gihîşt astekê ku gelek ciwanên xort û keçên çegir ji tevahiya cîhanê, berê xwe bidin nava van hêzên. Bi vê yekê, cûreyekî” înternasyonalîzma nû”jinûve zindî bû. Ev înternasyonalîzm karê piratîkî kir û sade bû û li dijî terorê şer kir. Di heman demê de, piştgirî dida gelê Kurd û rola jina şoreşger a şervan di oxira azadiyê de, derxist holê.
Ev piştgirî di aliyê siyasî û leşkerî de sînordar nema, gelek jinên ji dewletên Ewropa û Amerîkayê cilên şervanên YPJ`ê li xwe kirin. Her wiha encamên şerê Kobanê derbasî nava wêje û hûnerê bûn. Di vê çarçoveyê de, romana”Keçikên Kobanê” di dema dawî de derket û rêzdar Hillary Clinton û keça wê, ragihand ku wê vê romanê veguhirînin bo dramaya televizyonê. Ev yekê jî lûtkeya bandorbûna bi cenga Kobanê ye. Her wiha pêkanîna hêjaya ya berhema qehremanî û fedekariya kur û keçên Kurd ji bo mirovahiyê, ku ew bê bibe dramayeke nûjen û aktîv, nûjenkirina mezinahiya vê cenga şaristanî û çandî ya gerdûnî ye, ne tenê ya Kurdan û Sûriyê ye.
Beşek ji pirtûka ku niha di bin sernavê”Dewleta Dîwar”de tê amadekirin..[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,266
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://nlka.net/- 01-12-2022
挂钩项目: 18
小组: 文章
Publication date: 09-07-2022 (2 年份的)
Original Language: 阿拉伯语
Publication Type: Born-digital
书: 人权
城市: Kubanê
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 01-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on08-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,266
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,239
图片 106,491
书籍 19,254
相关文件 96,945
Video 1,380
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!