کتېبخانە کتېبخانە
گېڵای

کوردیپێدیا گۆرەتەرین سەرچەمەی فرەزۋانیی پەی زانیارییە کورڎییا


ھۊرچنۍ گېڵای





ورڎ گېڵای      کیبۆردە


گېڵای
ورڎ گېڵای
کتېبخانە
نامۍ کورڎیۍ پەی زاڕۊڵا
کڕۆنۆلۆژیاو ڕۇداۋەکا
سەرچەمۍ
ۋەڵینە
گلېرۆکریێ بەکاربەری
چالاکیۍ
چنین گېڵۇ؟
ۋەڵاکریێ کوردیپێدیای
ڤیدیۆ
پۊلبەڼی، پېڕبەڼی
بابەتۍ ڕېکۆتییە!
تۊمارکەرڎەی بابەتۍ
تۊمارکەرڎەی بابەتۍ تازۍ
کېیاستەی ۋېنەی!
ڕاپەرسای
چنین دېیەی تۊ
پێۋەڼی
کوردیپێدیا چ جۊرە زانیاریېۋش پەنەۋازۍ ھەنۍ
ستانداردۍ
مەرجو بەکاربەرڎەی
چنینیی بابەتۍ
ئامرازۍ
چە بارەو ئېمە
ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
بابەتۍ چە بارەو ئېمە!
لینکو کوردیپێدیا دلۍ لینکا پەلیانەکەو وېتەنە بنیەرە
زېیاڎکەرڎەی / لابەرڎەی ئیمەیلی
ئامارو سەردانیکەرا
ئامارو بابەتۍ
فاڕەڕو فۆنتەکا
فاڕای ڕېکۆتو ڕۊژمارەکا
ۋشکنای ڕانۋیسی
زۋان و بنەزۋانو لاپەڕەکا
کیبۆردە
لینکۍ پەنەۋازۍ
زېیاڎکریاو کوردیپێدیای پەی گوگڵ کڕۆمی
کۇکیۍ/کۇکیز
زۋانۍ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ھەژمارو من
چۇوەر-لۋای
بۇ بە ھامکارو شمە!
کڕېڵەۋاچۊ وېت ۋیرشېیېنە!
گېڵای تۊمارکەرڎەی بابەتۍ ئامرازۍ زۋانۍ ھەژمارو من
ورڎ گېڵای
کتېبخانە
نامۍ کورڎیۍ پەی زاڕۊڵا
کڕۆنۆلۆژیاو ڕۇداۋەکا
سەرچەمۍ
ۋەڵینە
گلېرۆکریێ بەکاربەری
چالاکیۍ
چنین گېڵۇ؟
ۋەڵاکریێ کوردیپێدیای
ڤیدیۆ
پۊلبەڼی، پېڕبەڼی
بابەتۍ ڕېکۆتییە!
تۊمارکەرڎەی بابەتۍ تازۍ
کېیاستەی ۋېنەی!
ڕاپەرسای
چنین دېیەی تۊ
پێۋەڼی
کوردیپێدیا چ جۊرە زانیاریېۋش پەنەۋازۍ ھەنۍ
ستانداردۍ
مەرجو بەکاربەرڎەی
چنینیی بابەتۍ
چە بارەو ئېمە
ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
بابەتۍ چە بارەو ئېمە!
لینکو کوردیپێدیا دلۍ لینکا پەلیانەکەو وېتەنە بنیەرە
زېیاڎکەرڎەی / لابەرڎەی ئیمەیلی
ئامارو سەردانیکەرا
ئامارو بابەتۍ
فاڕەڕو فۆنتەکا
فاڕای ڕېکۆتو ڕۊژمارەکا
ۋشکنای ڕانۋیسی
زۋان و بنەزۋانو لاپەڕەکا
کیبۆردە
لینکۍ پەنەۋازۍ
زېیاڎکریاو کوردیپێدیای پەی گوگڵ کڕۆمی
کۇکیۍ/کۇکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چۇوەر-لۋای
بۇ بە ھامکارو شمە!
کڕېڵەۋاچۊ وېت ۋیرشېیېنە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 چە بارەو ئېمە
 بابەتۍ ڕېکۆتییە!
 مەرجو بەکاربەرڎەی
 ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
 چنین دېیەی تۊ
 گلېرۆکریێ بەکاربەری
 کڕۆنۆلۆژیاو ڕۇداۋەکا
 چالاکیۍ - کوردیپێدیا
 یارڎی
تۊماری تازە
ژیواینامە
شێخ مستەفا تەختەیی
06-05-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
خان ئەڵماسی لوڕستانی
03-05-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
محەمەدی مەلا کەریم
02-05-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
26-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
12-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
05-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
04-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
خالید ڕەشید
19-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
جەمیل نۆسووڎی
06-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ مەحمودی حەفید
16-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ئامارۍ
بابەتۍ 519,197
ۋېنۍ 106,458
کتېبۍ PDF 19,249
فایلی پەیوەڼیدار 96,905
ڤیدیۆ 1,378
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
ژیواینامە
محەمەدی مەلا کەریم
JI HÊLA HER GELÎ VE NEWROZ; SERÎNETEWANDIN LI PÊŞBERÎ ZILMA ZALIMAN E
نۋیستەکاتا بە ڕانۋیسېۋی پوختە پەی کوردیپێدیای کېیاندۍ. ئېمە پەی شمەیشا ئەرشیڤ کەرمۍ و پەی ھەتاھەتای چە فۆتیای پارېزنمېشا!
پېڕە: کوڵەباس | زۋانو بابەتۍ: Kurmancî - Kurdîy Serû
ھامبەشیکەرڎەی
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ھۊرسەنگنای تۊماری
نایاب
فرە خاسە
خاسە
خرابە نېیەنە
خرابە
ۋزەش دلۍ ڕیزبەڼیی گلېرۆکریێکاو وېم
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!
ۋەڵینەو دەستکاریی بابەتۍ
Metadata
RSS
چە گوگڵ پەی ۋېنە پەیۋەستا بە بابەتۍ دەسنیشانکریێ گېڵە
چە گوگڵ پەی بابەتۍ دەسنیشانکریێ گېڵە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

JI HÊLA HER GELÎ VE NEWROZ

JI HÊLA HER GELÎ VE NEWROZ
21’ê Adarê #Newroz# li Rojhilata Navîn û Asya Navîn ji hêla pir gelan ve wek yekemîn roja salê, hatina biharê, rizgarî ji tarîtî û hatina rojên ron, vejîn û sembola hevparî, hevaltî, hezkirin û hemû xweşikiyan tê pîrozkirin.
Mirovahiyê di dîroka xwe de têkîliya bi xwezayê re girîng û taybet bidest girtiye. Ev têkîlî jî bi şeklê merasîman hatiye bidestgirtin û pîrozkirin. Tiştên xweşik, qenc û nû bi tiştên jê hez dike re eynî kiriye. Rizgarî ji hewaya dijwar û bêliv a zivistanê, dikare dest bi behredayînê bike, axê biçîne, yanî destpêka bereketê ye Newroz.
Newroz di zimanê #Kurd#î û Farsî de ji peyva (new- roz) ango roja nû tê. Di hin zimanên Asya navîn de jî jê re (Norûz, Noroz, Naras hwd.) dibêjin. Newroz, yekemîn roja biharê ku şev û roj wekhev dibin (ekînoks), 21’ê Adarê ye. Di demên berê de di nav pir çandan de 21’ê Adarê sersal dihate hesab. Wek mînak cejna Babîliyan a Akîtû, festîvala Hîtîtiyan Pûrûliyas bi awayekê merasîmên Newrozê ne. Di sedsalên nêz bi taybet di nav civatên çandiniyê de destpêka ‘sala nû’ye. Îro li Îran, Efxanîstan, Azerbaycan û pir welatên Asya Navîn sersal ji 21’ê Adarê destpê dike. Di nav baweriyên wek Zerdeştî, Elewî û Bahayî Neworz roja pîroz e. Lê belê hin civat Newrozê di 12’ê Adarê, an jî 20’ê Nîsanê pîroz dikin. Di nav hin çandan de jî destpêka biharê 21’ê Adarê û 23’ê Êlûnê roja dawiya payîzê cih guhertine. Ji 2010’ê pêve ji hêla Yekîtiya Netewî ve Newroz wek cejna cîhanî di teqwîmê de cihê xwe girt.
Destana Navdar a Kurdan: Newroz
Qiralê zalim Dehak qiral Cemşîd bin dixîne û dikeve şûna wî. Şeytan ji milên Dehak radimûse. Li ser milên wî du mar dertên. Her ku Dehak maran dibire, yên nû dertên û dibêjin ku ji mêjiyên însan xweyî dibin. Nexwe wê mêjiyê Dehak bixwen. Lewma jî her roj mêjiyê du ciwanan didin maran. Aşpêjên qral bi navê Armaîl û Karmaîl dilê wan bi ciwanan dişewite. Ji deriyê derve yê qesrê wan ciwanan dişînin çiya û bi şûna wan mêjiyê du mihan didin marên Dehak. Bi qasî 30 salan ev rewş didome. Aramîl û Karmaîl dimirin. Êdî Dehak mêjiyên însanan dide marên xwe. Kawayê Hesinkar xwedî 12 kuran e. 11 kurên xwe dide marên Dehak. Dema tên ku kurê wî yê dawî jî bibin, dibêje ku dixwaze bi destên xwe kurê xwe bide qiral. Kawa bi wezîrê Dehak Ferîdûn re ku zilamekî adil e, hevkariyê dike. Ji ciwanên çiya re agahî dişîne. Bi rehetî dikevin qesrê. Kawa gurzê xwe yê hesin li serê Dehak dixîne û wî dikuje. Ew roj 21’ê Adara sala BZ 612’an e. Kawa bi şuna Dehak Ferîdûn tîne ser text. Gel li çiya û deştan wê rojê bi vêxistina agir pîroz dikin. Rojeke nû destpê kiriye. Li gor baweriya Zerdeştiyan jî agir pîroz e. Teqwîma Kurdan ji wê demê destpê dike û îsal jî sala 2712’an e.
Firdûsî û Şahname
Yek ji metnên herî girîng ku behsa Newrozê dike esera helbestvanê Îranî Firdûsî ya bi navê Şahnameyê ye (1020). Ev esera ku ji 60 hezar beytan pêk tê, ji yekemîn însan heya pêvajoya III. Yezgêrd (Bz. 651) dîroka Îranê bi çîrokan vedibêje. Di vê pirtûka giranbuha de wiha tê: Cemşîd bi qasî heftsed salan li ser hukim dimîne. Roja ku Cemşîd hate ser hukim û şûrê wî wek tavê biriqî Newroz tê navkirin.
“Cemşîd ji gelê xwe re pir başiyan dike, lê piştî xwe bi xweda re qiyas dike, rewş diqulipe. Xweda ji bo bibe bela serê Cemşîd Zehak (Dehak, Dehaq) dişîne. (Di pirtûka pîroz a Zerdeştî Avestayê de jî behsa hebûnekî şeytanî bi navê Azhî Dehak tê kirin.) Zehak kesekî pir zalim e. Li ser milên Zehak du mar hene. Ew hem maran dipereste hem jî xelkê mecbûr dike zarokên xwe yên piçûk qurbanî wî bikin. Iblîs di bedena wî de şênber bûye. Di dawiyê de Kawayê (Kave, Kava, Gave) Hesinkar wî bin dixîne û li çiyayekî nêzîk Têhranê Çiyayê Demavendê heps dike. Kurê Cemşîd Ferîdûn tê ser text. Bûyera ku Ferîdûn dibe şah jî wek Cejna Mihrigan pîroz dikin.”
Cejna Mihrigan li gor teqwîma rojê ya Îranê dikeve 16-21’ê (23-Êlûn-22 Cotmehê) meha Mêhr a payîzê. Yanî çawa ku Newroz destpêka biharê be, Mihrigan jî destpêka payîzê ye.
#Şerefxan û Şerefname#
Ger di çanda Kurdan de li şopa nivîskî ya Newrozê bigerin, Şerefname derdikeve pêşberî mirov. Li Îranê ji hêla Tahmasp û li qesra wî mezin dibe Bitlîsî Şeref Xan. Tahmasp ji wî re navnasê ‘Mîrê Kurdan’ dide. Piştî ku dewleta navendî di sala 1597’an de Kurdan neçar dike li cihekê sabît bimînin, esera xwe ya bi navê Şerefnameyê ji Kurd, Kurdistan û Zehak behs dike. Şeref Xan wiha dibêje: di derbarê esil û civatên cihêreng ên Kurdan pir gotin û rîvayet hene. Yek ji rîvayetên ku îdea tê kirin wiha ye: “Kurd ji nifşê wan kesan tên ku ji zilma Dehak (Bivrasb) ku mêjiyan wan digre û li ser kinora ku li ser milê xwe şîn bûye dihisû, ji bo bikaribin ji mirin, serjêkirinê birevin berê xwe didin çiya û cihên asê.” Şeref Xan li gor çîrokeke din jî dibêje ku ji bo Kurdan dibêjin “Kurd civateke ku ji ruhên şeytanî pêk hatine.” Herwiha di ciheke din de jî dibêjin “civatekî pir wêrek, netirs in”. Di dawiyê de jî wiha li ser zêde dike: “Kîjan rîvayet rast e, xweda dizane…”
Ehmedê Xanî û Mem û Zîn
Ehmedê Xanî ku wek mîmarê wêjeya nivîskî ya Kurdî tê zanîn di sala 1690’an de esera Mem û Zîn dinivîse. Di vê eserê de di sala 1450’an pêvajoya Zeydan mîrê Cizîrê digre dest.
Di vê eserê de behsa Newrozê tê kirin.
Şerqiyatgerên Rojavayî û #Eyda Kurdî#
Şerqiyatçî û zimanzan Ely Bannîster Soane ku di salên 1907-1909’an de coxrafya Kurdistanê ziyaret dike behsê hebûnekî şeytanî bi navê Zohak dike. James J. Morîer dîplomat-seyahê Ingilîs ku Îran û welatê Osmaniyan digere, di bîranînên xwe yên Îranê de dibêje li Demavendê di 31’ê Tebaxê Eyda Kurdî tê pîrozkirin. Di vê cejnê de kuştina Dehak ji hêla Kawayê Hesinkar tê cejngirtin. Lê ev cejn ne di destpêka biharê, ne jî destpêka payîzê ye.
Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê û Jîn
Mijara ku Morîer behsa wê dike di weşana bi navê ‘Jîn’ ku ji hêla Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê (1918-1919) tê derxistin, tê weşandin. Di hejmara Adarê ya 1918’an de nivîskar dibêje: “wek her miletekî, rojên taybet ên milî, olî û civakî yên Kurdan jî hene. Rojên milî yên Kurdan 31’ê Tebaxê roja Kawe Dehak bin xistiye, herwiha roja jidayîkbûna Silhedîn Eyûbî û roja diçe ser text (dîroka van rojan nayê dayîn) e.” Nivîskar wiha berdewamî bi nivîsa xwe tîne: “Rojên me yên olî jixwe tên zanîn. Sersala Kurdan jî heye; 9’ê roja Adara Rûmî (li gor teqwîma Mîladî 21’ê Adarê) ye. Kurd vê rojê wek cejn pîroz dikin. Wek destpêka jîneke nû dihesibînin; hevdu ziyaret dikin, cejnê li hev pîroz dikin. Ji hev re diyarî dişînin…” di vir de tê gotin ku Kawayê Hesinkar kalikê Kurdan e, lê belê têkîliya roja milî bi Newrozê re nayê dayîn.
Ihsanê Nûrî û Vegotina Newrozê
Ihsanê Nûrî di salên 1926-1930’an de li çiyayê Agirî ji bo çêkirina ‘Komara Kurdan’ rêbertiyê dike. Piştî ku serhildana Agirî ji hêla Artêşa Tirk ve bi awayeke dijwar tê perçiqandin, diçe Îranê û li wir pirtûka bi navê Koka Kurdan dinivîse. Pirtûk di sala 1946’an di rojnameya ‘Kuhêstan’ de tê weşandin. Di sala 1955’an de jî werdigerînin Farisî.
Nivîskar piştî li ser mîtolojiyên Hind, Çîn, Cihû û Xirîstiyanan lêkolînan dike, dide diyarkirin ku efsaneya Kawayê Hesinkar ku di Şahnameyê de besh tê kirin, bi kokê Kurdan re pêwendîdar e. Kawa li gor teqwîma Îranê yekemîn roja meha Ferwerdînê (21’ê Adara BZ 612) Dehak bindixîne. Di vê dîrokê de ango BZ 612’an de Med (ji nîjadê Arî) bajarê Nînovayê ku di destê Asûriyan de ye zeft dikin. Li gor Ihsanê Nûrî, ew cejna ku Morîer behsa wê dike ku li çiyayê Demavend tê pîrozkirin 20-22 roj beriya Newrozê ‘Cejna Tolhildanê’ ye.
Yekemîn Bilêvkirina Pîrozbahiyên Netewî
Di sala 1937’an de di herêma Dersimê ku baweriya Kizilbaş (Sersor) serwer e, Seyîd Riza bi hevalbendên xwe re pira Kahmûtê ku rûyê êrîşkar ê dewletê temsîl dikir di 21’ê Adarê de şewitandin. Newroz wek roja jidayîkbûna Elî pîroz dihate dîtin. Li gor Kurdolog Martîn Van Brûînessen ji bo cara yekem Neworz di sala 1950’an li başûrê Kurdistanê wek ‘cejna netewî’ hate pejirandin. Nacî Kutlay jî wek lêkolînerekî Kurd dide diyarkirin ku yekem car navê Newrozê ji xwendevanên ku ji Iraqê hatine Tirkiyê bihîstiye. Qedrî Cemal Paşa jî di esera xwe ya bi navê Doza Kurdistanê de (Yekemîn çapa wê di 1969’an li Beyrûdê) Kawayê Hesinkar wek Kurdekî ku gel ji zilma Dehak rizgar kiriye, pênase dike.
Kurdên Çepgir û Efsaneya Kawa
Di nîviya duyemîn a sala 1970’an de Kurd û Tirkên di rêxistina ciwanên Marksîst- Lenînîst cih digirtin mijara ‘Roja Netewî’ bala wan nakêşe. Ji bo wan cejna herî rewa 1’ê Gulanê cejna Karkeran bû. Efsaneya Kawayê Hesinkar bêtir ji hêla Kurdên ku neketibûn pêvajoya çîna karker ve derkete pêş. Di rojnameya bi navê ‘Rêya Azadiyê di hejmara 1976’an de Newrozê wek Cejna Kurd pênase dikin. Meqale bi helbesta helbestvanê navdar ê Kurd Cigerxwîn ku li Rojavayê Kurdistanê dijiya, bi helbesta ‘kî me, ez’ temam dibû:
Kawey hesinker bav û kalê min
Perçiqand serê Zehakê dijmin
Ji gerdena kurd
Wî şikand zencîr
Ji bîrîn û şûr
Roja hat kuştin xwînmêjê dilsoz
Goya dibêjin:-Ew ro lê nûroz
Zivistan diçî
Ew rojên nexweş
Parêz dibî kurd
Ji dêwê zergeş
Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan
Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan
Kî me ez?
Di weşana din a bi navê Rizgarî de di hejmara 1976’an 21’ê Adarê Newroz wek cejna Îranî, Efxan, Belûçî û Kurdan tê pênasekirin. Di nivîsê de bal tê kişandin ku di hemû efsaneyên di derbarê Neworzê de îşare bi serîrakirina li dijî xirabî, tîranî û mêtingeriyê tê kirin.
Di hejmara 1’ê Çileya 1978’an de jî ji bo Kawa Hesinkar tê gotin “Ew qehremenekî antî-emperyalîst e ku li beramberî Dehakên serdema me serî rakiriye.” Di hejmara 1’ê Çileya 1979’an jî Kawa wek Spartakûsê Kurdistanê pênase dibe. Li ser bangewaziya kovarê li Stenbolê 1500 Kurd ‘efsaneya berxwedana ku beriya 2589 salan qewimî’ cejn girtin. Di şahiyê de bi zimanê Kurdî û Tirkî helbest tê xwendin.
Elewî û Newroz
Elewî Newrozê hem wek sala nû û destpêka biharê hem jî roja jidayîkbûna Hz. Elî, roja zewaca bi Fatimeyê ango roja ku hezkirin û bextewerî geş bûye, pîroz dikin. Elewî her Newrozê serlêdana hev dikin. Êvarê jî ‘Cema Newrozê’ dikin.
Ji bo Newrozê wiha tê gotin: Tu bixêr hatî Newroza Siltan. Xonçe axê diqelişîne, şadî, hezkirin dibişkuve. Tu bixêr hatî Newroz. Bi hêviya ku Newroz bibe bereket, jibîrkirina kîn û nexweşiyan.
Newroz çawa jî were bidestgirtin û şîrovekirin di esas de serî netewandin li pêşberî zilma zaliman e.
Bi baweriya Elewiyan taybetiyên Newrozê wiha ne:
Çêkirina cîhanê vê rojê bidawî dibe. Xwedê cîhanê di şeva 21-22’ê Adarê roja ku şev û roj wekhev dibe, çêkiriye. Heriya Hz. Adem di Newrozê straye. Keştiya Hz. Nûh ji çiyayê Agirî dadikeve û roja Newroz li deşta Îdirê disekine. Roja jidayîkbûn, zewac, xelîfebûn û mirina Hz. Elî ye.
Mîtolojiyeke din a Newrozê
Padîşah Cem piştî hemû cîhanê digere, diçe Azerbaycanê û li wir textê xwe datîne. Ji cewahiran tac datîne serê xwe, cilên wî rengareng in. Her ku tîrejên rojê li wî dide bêtir dibiriqe. Ji wê rojê re dibêjin ‘Roja Nû’. Şîd ku di zimanê Pehlewî de tê wateya roniyê li ser navê Cem zêde dibe navê wî dibe Cemşîd.
Îcada Dewleta Tirk a Nevrûzê
Dewlet di sala 1985’an de li dijî Newrozê cejna Nevrûzê îlan kir. Tirkperwer Evdilqadir Çay di vê salê de di pirtûka bi navê Nevrûz/Cejna Ergenekonê, dibêje ku Nevrûz di bingeh de kevneşopiyeke Asya Navîn e. Bi nêrîna wî Tatar li dijî Moxolan dest bi şer dikin. Ji Moxolan hema bêje herkesî/ê dikujin. Tenê Kiyan û hevsera wî Nukuz direvin û diçin li cihekê ku dijmin wan nebîne xwe vedişêrin. Ji wir re jî Ergenekon dibêjin. Bi qasî 400 salan li wir dimînin, zêde dibin. Êdî cih teng dibe, neçarin rêyeke derketinê bibînin. Hemû Hesinkarên wan top dibin çiya kun dikin û derdikevin. Ew roj 21’ê Adarê ye. Agir vêdixin û wê rojê pîroz dikin.
Li gor tezên ku di pirtûkê de derbas dibe, dewleta Tirk a faşîst di sala 1991’an de giştînameyek belav kir. Li gor vê di hemû bajaran de ‘Nevrûz, Festîvala Ergenekona Tirk’ wê pîroz bibe. Piştre ‘Agirên fermî yên Nevrûzê’ hate vêxistin. Bûrokratên sivîl û leşkerî agir pêxistin û xwe li ser avêtin. Evdilqadir Çay piştre efsaneya ‘Nevrûzê’ bi senteza Tirk-Îslamê ve zeliqand. Ji sala 1995’an pê ve ji hêla Serokatiya Karê Diyanetê li mizgeftan Xutbeya Nevrûzê hate xwendin. Li gor mentiqa dewleta Tirk Nevrûz tenê roja derketina ji Ergenekonê ye û wek cejna Tirkan tê bidestgirtin. Ew cejna ku beriya wê bi demekê bi tundî qedexe bû, bi yekcar bû cejna wan a milî.
Newroza Azadiyê
Gelê Kurd û hemû gelên li herêmê, girêdayî jiyana xwe ya çandinî û heywandarî ku bi xwezayê re ji nêz ve têkil e, ji biharê re girîngiyeke taybet dane. Ji ber di wateyekê de piştî serma û seqema zivistanê, bihar geşî, livûtevger û coşê îfade dike. Lewma jî bihar û hatina biharê ango Newroz rojeke pîroz tê dîtin. Di kêleka vê de li beramberî zordestî û êrîşên ku bi ser gel de hatine kirin, hêzeke berxwedaniyê pêşketiye û Newroz di wateyekê de jî sembola berxwedan û têkoşanê ye. Çanda vejîn, berxwedan û azadiya gelê Kurd bi tevgera azadiya gelê Kurd re her ku çû geştir bû, bi awayê ku li hemû herêmê jî bandor kiriye. Di sala 1982’an li girtîgeha Amedê ji hêla Kawayê Hemdem Mezlûm Doxan ve agirê Newroza azadiyê hate vêxistin. Meşeleya wî hevala Zekiye, Bêrîvan-Ronahî, Rahşan û bi dehan lehengên din rakirin. Ji salên 1990’an pê ve jî Newroz wek roja serhildan û bilindkirina têkoşîna azadiyê heya roja îro tê pîrozkirin. Her sal gelê Kurd bêtir bi wate û naveroka vê rojê dihese û azweriya xwe ya jiyana wekhev, demokratîk û azad bi geşkirina agirê Newrozê berfirehtir dike.[1]
ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئی بابەتۍ 1,341 جارۍ ۋینیێنە
ھاشتاگ
سەرچەمۍ
[1] پەڕیانە | کوردیی ناوەڕاست | https://pajk.org
بابەتۍ پەیۋەڼدریێ: 25
پېڕە: کوڵەباس
زۋانو بابەتۍ: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕېکۆتو ۋەڵاکەرڎەی: 23-03-2013 (11 ساڵە)
جۊرو بەڵگەنامەی: زۋانی یەکەم
جۊرو ۋەڵاکەرڎەی: دیجیتاڵ
وڵات - هەرېم: کورڎەسان
وڵات - هەرېم: بەر
کتېب - کوڵەباس: ڕاپۆرتە
کتېب - کوڵەباس: کولتۇر / فۆلکلۆر
تایبەتمەڼییۍ تەکنیکیۍ
چنینیی بابەتۍ: 99%
99%
ئی بابەتۍ جە لایەنو: ( سارا ک )یۆ جە: 26-10-2022 تۊمارەکریێنە
ئی بابەتۍ چە لایەنو: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) چە: 29-10-2022 پۊرەلۋای کریێنە و ئازاڎە کریێنە
ئی بابەتۍ پەی دمایین جاری جە لایەنو:( ڕاپەر عوسمان عوزێری )یۆ جە:26-10-2022 خاستەرە کریێنە
لینکو بابەتۍ
ئی بابەتۍ بەپاو ستانداردۍو کوردیپێدیای ھەڵای ناتەمامە ھەنە و پەنەۋازییش بە پۊرەلۋای بابەتیی و زۋانەۋانیی فرەتەری ھەن!
ئی بابەتۍ 1,341 جارۍ ۋینیێنە
کوردیپێدیا گۆرەتەرین سەرچەمەی فرەزۋانیی پەی زانیارییە کورڎییا
کوڵەباس
دەسەواچۍ سیاسیۍ (5)
کتېبخانە
تۊرەکە پەڕ ساۋەکە
کوڵەباس
هۊرگېڵنی: هۆرامی-زازاکی
کتېبخانە
گیٛجاوەو ژیوای
ژیواینامە
خان ئەڵماسی لوڕستانی
ژیواینامە
محەمەدی مەلا کەریم
کتېبخانە
مەولە
کوڵەباس
باسێوی کۊتا سەرو دیاردەو وېکوشتەی
کتېبخانە
یاڎو پەنجا ساڵەو سەرکۆتەو ژڵېوەو ئاپۆیینە
کوڵەباس
ئەسغەر و مەحمووۮ
ژیواینامە
شێخ مستەفا تەختەیی
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
کوڵەباس
دەسەواچۍ سیاسیۍ (4)
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
کتېبخانە
ڕۊژماری هۆرامی (8)
ژیواینامە
خورشید خانمەی داواشی

تازەکی
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
04-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
05-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
حاجی عەباسی جەڕاح
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
12-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
26-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ئەحمەدی خانی
ژیواینامە
محەمەدی مەلا کەریم
02-05-2024
ئەسعەد ڕەشید
محەمەدی مەلا کەریم
تۊماری تازە
ژیواینامە
شێخ مستەفا تەختەیی
06-05-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
خان ئەڵماسی لوڕستانی
03-05-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
محەمەدی مەلا کەریم
02-05-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
26-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
12-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
05-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
04-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
خالید ڕەشید
19-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
جەمیل نۆسووڎی
06-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ مەحمودی حەفید
16-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ئامارۍ
بابەتۍ 519,197
ۋېنۍ 106,458
کتېبۍ PDF 19,249
فایلی پەیوەڼیدار 96,905
ڤیدیۆ 1,378
کوردیپێدیا گۆرەتەرین سەرچەمەی فرەزۋانیی پەی زانیارییە کورڎییا
کوڵەباس
دەسەواچۍ سیاسیۍ (5)
کتېبخانە
تۊرەکە پەڕ ساۋەکە
کوڵەباس
هۊرگېڵنی: هۆرامی-زازاکی
کتېبخانە
گیٛجاوەو ژیوای
ژیواینامە
خان ئەڵماسی لوڕستانی
ژیواینامە
محەمەدی مەلا کەریم
کتېبخانە
مەولە
کوڵەباس
باسێوی کۊتا سەرو دیاردەو وېکوشتەی
کتېبخانە
یاڎو پەنجا ساڵەو سەرکۆتەو ژڵېوەو ئاپۆیینە
کوڵەباس
ئەسغەر و مەحمووۮ
ژیواینامە
شێخ مستەفا تەختەیی
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
کوڵەباس
دەسەواچۍ سیاسیۍ (4)
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
کتېبخانە
ڕۊژماری هۆرامی (8)
ژیواینامە
خورشید خانمەی داواشی

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| پێۋەڼی | CSS3 | HTML5

| کاتو وەشکەرڎەی لاپەڕەی: 0.703 چرکە(چرکۍ)!