Dîroka Kela Hundirîn a ku li aliyê bakurê rojhilan ê sûrên #Amed#ê hatiye bicihkirin bi îhtimaleke mezin digihêje dema gelê Hûrî-Mîtanî (B.Z. 4-3 hezar) ku gelê pêşîn e ku li vê herêmê bi cih û war bûye. Kela Hundirîn piştî ku sûrên bajêr ji hêla Romayiyan ve hatin çêkirin, bû xwediyê cihekî taybet û her tim wekî navenda rêveberiyê hate bikaranîn. Sûrên pêşîn ên ku Kela Hundirîn dorpêç dikirin û di Kembera Artûqiyan a niha re derbas dibûn, paşê xera bûne.
Qanûnî Sultan Suleyman 16 birc û du avahî lê zêde kirine û Ava Hamravat jî aniyê wir. Çar deriyên Kela Hundirîn ên bi navê Deriyê Serayê, Deriyê Kupelî, Deriyê Fetîh û Deriyê Orgûn hene. Di nav Kela Hundirîn de avahiyên giranbuha hene. Mizgefta Kelayê (Mizgefta Hz. Suleyman, Mizgefta Nasiriye), Kaniya Bişêr, Kembera Artûqiyan, Girê Wêran, Seraya Artûqiyan û Dêra Saint George çend heb van cihan in.[1]